Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Îraq rêkarên qedexekirina derketina derve berî Remezanê sivik dike

Xalid Taî

Leşkerekî Îraqî qedexekirina derketinê li bajarê Remadîyê disepîne. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Leşkerekî Îraqî qedexekirina derketinê li bajarê Remadîyê disepîne. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hikumeta Îraqî Sêşemê (21ê Nînsanê) qedexekirina derketinê ya bo pêşîgirtina belavbûna Vayrûsa Koronayê (COVID-19) berî destpêkirina Remezanê vê heftîyê sivik kir.

Komîteya Bilind a Tendirustî û Selametîya Niştimanî ya bi rûbirûbûna Vayrûsa Koronayê erkdarî kiriye ferman da ku qedexeyê hinekî sivik bikin û û qedexeya derketinê ji 7ê êvarî heta 6ê sibeha berdewam fike, ev jî ligel qedexeyeke giştî di dawîya heftîyê de, wate rojên În û Şemîyê.

Piştî qedexeya meheke sax, tevgera otombêlan vegerîya taxên Bexda û parêzgehên din di danê sibehê de.

Lê ev rêkar dê herdu heftîyên bê di ber çavan re were derbaskirin û nirxandin, parlamenterê Îraqî Cewad Mûsewî, ku endamekî şana qeyrana COVID-19 ya ji endamên parleman pêk tê got.

Nexweşxaneyeke meydanî bo dermankirina nexweşên Vayrûsa Korona 21ê Nîsanê li devera Risafa li Bexdayê hat vekirin. [Wêne ji Wezareta Tendirustîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Nexweşxaneyeke meydanî bo dermankirina nexweşên Vayrûsa Korona 21ê Nîsanê li devera Risafa li Bexdayê hat vekirin. [Wêne ji Wezareta Tendirustîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî ji Diyaruna re got "di demên pêş de, em ê çavdêrîya çi bandorek neyînî bikin ên ji encama vê sivikirinê hatibin," da zanîn jî ku eger rewşên pêketin û mirîyan zêde bûn dibe ku qedexekirineke giştî were sepandin.

Wî destnîşan kir ku biryara sivikkirina qedexekirinê weke encama "bandora wê ya giran li jîyana malbatên xizan û kesên bi heqdestê rojane dijîn tê, ên ziyan ji vê qedexekirinê dîtine".

Mûsewî got ku hikumet herwiha dixwaze pêşkêşkirina xizmetguzarîyên giştî bo welatîyan berdewam bike bi rêya berdewamkirina kar li hinek ajansên wê.

Li gorî rêgezên nû, ofîsên hikumî dikarin astên karmendîyê heya 25% bihêlin.

Hîna rêkarên qedexekirinê yên sereke li cih in

Wî anî ziman ku komîte li ser biryara xwe ya girtina dibistan, zanîngeh, mizgeft, kenîse, qehwexane, yarîgehên wezîşê, mol û salonên dawetan maye.

Herwiha welatî nikarin merasîmên cenaze û kombûyînên mezin pêk bînin, an di nava parêzgehan de herin û werin.

Komîteyê ji hemû Îraqîyan xwest ku mask û lepikan li xwe bikin gava ew derketin.

Mûsewî got ku Wezareta Tendirustîyê tîmine pişkinînê amade kirine da çi binpêkirina van rêkaran bişopînin.

Di çarçoveya xebatên hikumetê yên rûbirûbûna vayrusê de, yekem nexweşxaneya meydanî ya taybet ku ji 130 textanî pêk tê Sêşemê li devera Risafeya Bexdayê li nêzî Nexweşxaneya Xetîb hat vekirin bo dermankirina nexweşên Koronayê.

Wî eşekre kir ku dê nexweşxaneyeke meydanî din di çend rojên bê de li devera Kerex a Bexdayê were vekirin, her wiha li Necef, Besra û Enbarê jî.

Heta 22yê Nîsanê, Îraq 1,602 rewşên Koronayê tomar kirin, di nav de 83 mirî û 1,096 kesên başbûyî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500