Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Nexweşîya Leşmanya li kampên Idlibê belav dibe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên tîmeke Xûzeyên Sipî kulbûna li ser çeneya zarokekî ku bi nexweşîya Leşmanyayê ketiye derman dikin, li kampeke bêwarîyê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamên tîmeke Xûzeyên Sipî kulbûna li ser çeneya zarokekî ku bi nexweşîya Leşmanyayê ketiye derman dikin, li kampeke bêwarîyê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Leşmanya di nav niştecihan de belav dibe li kampên bêwarîyê yên li gundewarê Idlibê û gundewarê bakurê Helebê, cihê ku tîmên Xuzeyên Sipî hewl didin ku nehêlin nexweş belav bibe, endamekî komeke Beravanîya Sivîl a Sûrî ragihand.

Nexweşîya ku ji ber kêzika Leşmanyayê çêdibe, bi mêşa qûmê belav dibe û dibe ku kujer be eger neyê dermankirin.

Li gorî Bijîşkên Bê Sînor, Leşmanya di pileya duyem de ye, piştî melaryayê, di nav nexweşîyên veguhêzamêz ku dibine sedema mirinê.

Tîmên Xûzeyên Sipî tedbîran li hember belavbûna Leşmanyayê digirin bi rêya destnîşankirin û dermankirina haletên pê ketine û çareserkirina şert û mercên ku dibe bibine sedema belavbûna nexweşîyê.

Tîmekî Xûzeyên Sipî erdê ji sîstema avaqirêj re li kampeke bêwarîyê amade dikin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Tîmekî Xûzeyên Sipî erdê ji sîstema avaqirêj re li kampeke bêwarîyê amade dikin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Xetîb di Diyaruan re ragihand ku bi awayekî balkêş hejmareke mezin ji mirovên bi temen mezin bi nexweşîya Leşmanyayê ketine.

Wî daxuyand ku belavbûna wê ya bilez vê salê ligel bilindbûna hejmara kesên ku xwe li kampên bêwarîyê girtine hat, piştî pêla tundîyê ya vê dawîyê li bakur û rojavayê Sûrîyayê.

Wî dîyar kir ku di pêla bêwarîyê ya nû de avakirina bi dehan kampên nefermî hat dîtin, ku pêvanên ewlehîya giştî yên bo ava qirêj yan rakirina gemarê li wan peyda nabin, û got ku dibe ev şert û merc bihêlin ku nexweşî belav bibin.

Xetîb got ku ligel dermankirina haletên ku bi Leşmanyayê ketine, tîmên berevanîya sivîl kampên ku nexweşî li wan çêbûye bi dermanên kêzikan direşînin.

Herwiha wan teqez kir ku hewcedarî bi tedbîrên tendirustîya giştî yên din jî heye, mîna avakirina sîstemên avaqirêj û veqetandina ava qirêj ji ava vexwarinê.

Tedbîrên ku Xûzeyên Sipî û rêxistinên din li kampên bêwarîyê pêk anîn nehiştin ku vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19) belav bibe dikarin herwiha alîkarîyê bidin nehiştina nexweşîyên din jî.

Operesyonên paqijkirinê, rakirina gemarê bi berdewamî û reşandina dermanên kêzik û maykropan, ligel pêbendî bi tedbîtên jihevdûrbûna civakî, ev hemû dikarin alîkarîyê bikin ku bihêlin niştecihên kampê saxlem bimînin û ku nexweşî belav nebe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500