Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Îraqî ji piştevanîya milîsan ji ajandeyên Pasdarên Îranê re bihêrs in

Faris Omran

Fermandarê Feyleqê Quds ê Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî di vê wêneya ku li ser înternêtê 4ê Kanûna Duyem hatiye belavkirin de tê dîtin. Qaanî vê dawîyê serdana Bexdayê kir, ku gelek serkirde û fermandarên milîsan dîtin.

Fermandarê Feyleqê Quds ê Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî di vê wêneya ku li ser înternêtê 4ê Kanûna Duyem hatiye belavkirin de tê dîtin. Qaanî vê dawîyê serdana Bexdayê kir, ku gelek serkirde û fermandarên milîsan dîtin.

Gavên provaksyonbar ên ji alîyê milîsên Îraqî yên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî (Pasdaran) li dijî hêzên hevpeyamîya navdewletî yên li Îraqê têne avêtin hêrsekê di nava Îraqîyan de çêdikin, çavdêrinan ji Diyaruna re ragihand.

Wan got ku xelkê Îraqê xebatên Pasdarên Îranê ku welatê wan ber bi şerekî biwekalet ve bibin da berjewendîyên Îranîyan pêk bînin red dikin û ji encamên van êrîşên dawî li ser welatê xwe ditirsin.

Milîsên girêdayî Îranê êrîşên xwe li dijî hêzên hevpeymanîyê yên li Îraqê giran kirine, ku wan zêdetir ji 20 êrîşan ji Cotmehê ve pêk anîne.

Êrîşa herî dawî jî du mûşekên ku li Herêma Kesk a li paytexta Îraqê di 26ê Adarê de ketin pêk hat, berî hêzên Amerîkî ji baregeha duyemîn vekişin bi çend saetan.

Endamine milêskeke Îraqî ya girêdayî Îranê di pêşandanekê li Bexdayê di Hezîrana 2018an de têne dîtin. [Wêne ji înternêtê hatiye wergirtin]

Endamine milêskeke Îraqî ya girêdayî Îranê di pêşandanekê li Bexdayê di Hezîrana 2018an de têne dîtin. [Wêne ji înternêtê hatiye wergirtin]

Çavkanîyeke ewlehî ya Îraqî ji AFP re ragihand ku dîyar e armanca niyazkirî balyozxaneya Amerîkî bû. Tu raport jî derbarê zîyanan de tune bûn.

Êrîşên milîsan ên herî dijwar meha borî pêk hatin ku 18 mûşek li baregeha Tacî ya asmanî ketin , du leşkerên Amerîkî û yekî Brîtanî hatin kuştin.

Piştî wê bi sê rojan, 33 mûşekên Katyûşa dîsan bi ser Tacî de hatin, di encamê de gelek zîyan çêbûn, li gorî berpirsine hevpeymanîya navdewletî û Fermandarîya Operasyonên Hevbeş.

Di vîdyoyekê ku 17ê Adarê li ser înternêtê belav bûye de, Usbet el-Sairîn (Yaneya Şoreşgeran) ku milîseke berî niha nedihat naskirinberpirsyartîya êrîşên Tacî hilgirt ser milê xwe .

Dilsozîya ji rejîma Îranê re

"Zilamên milîsan yekcar di encamên kiryarên xwe de nahizirin," parlamenterê Îraqî yê berê Teha Lehîbî wiha ji Diyaruna re ragihand. Tekane armanca wan ew e ku "Îraqê bikin nêçîreke hêsan ji Îranîyan re".

Wî got "bilindkirina asta êrîşên wan piştrast dike ku ew tu rêzê ji hikumet û serwerîya qanûnê re nagirin û ew pir guh nadin serwerîya û berjewendîyên welat".

Lehîbî anî ziman ku lê li şûnê, ew bi rijd in ku dilsozîya xwe ji rejîma Îranê re nîşan bidin û piştgirîya ajandayên wî welatî bikin.

Wî dîyar kir ku "weke tê pêşbînkirin, Îran yekser beşdarî tu şerî nabe lê belê wekîlên xwe ber bi vê yekê ve dişîne, li derveyî sînorên xwe... û dihêle ew berdêlan bidin".

Lehîbî got "divê milîs zanibin ku kiryarên wan proveksyonbar û bê sûd in û dê bêhtir pirsgirêkan bînin Îraqê û seqamgîrîya wê têk bidin".

Wî got ku divê hemû xebat bo rûbirûbûna Vayrûsa Koronayê (COVID-19) werin kirin.

Milîsên girêdayî Îranê sûdê ji rewşên heyî werdigirin da armancên xwe qezenc bikin û xizmeta berjewendîyên Îranîyan bikin, Sayîr Beyatî, sekreterê giştî yê Encumena Êlên Ereb li Selahedînê ji Diyaruna re ragihand.

Beyatî anî ziman ku "di lûtkeya alozîyên sîyasî û aborî yên yekcar dijwar li welat de û gefa Vayrûsa Koronayê û kêmbûa buhayên neftê, ev milîs fitîla şerên xesarbar ji Îraq û xelkê wê re vêdixin".

Wî dîyar kir ku tekane alîyê ku ji van kiryaran sûd werdigire rejîma Îranê ye.

Serdana 30 Adarêya fermandarê Feyleqê Quds ên Pasdaran Îsmaîl Qaanî bo Îraqê, ku gelek serkirde û fermandarên milîsan dîtin, "bi awayekî zelal vîn û niyaza Îranê ya destwerdanê di karûbarên sîyasî û ewlehî yên Îraqê de belî dike".

Milîs êşa pirsgirêkên darayî dikişînin

Beyatî anî ziman ku milîs di rewşeke darayî ya pir zehmet de ne, ku gelek serkirdeyên wan li jêr sizayên Amerîkî ne, wate ku samanên wan hatine cemidandin û nikarin tu çalakîyeke darayî pêk bînin.

Wî teqez kir ku milîs hîna dikarin pereyên endamên xwe û lêçûnên tecnîdkirina çekdarine nû jî bidin.

Şirovekarê sîyasî Xanim Ebid dibêje ku hatiye piştrastkirin ku çavkanîyên temwîlkirina milîsên girêdayî Îranê kêm dibin.

Wî ji Diyaruna re got ku ew hîna dahatan bi rêya gendelîyê, standina pereyan bi zorê, dizîya malûmilkên giştî, qaçaxî û bacên li ser kelûpelan di dergehên sînorî re derbas dibin tên sepandin bi dest dixin.

Ebid anî ziman ku ev pere ji aborîya Îranî û ajandayên Pasdaran re têne şandin, ajandeyên ku ewlehî û serwerîya Îraqê lawaz dikin.

Niştecihekî Bexdayê ku nexwest nasnameya wî were eşkerekirin ji Diyaruna re got, "milîs planên Îranê yên qirêj li welatê me pêk tînin... û ew amade ne welat bo razîkirina Îranê bişewitînin".

Wî pirsî "çima divê welatê me bikeve nava şerên Îranê û qelenê pirsgirêkên wê bide?"

Wî got ku êrîşên proveksyonbar û gefên berdewam ên van milîsan gelê Îraqî bi hêrs dikin.

"Em dixwazin ji van komên serserî re bibêjin ku Îraq ne ya we ye û ne hûn dê çarenûsa wê binivîsin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500