Nûçeyên Iraqê
Penaber

Tirsa ji vayrûsa Koronayê dihêle ku bêwarên Sûrî vegerin deverên ku şer li wan dijwar e

Welîd Ebul Xêr li Qahêrayê û AFP

Bêwarekî Sûrî yê biryar daye ku vegere bajarokê xwe li gundewarê başûrî yê Idlibê daku ji qerebalixa li kampên bêwarîyê û gefa cedî ku bi petaya vayrûsa Koronayê bikeve bireve. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Bêwarekî Sûrî yê biryar daye ku vegere bajarokê xwe li gundewarê başûrî yê Idlibê daku ji qerebalixa li kampên bêwarîyê û gefa cedî ku bi petaya vayrûsa Koronayê bikeve bireve. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Bi sedan bêwarên Sûrî yên li kampên mişt ên li nêzî sînorê bi Turkîyayê re vedigerin gundên xwe yê li başûrê Idlibê û rojavayê Helebê ji ber tirsa ku bi vayrûsa Koronayê (COVID-19) a nû bikevin, çalakgerên xwecihî û niştecih dibêjin.

Biryara Hesan Xreybî, yê 45 salî, ku vegera mala xwe li Erîhayê, li başûrê parêzgeha Idlibê, baştir bû ji ku deh zarokên xwe bixe xeterîya ku bi vayrûsa Koronayê bikevin di kampeke bêwarîyê ya mişt de.

"Em ditirsiyan ku dibe vayrûsa Koronayê ji ber qerebalixa zêde belav bibe," wî ji AFP re ragihand.

Ji ber vê yekê, "me biryar da ku em vegerin mal -- heta eger malên me hatibin wêrankirin jî".

Karmendên Berevanîya Sivîl a Sûrî konekî li kampeke bêwarîyê ya nû vedigirin daku qerebalixa li kampên sereke sivik bikin, weke beşekî ji tedbîrên nehiştina belavbûna vayrûsa Koronayê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Karmendên Berevanîya Sivîl a Sûrî konekî li kampeke bêwarîyê ya nû vedigirin daku qerebalixa li kampên sereke sivik bikin, weke beşekî ji tedbîrên nehiştina belavbûna vayrûsa Koronayê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Karmendên Berevanîya Sivîl a Sûrî kortikên ku ji ber mûşekên rejîma Sûrî li ser rêya sereke li gundewarê başûrî yê Idlibê çêbûne dadigirin daku rê ji vegera bêwaran re xweş bikin. [Wêne ji Berevanîya Sevîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Karmendên Berevanîya Sivîl a Sûrî kortikên ku ji ber mûşekên rejîma Sûrî li ser rêya sereke li gundewarê başûrî yê Idlibê çêbûne dadigirin daku rê ji vegera bêwaran re xweş bikin. [Wêne ji Berevanîya Sevîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Ti haletên ku bi nexweşîya COVID-19 ketibin hîn li bakurê û rojavayê Sûrîyayê nehatine tomarkirin, lê rêxistinên hewarçûnê ditirsin ku eger nexweşî li asêgeha opozîsyonê ya sereke ya dawî li Idlibê belav bibe dê kambax be.

Wan hişyarî da ku dibe ku vayrûs kampên bêwarîyê yên mişt li ber xwe bibe, ji ber zehmet e ku paqijî peyda bibe û mirov dikare bibêje ku jihevdûrbûna civakî ne gengaz e.

Xreybî û malbata xwe di nav dora milyon kesên ku ji malên xwe reviyan di dema êrîşa rejîma Sûrî ya xwînrêj a bi piştgirîya Moskoyê li dijî asêgeha opozîsyonê ji Kanûna Yekem ve -- pêla bêwarîyê ya herî mezin bi vî rengî di şerê Sûrîyayê yê neh salî de.

Aniha, ev tenê çend hefte ji dema agirbesteke şkêbar hat destpêkirin piştî ku belavbûna vayrûsa Koronayê bû petayek, ew ligel sedan vegeriyane Erîhayê.

