Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq hewl dide ku çekên DAIŞê talan kirine ji Sûrîyayê vegerîne

Husên Obêdî li Bexadyê

Hêzên Îraqî û komên nîvserbaz ber bi Qaimê ya li parêzgeha Enbarê ya Îraqê ya li nêzî sînorê Sûrî ve diçin dema ew li dijî bermahîyên DAIŞê di 3yê Mijdara 2017an de şer dikin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hêzên Îraqî û komên nîvserbaz ber bi Qaimê ya li parêzgeha Enbarê ya Îraqê ya li nêzî sînorê Sûrî ve diçin dema ew li dijî bermahîyên DAIŞê di 3yê Mijdara 2017an de şer dikin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Berpirsên serbazî dibêjin ku rejîma Sûrî û milîsên Îran piştgirîya wan dike radestkirina çek, alav û navgînên serbazî yên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dest danîbû ser wan li Îraqê di sala 2014an de dereng dihêlin.

DAIŞ baregehên serbazî yên Îraqî talan kirin dema wê girte ser rûberine berfireh li bakurê Îraqê di havîna 2014an de û di pişt re wê hin ji van çekan guhanstine Sûrîyayê.

Ev materyal di pişt re weke malê talanê ji alîyê rejîma Sûrî û milîsên hevalbendên wê ve hatin birin piştî têkbirina DAIŞê.

Îraq daxwaza vegerandina alavên serbazî û çekan dike ji berî bêhtir ji salekê ve, berpirsekî berz di Wezareta Berevanîyê ya Îraqî de ji Diyaruna re ragihand.

"Alav û çek gelekî nû bûn û Îraqê gelek pere li wan dan da ku wan bikire weke beşekî ji programê biçekkirin û rahênankirina artêşa Îraqî," wî got.

Wî got ku li gorî qanûna navdewletî, divê alav û çekên mîna van weke samanên hatine dizîn werin reçavkirin, ji ber vê yekê alîyê ku dawî bûye xwedîyê wan divê wan bide dest xwedîyê wan ê rewa.

"Lê rejîma Sûrî vê yekê dereng dihêle û lîstikekê dilîze dema ku milîsên girêdayî hevalbend [ên Pasdaran] tam red dikin ku wan radest bikin," berpirsê serbazî got.

Parlemana Îraqî xwe amade dike da ku vê dozê çareser bike, ji ber alav samanên Îraqî ne, parlementerê Îraqî Ebas Sarût Ismaîlî, yê ku di komîteya berevanî û ewlehîyê ya parlemanî de kar dike, got.

Alavên Îraqî li Sûrîyayê ne

Emîd Muhemed Cibûrî, yê ku endamekî Fermandarîya Operasyonên Nînewayê bû, ya ku Mûsil di sala 2016an de rizgar kir û aniha ji hêzên Îraqî xanenişîn bûye, ji Diyaruna re got ku mêjereke mezin ji alavên Îraqî li Sûrîyayê hene.

Wî got ku çekên Îraqî yên ku rejîma Sûrî dest danîne ser wan têrê dikin ku firqeyeke tam a artêşa Îraqî bi çek bikin.

Wî got ku dema ku DAIŞê dest danî ser baregeha serbazî ya Xezlanî li Mûsilê di nîvê sala 2014an de, wê tiştên tê de di sînor re veguhestine Dêra Zorê û Elbû Kemalê, û herwiha deverine din li Sûrîyayê.

Wî got ku piştî têkbirina DAIŞê, alav li ser rejîma Sûrî û milîsên Îranî û Afxanî yên cuda yên piştgirîya wê dikin hatin belavkirin û heta Hizbulaha Lubnanî dest danî ser beşek ji wan.

"Rejîma Sûrî bawer dike ku ev çek û alav aniha yên wê ne, weke çawa ew dike derbarê nefta qaçakirî, entîke û tiştên din ên giranbuha," wî got.

Herwiha rejîma Sûrî agahîyên hewalgirî li gel hene derbarê endamên DAIŞê yên Îraqî, lê hikûmeta Îraqî ti alîkarî di vî warî de ji alîyê rejîma Esed ve wernegirtiye, pisporê di warê ewlehî de Fuad Elî got.

Elî ev yek vegerande arezûya rejîma Sûrî ku bi Îraqê re bide û bistine di rêya Îranê, tiştê dihêle ku ew karibe sûdê bi awayekî neyekser ji samanên Îraqî wergire.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500