Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Hêrs û nerazîbûn li Hesekê ji ber pêşwazîkirina şandeya Rûsî

Wlîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Şêxê Mehmûd Mensûr Akûb ê êla Herb wêneyekî bi efserên Rûsî re nîşan dide piştî civîna wî bi wan re li Qamişlo. [Wêne ji Rewangeha Sûrî li Dêra Zorê û Cezîrê hatiye wergirtin]

Şêxê Mehmûd Mensûr Akûb ê êla Herb wêneyekî bi efserên Rûsî re nîşan dide piştî civîna wî bi wan re li Qamişlo. [Wêne ji Rewangeha Sûrî li Dêra Zorê û Cezîrê hatiye wergirtin]

Mêrên êlan li parêzgeha Hesekê ya Sûrîyayê ji ber pêşwazîkirina serkirdeyekî êlên xwecihî ji şandeyeke Rûsî re ku tê de artêşa Rûsî û polîsê serbazî û herwiha efserên Sûrî jî hebûn, bi hêrs in, çalakgerekî xwecihî ragihand.

Serkirdeyê êlê ji berê ve bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) re hevahengî kiribû bo bihêzkirina hejmûna Pasdaran û milîsên girêdayî wê li herêma Cezîrê, çalakgerekî ji herêma Cezîrê bi navê Emar Salih ji Diyaruna re ragihand.

Ev yek li dijî daxwazên siyasî yên niştecihên xwecihî ye, yên hebûna Îranî û Rûsî red dikin, wî got.

Bi dehan mêrên êlên Hesekê rexne li serdana şandeya serbazî ya Rûsî bo Şêxê êla Herb Mehmûd Mensûr Akûb kir, û di daxuyanîyekê de ragihandin ku ew vê serdanê red dikin.

Serkirdeyê êla Herb mêvandarîya mazûvanîyekê li ser navê şandeya Rûsî li odeya êlê li Qamişlo dike. [Wêne ji Nûçeyên Herêma Rojhilatî û Cezîrê hatiye wergirtin]

Serkirdeyê êla Herb mêvandarîya mazûvanîyekê li ser navê şandeya Rûsî li odeya êlê li Qamişlo dike. [Wêne ji Nûçeyên Herêma Rojhilatî û Cezîrê hatiye wergirtin]

Ev pagereke polîsê serbazî yê Rûsî ye, li bajarê Qamişlo yê li jêr kontrola Hevbeş ya rejîma Sûrî û Birêveberîya Xweser. [Wêne ji Nûçeyên Herêma Rojhilatî û Cezîrê hatiye wergirtin]

Ev pagereke polîsê serbazî yê Rûsî ye, li bajarê Qamişlo yê li jêr kontrola Hevbeş ya rejîma Sûrî û Birêveberîya Xweser. [Wêne ji Nûçeyên Herêma Rojhilatî û Cezîrê hatiye wergirtin]

Wan ev yek weke kiryarekî takekesî ku ew tu carê guzariştê li arezûya mêrên êla Herb nake wesif kir, yên hebûna Rûsî û hewldana wê ku bandorê li êlên herêmê bike daku ciwanên wan tevlî milîsên cihêreng binin red dikin.

Ev yek tê wateya yan ew dê milîsên dilsozê Rûsyayê ava bikin yan jî dê ciwanan tecnîd bikin daku di Koma Wagnerê de xizmetê bikin û li Lîbyayê şer bikin.

Salih teqez kir ku êla Herb tevahîya li herêma Cezîrê belav e.

Wî got ku civîn li odeya êlê li Qamişlo hat lidarxistin, bi amadebûna endamine hêzên rejîma Sûrî û yên artêşa Rûsî û efserên polîsê serbazî.

"Kêm kesayetên êla Herb amade bûn," wî got û da zanîn ku yên li civînê amade bûn çendek ji kesayetên êlê yên nêzîkî Akûb in.

Kesayetên êla Herb sala par reftarên Akûb şermezar kirin, ji ber têkilîya wî ya xurt bi hêzên rejîma Sûrî û herwiha bi Pasdaran re, Salih daxuyand.

Wî got ku Akûb di dawîya sala 2019an de serdanan Îranê kir, weke beşekî ji şandeya êlên dilsozê rejîma Sûrî, û bi efserên Îranî re civiya, di piştî re ew qayil bû ku piştgirîya rejîmê û Pasdaran bike.

Ev piştgirîya ji Pasdaran re ji belavkirina eqîdeya Wîlayet el-Feqîh pêk tê, a ku banga dilsozîyê ji serkirdeyê bilind Elî Xameneî re li herêmê, li hember sûdên cihêreng, dike.

Wezîrê derve yê Îranî li Sûrîyayê ye

Biryar bû ku Wezîrê Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf bi Serokê Sûrî Beşar Esed re bicive li Şamê Duşemê (20 Nîsanê), Tehranê di dawîya heftîyê de got, ku ev civîna wan a fermî ya yekem di heyama salekê de.

Wezaretê gav di daxuyanîyeke Yekşemê de îlan kir, AFP ragihand û not kir ku Zerîf plan kiriye ku biçe Şamê bi serdaneke ku rojekê dirêj dike daku têkilîyên dualî û pêşketinên herêmî, ligel babetine din nîqaş bikin.

Herwiha biryar heye ku Zerîf bi hevtayê xwe yê Sûrî Welîd Muelim re bicive, wezaretê daxuyand.

Îran û Rûsya herdu hevalbendên rejîma Sûrî yên sereke ne.

Zerîf berî aniha bi Esed re civiyaye, dema wî sala par di Nîsanê de serdana Şamê kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500