Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî bi dehan êrîşên DAIŞê di 7 mehên dawî de têk dibin

Xalid Taî

Leşkerekî Îraqî 25ê Adarê li paşmahîyên DAIŞê li çîyayê navçeya Mexmûrê digere. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerekî Îraqî 25ê Adarê li paşmahîyên DAIŞê li çîyayê navçeya Mexmûrê digere. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî di heft mehên borî de herî kêm 400 êrîşên terorîsî yên paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) têk birin, pisporê hewalgirî Fadil Ebû Rexîf Sêşemê (21ê Nîsanê) ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku êrîş bi rêya êrîşine parêzî û deqîq ji alîyê hêzên ewlekarî û hewalgirîyê ve hatin têkbirin.

Ebû Rexîf anî ziman ku ev êrîş piranîya xwe li bilindahîyên Hemrîn û rêzeçîyayê ku digihêje parêzgeha Selahedîn û Kerkûkê, heya bi Girava Nînewayê, herwiha biyabana rojavayê Enbarê.

Wî dîyar kir ku "gelek şanên [DAIŞ] hatin têkbirin, û serkirdeyên mîna serokê şerîetê, miftîyê giştî, efserê rêveber ê giştî, serkirdeyê veguhestina xwekujên teqîner, û serkirdeyên ketîbeyên gerok û sabit hatin derxistin".

Polîsê federal ê Îraqî 19ê Nîsanê hin teqemenîyan di veşartgeheke DAIŞê li navçeya Hewîcayê, li rojavayê parêzgeha Kerkûkê de dîtin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Polîsê federal ê Îraqî 19ê Nîsanê hin teqemenîyan di veşartgeheke DAIŞê li navçeya Hewîcayê, li rojavayê parêzgeha Kerkûkê de dîtin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Ebû Rexîf got ku ligel têkbirina her êrîşekê, hêzên ewlekarîyê belgenin di hundirê veşartgehên rêxistinê de didîtin ku tê de agahîne hewalgirî derbarê paşmahîyên DAIŞê û cihê xwe lê veşartine hebûn, ku vê yekê hişt bêhtir operasyonên parêzî pêk werin.

Wî da zanîn ku êrîşên DAIŞê yên vê dawîyê dibe ku rêxistin dixwaze pirsgirêkên sîyasî û herêmî keysbaz bike da çalakîyên xwe berfireh bike.

Ebû Rexîf got ku ew aniha dixwaze mijûlbûna hêzên ewlekarîyê ya rûbirûbûna Vayrûsa Koronayê (COVID-19) keysbaz bike da êrîşên çeteyî li deverên kêmewle pêk bîne.

Wî destnîşan kir ku ev operasyon dîyar dikin ku DAIŞ hîna çalak e û dikare êrîşên terorîst pêk bîne, da zanîn jî ku pêwîst e xebat werin berdewamkirin da rêxistin dîsa lingê xwe ranede.

Serkirdeyê DAIŞê hîna li Îraqê ye

Têkildarî raportên medyayî ku dibêjin serkirdeyê DAIŞê yê nûEbû Brahîm Haşimî Qureşî derbasî Îraqê bûye, Ebû Rexefî teqez kir ku Qureşî "ji esas de ji Îraqê derneketiye".

Wî anî ziman ku agahîyên heyî piştrast dikin ku Qureşî, yê navê wî yê resen Emîr Mihemed Ebdul Rehman Mewla ye, li deverine cihêreng li bakur û rojavayê Îraqê xwe vedişêre.

Ebû Rexîf destnîşan kir ku "ew bi awayekî asa û bêyî gumanan ser xwe çêbike tev digerîya û rêne razî bi kar tanî".

Wî got ku "ajansên me yên hewalgirîyê tevgera vî tawanbarî dişopand ji çaxa ew weke serkirdeyê [DAIŞ] yê nû hat ragihandin ango ji destpêka Mijdarê ve," da zanîn jî ku aniha gelek agahî derbarê plan û tevgera Qureşî de hene.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500