Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

''Artêşa Sîberê'' ya Moskoyê ciwanên Sûrî tecnîd dike bo ew di cenga Lîbî de şer bikin

Caravanserai

Şervanên ketîbeyeke serbazî ya ser bi Generalê Lîbî Xelîfa Hefter di civîna sibehê de li bajarê Binxazî li rojhilatê Lîbyayê di 18ê Kanûna Yekem a 2019an de rûniştî ye. Koma Wagner, rêxistineke çete ser bi Kremlin ve, ciwanên Sûrî tecnîd dike û wan dişîne bo di nava rêzên Hefter de şer bikin. [Ebdulah Doma/AFP]

Şervanên ketîbeyeke serbazî ya ser bi Generalê Lîbî Xelîfa Hefter di civîna sibehê de li bajarê Binxazî li rojhilatê Lîbyayê di 18ê Kanûna Yekem a 2019an de rûniştî ye. Koma Wagner, rêxistineke çete ser bi Kremlin ve, ciwanên Sûrî tecnîd dike û wan dişîne bo di nava rêzên Hefter de şer bikin. [Ebdulah Doma/AFP]

Koma Wagner Wagner -- komeke çeteyan e ku li gorî fermanên Serokê Rûsî Vladimir Putin tev digere -- tecnîdkirineke berfireh a ciwanên Sûrî bo mîna çeteyan li Lîbyayê şer bikin dide pêş, li gorî raportên çend alavên ragihandinê yên Erebî.

Partîyeke siyasî ya ji hêla rejîma Beşar Esed ve tê piştgirîkirin, bi alîkarîya Koma Wagner, ciwanên Sûrî mîna çeteyan tecnîd dike û wan dişîne şerê Lîbyayê, Malpera Sweida24 meha borî di raportekê de got.

Malperê got ku hejmarek ji tomarên deng û tekistan di destê wê de ne ku teqez dikin ku berpirsekî Partîya Ciwanên Niştîmanperwer ên Sûrî li Swêdayê, ku parêzgeheke li başûrê Sûrîyayê ye, di vê yekê de cih digire.

Di wan tomaran de, berpirs bang li ciwanan dike ku tevlî karê çekdarî li jêr serpereştîya Koma Wagnerê bibin, û mûçeyeke mehane bi qasî "1,000 dolarî bo kesên ku nobedarîya baregehan bikin, û 1,500 dolarî bo kesên di komên cengawer de şer bikin; ligel qerebûyên bêhtir ji malbatan re eger ew hatin kuştin an wenda bûn pêşkêş dike".

Zilamine nenas li derveyî serbazgeheke Ukranî li Perevalnoye, li Qeremê nobedarîyê dikin, di 16ê Adara 2014an de. Ukranya "landika" Koma Wagnerê bû, komeke çeteyan e ku li gorî fermanên Serokê Rûsî Vladimir Putin tev digere. [Dimitar Dilkoff/AFP]

Zilamine nenas li derveyî serbazgeheke Ukranî li Perevalnoye, li Qeremê nobedarîyê dikin, di 16ê Adara 2014an de. Ukranya "landika" Koma Wagnerê bû, komeke çeteyan e ku li gorî fermanên Serokê Rûsî Vladimir Putin tev digere. [Dimitar Dilkoff/AFP]

Tê qalkirin ku mûçeya mehane ya leşkerên artêşa Sûrîyayê 30 dolar e, û mûçeya mehane a çekdarekî yek ji milîsên ser bi rejîmê ve -- hinek ji wan milîsan ji hêla Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ve tên piştgirîkirin -- di navbera 50 û 100 dolarî de ye.

Çete tên şandin bo piştgirîya hêzên Marşal Xelîfa Hefter bikin, yê ku Mosko piştgirîya wî dike, li gorî raportê.

Partîya Ciwanên Niştîmanperwer ên Sûrî di tecnîdkirina welatîyên Sûrî di nava rêzên milîsên çekdar de ji sala 2014an ve beşdar bû.