Kesê vedigerin rastî "zehmetîyên cedî" tên

"Li gundewarê başûrî yê Idlibê û gundewarê rojavayî yê Helebê tê dîtin ku bêwar bi awayekî neyayasî diherikin tevî rastîya ku gundên wan nêzî deverên li jêr kontrola hêzên rejîma Sûrî û hevalbendên wan dikevin û ew der deverine şer ên xeternak in,"çalakgerekî ji Idlibê bi navê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

"Hêmînîya rêjeyî ya ku ji ber rawestandina operesyonên serbazî rû da hişt ku sivîl vegerin, ji ber piranîya wan dibînin ku xetera ku ew li kampên mişt bimînin mezintir e ji xetera ku ew bimirin ji ber êrîşên asmanî û bombebarankirina ji alîyê hêzên rejîma Sûrî û yên Rûsî," wî got.

Wî got ku çawa be jî, ev dever bi giştî ne nişînbar in ji ber weranîya mezin ku ew rastî hatine.

Bo alîkarîkirin di vegera bêwaran de, Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) rêyên zîyan ji ber bombebaranan gihaye wan çaksaz dikin û molozan li deverên ku hinekî wêran bûne radikin.

Wî got ku dora 10% ji bêwarên deverê dev ji kampan berdan û anî ziman ku kampine nû hatine avakirin daku qerebalixê li ser wan kesên mayî sivik bikin.

"Kesên vegeriyan rastî zehmetîyên dijwar tên, herî kêm wêrakirina av, kehrebe û binesazîya avrêjîyê ," Esaf got.

"Piranîya dikanan girtî ne ji ber yan hatine wêrankirin an jî xwedîyên wan revîyane, bi vî awayî bidestxistina pêdivîyên sereke û heta pêdivîyên bijîşkî ji wan re gelekî zehmet e," wî anî ziman.

Dema agirbestê di 6ê Adarê de dest pê kir devera ku bêhtir tundrew lê serdest in, niştecihên nîgeran gelekî gumanbar in ku ev agirbest berdewam bike.

Lê heta aniha, Şam li ber xwe dide daku hejmara KOVID-19 a bilind dibe ya ku herî kêm 29 halet in bihundirîne, di nav wan de du haletên mirinê.

"Ji ber vayrûsa Koronayê, rejîm û Rûsya herdu mijûl bûne" Xreybî got. "Ez hêvî dikim ku demeke dirêj mijûl bimînin."

''Tirsa ji vegerê''

Nêzî wir, Ramî Ebû Raid yê 32 salî herwiha bawer dike ku rejîmê dê operesyonên serbazî careke din dest pê kiriba eger ne ji vayrûsê ba û dibêje dawî êrîş dê careke din dest pê bikin.

Bavê sê zarokan ê heftîya borî vegeriya Erîhayê, ditrise ku zarokên wî dê bi vayrûsa Koronayê yê nû bikevin li kampên li bakurê welat.

Wî got, "bakur gelek bûye qerebalix. Xelk li ser hevûdu dijîn". "Ez li ser zarokên xwe tirsiyam ji ber vê yekê min biryar da ku ez vegerim Erîhayê."

Ne gelekî dûrî wir, çend kemyonên piçûk ber bi bajarok ve diajon, hinek doşek di dawîya wan de komkirî bûn

Di avahîyeke ziyandar de, karmend blokên çemento dixine qola di dîwarekî de.

Li ser kavilên maleke din, mêr bi çakoçekên giran bermayîyên banekî wêrankirî tînin xwar.

Yehya, ê 34 salî, got ku ew vegeriya daku alîkarîyê bi xelkê re bike ku careke din malên xwe ava bikin lê ew dudil bû ku hevjîna xwe û her sê zarokên xwe yan kel û pelên xwe vegerîne.

Wî got ku "xelk ditirsin ku vegerin", ew di hundirê workşopa xwe de rawestiyabû, xwe spartibû dîwar.

"Kengî be, rejîm dikare agirbestê bin pê bike, dest pê bike bi pêş ve were û careke din me bombebaran bike."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500