Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Çekdarekî DAIŞê ji ber komkujîyên di derheqê Êzîdîyan de li dadgeheke Elmanî tê darizandin

AFP

Ev wêneya ku di 3yê Sibata 2015an de hatiye kişandin zilamekî Îraqî yê ku bermahîyên endamên hindikahîya Êzîdî yên ku ji laîyê DAIŞê ve hatibûn kuştin seh dike piştî ku hêzên Kurdî komgorek li nêzî gundê Sinûnîyê li Şengalê kifş kirin. [Sefîn Hemîd/AFP]

Ev wêneya ku di 3yê Sibata 2015an de hatiye kişandin zilamekî Îraqî yê ku bermahîyên endamên hindikahîya Êzîdî yên ku ji laîyê DAIŞê ve hatibûn kuştin seh dike piştî ku hêzên Kurdî komgorek li nêzî gundê Sinûnîyê li Şengalê kifş kirin. [Sefîn Hemîd/AFP]

Zilamekî ku guman heye ku endamekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bû rastî darizandinê tê li Elmanyayê roja Înê (24ê Nîsanê), yê ku bi komkujî û kuştina zarokekî Êzîdî, yê ku weke kole hatibû girtin, tê tawanbarkirin.

Kesê ku tenê bi navê Taha el-J. hatiye nasandin, ew zilamekî 37 salî ye ku bi tawanên li dijî mirovahîyê, tawanê şer û bazirganîya bi mirovan jî tê tawanbarkirin, li Frankfurtê pêşberî dadgehê bû.

Hevjîna wî, jineke Elman e navê wê Jennifer Wenisch, ev salake li dadgeheke Myûnixê tê darizandin.

Ew jî bi kuştina keçeke ciwan a Êzîdî tê tawanbarkirin, keça tê zanîn ku wan jin û mêrê Elman hiştin ku ew ji tîna bimire li bajarê Felûcayê yê Îraqî di sala 2015an de.

Xuyaye ku destpêkirina darizanidina Wenisch di Nîsana sala par de tedbîra fermî ya yekm e li li seranserê cîhanê girêdayî çewisandina DAIŞê ji civaka Êzîdî re.

Dêya keça ciwan, ya ku tenê navê wê yê pêşî weke Nûra hat nasandin, dubare şehdebûn li Myûnixê derbarê eşkencekirina ku zaroka wê, ya navê wê Ranya bû, rastî hatibû da.

Belgeyên dadgehê dibêjin ku Taha el-J di Adara 2013an de tevlî DAIŞê bûbû, payeyên cuda di nav rêzên wê de li bajarê Reqayê yê Sûrî, herwiha li Îraq û Turkîyayê wergirtine.

Zincîreke binpêkirinan

Dozgerên Elman dibêjin ew kesê tawanbar jinek ji hindikahîya Êzîdî û keça wê ya pênc salî weke kole kirîn di dawîya Gulanê û destpêka Hezîrana 2015an de.

Di pişt re wî ew birine Felûcayê, ku gelekî bi awayekî xerab bi wan re didan û distandin û hin caran ew ji xwarinê jî mehrûm dikirin, dozger angaşt kir.

Di havîna 2015an de, piştî zincîreke binpêkirinan, keça ciwan ji alîyê el-J ve bi zincîran bi pencereya malekê ve, ku ligel dêya xwe lê dijî, hatibû qeydkirin, weke "ceza" çima wê bi text de mîz kiribû.

Ew ji tîna û germa mir, ji ber pileya germîyê gihabû 50 pileyên Celsius (122 Fahrenheit)

Herduyan hişt ku dêya wê xwas li derve li ser erda lingên mirov dişewetîne bimeşe, ji ber vê yekê lingên wê bi awayekî dijwar şewitîn.

Dê û keç di havîna 2014an de hatin revandin dema ku DAIŞê girte ser herêma Şengalê li Îraqê.

Dozger dibêjin ku ew dubare "li bazarên koleyan" hatin firoştin.

Tê pêşbînîkirin ku doza Frankfurtê herî kêm heta dawîya Tebaxê dirêj bide, û li jêr pasvanîyeke xurt ji alîyê polîs ve tê guhdarîkirin.

El-J di Gulana 2019an de li Yûnanistanê hat girtin, berî ew bo Elmanyayê were radestkirin di Cotmehê de, ku ew ji wî çaxî ve di navendeke binçavkirinê de hatiye girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500