Kremlin Koma Wagner wezîfedar kiriye ku karên qirêj ên Putin li çendîn qadên şer pêk bîne.

Hêza çete li Ukranya destêwerdan kir û destek da tevlîkirina Qeremê bi awayekî neyasayî -- bi rêya bikaranîna çeteyên maskdar "ên xwebar" bo têkdana seqamgîrîyê û piştgirîkirna tawanên şer ên rejîma Sûrîyayê.

"Dostên Rûsyayê"

Artêşa Rûsî dest bi tecnîdkirina ciwanan li navçeya Dûmayê, li rojhilatê Şamê kir, rojnameya Şerq el-Ewset, ku rojnameyeke Erebî ya navdar ku li Londonê tê derxistin, roja 14ê Sibatê ragihand.

li jêr perdeya rêxistineke bi navê "Dostên Rûsyayê", kesine ser bi ajansên hewalgirî yên Rûsî û Sûrî ve van ciwanan vediguhêzin bo ji Hefter re şer bikin bi rêya temakirina wan bi padaştên diravî yên mezin.

Endamên a jê re tê gotin rêxistina "Dostên Rûsyayê" nasnameyên serbazî ji serbazgeha Rûsyayê li Sûrîyayê Hmêmîm wedigirin, li gorî raporta rojnameyê.

Balefirên şer ên Rûsî endamên Koma Wagner û alavên serbazî ji Bingeha Hmêmîmê bo Binxazî, li Lîbyayê vediguhêzin, li gorî hejmareke çavdêran.

Bi fermî, bêhtir ji 60,000 kesên Rûsî di vê pêvajoyê de çûne Sûrîyayê, di nav de leşker, deryavan û balefirvanên ku di lûtkeya pêngaveke bordumankirinê de rojane bêhtir ji 100 firînan per tanîn.

Bi sedan kesên serbazî yên Rûsî yên bi girêbest --di nav de gelek endamên Koma Wagnerê -- tê payîn ku li Sûrîyayê şer kirine, û raport dibêjin ku ew li enîya pêşî li tenîşt hêzên ser bi rejîmê ve kar dikin.

Dîrokeke destêwerdanê

Wagner ji hêla efserê berê yê di hewalgirîya serbazî ya Rûsî de, Dmitry Utkin, hatiye damezrandin, yê ku di nava karwanê pêşî yê çeteyên Rûsî yên ku di Payîza 2013an de bo Sûrîyayê hatin şandin de bû.

Lê misyona wan a pir kêm amadekarî jê re hatibû kirin bi bin ket. Ew tevlî çend şer û pevçûnan bûn lê zû vegerîyan Rûsyayê, ku du ji piştevanên planê sê sal di zindanê de derbas kirin ji ber çalakîyên çetatîyê.

Di Hezîrana 2014an de, Utkin tevlî rêzên hêzên cudaxwaz ên ser bi Rûsyayê ve li rojhilatê Ukranyayê bû -- ku ew landika Koma Wagner e, li gorî raportên fermî yên ji Ukranyayê.

Di heman salê de, hêzên Rûsî êrîşî Ukranyayê kir û Qerem tevlî Rûsyayê kirin, û bi hezaran serbazên Rûsî li wir hatin bicihkirin.

Utkin careke din di Payîza 2015an de li Sûrîyayê peyda bû, dema ku hêzên Rûsî tevlî şer bûn û piştgirî dan rejîma Esed, ku ew hevalbendekî Kremlinê ye.

Di Kanûna Yekem a 2016an de , ew di merasîmeke zindî de dihat weşan ku li Kremlinê hatibû lidarxistin de dîyar bû, merasîma bo rêzgirtina "Qehremanên Xaka Kalan" û heman rojê wêneyekî wî bi Putin re hat kişandin.

Di sala 2018an de, hêzên Amerîkî û hevalbendên wan rastî êrîşeke ji alîyê bi sedên çekdarên ser bi rejîmê ve li nêzî Dêra Zorê hatin. Hêzên Amerîkî bersiv dan û bêhtir ji 200 endamên Koma Wagnerê kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500