Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Xwebexş li Idlibê xwe kom dikin bo rêgirtin li ber vayrûsa Koronayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xwebexş li bakurê Sûrîya maskên bijîşkî didirûn daku ew belaş li bêwarên li deverê werin belavkirin. [Wêne ji Navenda Medyayê ya Idlibê hatiye wergirtin]

Xwebexş li bakurê Sûrîya maskên bijîşkî didirûn daku ew belaş li bêwarên li deverê werin belavkirin. [Wêne ji Navenda Medyayê ya Idlibê hatiye wergirtin]

Hevdem ku ew rastî kêmbûneke dijwar di warê materyalên bijîşkî yên sereke û pêdivîyên tên xwestin bo rêgirtin li ber petaya vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19), rêxistinên mirovî, hewarçûnê û bijîşkî li Idliba Sûrîyayê dest bi kampanyayeke xwebexş kirine.

Hemû rêxistin û tkesayetên ku dixwazin xwebexş bibin bo rêgirtin li ber belavbûna vayrûsa Koronayê hatin vexwendin bo tevlî hêzan bibin daku bi wî barî rabin, endamê Xûzeyên Sipî Xalid Xetîb ji Diyaruna re ragihand.

Birêveberîya tendirustîyê ya hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûrî û Xûzeyên Sipî dest bi destpêşxerîyeke xwebexş kirin li hemû deverên parêzgeha Idlibê yên li derveyî kontrola rejîma Sûrî.

Xetib got ku xebatên hevbeş armanc dikin ku tedbîrên parêzî pêk bînin bo rêgirtin li ber belavbûna vayrûsa Koronayê li deverê û xweamadekirin bo hawarîyeke giştgîr eger ew belav bû.

Endamekî Xûzeyên Sipî pişkinîneke bijîşkî li maleke taybet pêk tîne. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî pişkinîneke bijîşkî li maleke taybet pêk tîne. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Tîmekî Xûzeyên Sipî kampeke bêwarîyê li Idlibê taqîm dike. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Tîmekî Xûzeyên Sipî kampeke bêwarîyê li Idlibê taqîm dike. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Wî şirove kir ku kampanya dê ji du qonaxan pêk were.

Di qonaxa yekem de, dê rewşa hemû rêxistinên mirovî û bijîşkî yên ku li herêmê kar dikin werin nirxandin bo piştrastbûn ku kampanya hemû deverên parêzgehê bide ber xwe, û dê her rêxistinek were raspardin ku devereke taybet bide ber xwe.

Di qonaxa duyem de, xwebexş dê li nav deverên cuda yênku di qonaxa yekem de hatine destnîşankirin werin belavkirin, daku hejmareke bas ji xwebexşan li her deverekê hebe.

Xetîb got ku xwebexşên ku bi awayekî pispor hatine rahînankirin dê li deverên herî hewcedarî li wan heye werin bicihkirin.

Tedbîrên parêzî

Wî da zanîn ku tedbîrên parêzî tên pêkanîn bo rêgirtin li ber belavbûna nexweşîyê, tevî ku tu haletên nexweşîya vayrûsa Koronayê hîn li Idlibê nahatine tomarkirin.

Wî got ku Xûzeyên Sipî û rêxistinên din gelekî kar dikin bo taqîmkirina bi dehan avahî, kolan, tax û kampên bêwarîyê, ligel lidarxistina kampanyayên zêdekirina hişyarîyê bo rêgirtin li ber belavbûna nexweşîyê.

"Armanc ji kampanyaya xwebexşî ew e ku nehêlin çalakîyên girêdayî petaya vayrûsa Koronayê yên aniha tên kirin tev li hev bibin û daku xebatan orgenîz bikin û bikin yek heta asta herî bilind," wî got.

Wî destnîşan kir ku hin navendên bijîşkî hatine terxankirin ku pêşwazîya nexweşên nesax bikin dema ku nexweşî belav bibe.

"Ev çalakî hemû bi samanên gelekî kêm hatine pêkanîn, ji ber ku dever derdê kêmbûneke dijwar di warên cureyên pêdivîyên bijîşkî yên têne xwestin bo nehiştina belavbûna petayê dikşîne, bi taybet amrazên henasedanê," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500