Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Lîbya hevdem ligel rewşa pataya Vayrûsa Koronayê ji herikîna çekdarên biyanî bitirs e

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çetene Sûrî di şerekî derdora bajarê Terablusa Lîbyayê de tên dîtin. [Wêne ji Lîbya el-Ehrar TV hatiye wergirtin]

Çetene Sûrî di şerekî derdora bajarê Terablusa Lîbyayê de tên dîtin. [Wêne ji Lîbya el-Ehrar TV hatiye wergirtin]

Hikumeta Wîfaqê ya ji alîyê NY ve tê naskirin tirsa xwe ji veguhestina çeteyan bi kompanîyeke geştên asmanî ya taybet a Sûrî anî ziman ên xwedî peywendîyeke yekser bi Îranîyan re hene da tevlî şerê li Lîbyayê bibin.

Îran yek ji welatên herî zîyan ji Vayrûsa Koronayê (COVID-19) dîtîye, bi ragihandina 1,030 rewşên nexweşîyê yên nû Pêncşemê (23ê Nîsanê), bi vê re jî jimara giştî li welt bû 87,026.

Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê bi kambaxkirina qeyrana tendirustî hat tawanbarkirin, ku wê çavdêrîya tendirustî pêk netanî û her dihişt balafirên kompanîya Mahan Air bifirin Çînê, li cihê ku nexweşî jê belav bûye.

Li rojhilatê Sûrîyayê, li ser sînorê Îraqê, niştecihan tirsa xwe anîn ziman ku milîsên girêdayî Îranê dê vayrûsê li Sûrîyayê belav bikin, ligel nîgeranîyên ku rejîma Sûrî rêkarine pêwîst bo rêgirtin li ber vê yekê nestandine.

Çeteyin xwedî welatîbûyînên cihêreng, di nav de Sûrî, tevlî şerê berdewam ê li Lîbyayê dibin. [Wêne ji Lîbya el-Ehrar TV hatiye wergirtin]

Çeteyin xwedî welatîbûyînên cihêreng, di nav de Sûrî, tevlî şerê berdewam ê li Lîbyayê dibin. [Wêne ji Lîbya el-Ehrar TV hatiye wergirtin]

Hevdem ligel van nîgeranîyan, wezareta hundir a Lîbyayê 18ê Adarê Ecnîhet el-Şam, ku kompanîyeke geştên asmanî ya taybet li Şamê ye, hişyar kir ku kesine xwedî têkilî bi Îranîyan re vediguhêze Benxazîyê.

Wezaretê got ku kompanîya geştên asmanî ofîsek li Benxazîyê vekiriye, û ew bi pêkanîna "çalakîyên bazirganî yên gumanbar" û anîna xelkê ji Sûrîyayê tawanbar kir, ku ev yek metirsîya qeyraneke tendirustî çêdike.

Wezaretê got ku di nava rêwîyên kompanîyê de Sûrîyên ku têkilîyên wan bi Koma Wagner re hene, Wagner "artêşeke taybet" a çeteyên Rûsî ye, ku li Sûrîyayê şer dike, herwiha endamên Pasdaran û Hizbulaha Lubnanî jî.

Rûsya Koma Wagner weke bergekî bo çalakîyên xwe li Lîbyayê bi kar tîne.

Metirsî ji Lîbîyan re

Wezareta hundir niştecihên rojhilatê Lîbyayê hişyar kir ku tu kes têkilîyê bi çi kesê bi rêya Ecnîhet el-Şam re tê neke. Herwiha bankên bazirganîyê jî ji danûstandina bi vê kompanîyê re hişyar kir.

Di heman demê de Şandeya NY a taybet bi Lîbyayê û Komîteya Sizayan a NY bang kir ku ev binpêkirin werin belgekirin û tawanbar werin sizakirin.

Herikîna çeteyên Sûrî, ku li jêr bihaneya piştevanîya Koma Wagner bo Lîbyayê hatine şandin, êdî nîgeranîyê li cem xelkê çêdike, rojnamegerê Lîbî Omran Muhemed ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku dibe ew Vayrusa Koronayê li Lîbyayê belav bikin di dema derbasbûna wan a neyasayî de, ku ne taqîkirinên bijîşkî çêdikine ne jî dikevin jêr çavdêrîya tendirustî, û daxuyand ku çeteyên ji Sûrîyayê tên tevlî çekdarine biyanî yên din dibin.

Muhemed anî ziman ku di vê avhewaya tevlihev ya heyî de, ku kontrolkirina hinek deveran her tê guhertin, çekdar ji cihekî diçin cihekî û tevlî çekdarine Lîbî û sivîlan dibin.

Wî dîyar kir ku ev yek metirsîya vedana nexweşîyê zêdetir dike û bêhtir rê li ber belavbûna vayrusê bo civakên Lîbyayê veke.

Muhemed teqez kir ku navendên bijîşkî li Lîbyayê di "rewşeke kambax" de ne ku binesazîya jihevketî ya welat nikare bi jimareke mezin a nexweşan re bibe alîkar, eger ti rewşeke vedanê pêk hat.

Heya niha, Lîbya tenê 60 rewşên Koronayê û yek qurbanî tomar kirine.

Tu taqîkirinên bijîşkî tune ne

Bêhtir ji 300 ciwanên Sûrî ji herêma Qunêtrayê çûne Lîbyayê piştî ku tevlî rahêneneke şer bûn li kampên ku Koma Wagnerê bi rê ve dibin, çalakgerê Swêdayê Nîzar Bû Elî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev mêr taqîkirinên bijîşkî ji wan re nehatin çêkirin dema gihan kampên rahênanê, yan berî ew herine Lîbyayê.

Li gorî Bû Elî, jimareke ciwanên ku destpêkê navê xwe qeyd kirin da ku li gel Koma Wagnerê kar bikin vekişiyan û dev ji kampên rahênanê berdan piştî wan nas kir ku dibe zor li wan were û şer li Lîbyayê bikin.

Wî got ku di dema pêvajoya serbazkirinê de ji wan re hat gotin ew dê tenê pasvanîya sazîyên neftê yên li wir bikin.

Çekdar bi giştî metirsîyek mezin li ser wan heye ku bi Vayrûsa Koronayê bikevin ji ber ew li deverine nêz hev kar dikin û dijîn, pisporê serbazî Yehya Mihemed Elî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî da zanîn ku tecnîdkirina ciwanên Sûrî ji alîyê Koma Wagner ve da li Lîbayayê şer bikin weke "fermana bidarvekirinê" ye, ne tenê ji kesên tecnîdbûyî re lê belê ji sivîlên Lîbî re jî, eger nexweşî li nava çekdaran belav bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500