Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îraq planekê bo parastina zevîyên çandinîyê ji agiran bi cih tîne

Xalid Taî

Cotkarekî Îraqî paleya zevîyên genim û ceh li parêzgeha Nînewayê di Hezîrana 2018an de dike. [Wêne ji Wezareta Çandinîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Cotkarekî Îraqî paleya zevîyên genim û ceh li parêzgeha Nînewayê di Hezîrana 2018an de dike. [Wêne ji Wezareta Çandinîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Desthilatên Îraqî rêkarên parêzî dane pêş bo parastina zevîyên genim ji agiranpiştî ku sala par agiran zevîyên li parêzgehên bakurî dane ber xwe, berpirsekî Îraqî Duşemê (27ê Nîsanê) ragihand.

Biryar e ku paleyî û çinîn di nîvê gulanê de dest pê bike, û tê payîn ku berhema giştî şeş milyon ton genim derbas bike.

Berpirsên parêzgeha Nînewayê hewl didin ku berheman ji agir biparêzin,ên ku sala par bi hezaran donimên genim dan ber xwe ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi vê yekê hatibû tawanbarkirin.

Parêzgeha Nînewayê, ya ku mîna selika xwarinê ya Îraqê tê nasîn, navenda berhema genim e, û herî kêm 6.7 milyon donim genim lê hene, ku ev rûber bi qasî nîvê zevîyên genim ên li Îraqê tê.

Parastina paleyîyê

Birêveberîya Berevanîya Sivîl a Nînewayê ya Nînewayê Duşemê dest bi bicihanîna plana xwe bo parastina dexlan ji agiran kir, birêveberê berevanîya sivîl muqedem Husam Xelîl Abid ragihand.

"Me 45 tîmên agirvemirandinê belav kirine, tev navgînên piştgirîyê yên ji birêveberîyên xizmetguzarîyê, bi armanca ku rûbereke herî fireh li Nînewayê bidin ber xwe," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Têmîn me dê herwiha embar û komgehan biparêzin û bi awayekî biliz destêwerdanê bikin eger tiştekî tengavî rû da," wî dîyar kir.

Abid got ku rêkarên parêzî yên din ji handana cotkaran ku bi hêzên ewlekarîyê re hevahengîyê bikin, bi rêya xeberlêdana li her çalakî û tevgereke cihê gumanê, pêk tên.

Wî got ku berevanîya sivîl vê dawîyê bi awayekî berfireh civîn û semînaran li dar dixe bo haydarkirina cotkaran ji girîngîya şopandina qewetîyên silametîyê bo parastina berhemên xwe ji agir.

Wî dîyar kir ku sala par gelek agir ji encama "xemsarîyê di rakirina geyayên hişk de, ji ber ku ew zû tên şewitandin dema nêzî jêdereke germahîyê tên".

Abid got ku herwiha paleyî û çinîna bêserûber û binketin di dabeşkirina zevîyan de hiştin ku agit bilez belav bibe û rêbereke berfireh bide ber xwe.

Wî daxuyand ku cotkar bi awayekî berçav pêbendî rênimayên herî dawî yên berevanîya sivîl in

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500