Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Îraqî dibêjin ku rewşa wan bê Sulêmanî baştir e

Hesen Obêdî li Bexdayê

Kesek li telîfona xwe temaşe dike dema ku ew siwarî baysiklekê dibe ku posterekî hildigire ku generalê payebilind ê Îranî Qasim Sulêmanî û fermandarê Heşda Şaebî ya Îraqî Ebû Mehdî Muhendis nîşan dide ku ew hev himbêz dikin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Kesek li telîfona xwe temaşe dike dema ku ew siwarî baysiklekê dibe ku posterekî hildigire ku generalê payebilind ê Îranî Qasim Sulêmanî û fermandarê Heşda Şaebî ya Îraqî Ebû Mehdî Muhendis nîşan dide ku ew hev himbêz dikin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Şirovekar û siyasetvanên Îraqî ji Diyaruna re dîyar dikin ku di mehên dawî de, ji dema ku generalê Îranî Qasim Sulêmanî hatiye kuştin, wan têbînî kiriye ku hejmarek ji guhertinên siyasî û ewlehî yên ku ew dibînin ku di berjewendîya Îraqê de ne rû dane.

Bi tenê sê meh qedane ji dema ku fermandarê berê yê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de li Bexdayê di roja 3yê Kanûna Duyem de hat kuştin.

Şirovekaran got ku ji dema jinavbirina Sulêmanî ve, delîvên mezintir ên Îraqê hene ku serxwebûna xwe û dûrkrina xwe ji destêwerdana Îranî, ya ku serwerîya wê lawaz dike û samanên dimije, misoger bike.

"Derfeteke baş li pêş Îraqê heye ku torên çekdar û komên mafyayî yên ku Sulêmanî bi dirêjahîya salan ava kiribûn têk bibe," lêkolîner di Navenda Plandanîna Stratîjî ya Diclayê de Husên Safî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku di çend salan de ev milîsên Îranê piştevanîya wan dike "bi milyarên dolaran ji samanên Îraqê dizîne bo xizmeta projeyên Îranê yên li herêmê bikin", da zanîn ku Îraq dê bêhtir serwerîya xwe misoger bike dema ku ev milîs lawaz bibin.

Safî got ku kuştina Sulmanî di demekê de hat kugelê Îraqî dirijîya kolanan bo li dijîgendelîya hikûmetê û hejmûn û destêwerdana zêde ya Îranê di karûbarên welatê xwe de xwenîşandanan li dar dixe.

"Vê yekê hişt ku kolanên Îraqî bibine yarîzanekî girîng û sereke di qada siyasî de ku êdî ew fişarê li hêzên siyasî dike," wî got. "Bi vî awayî, mirov dikare bibêje ku Îraq hejmarek ji guhertinên erênî jîyan dike."

Derfeteke guhertinê

Safî dîyar kir ku Sulêmanî êdî nemaye û derfet guhertinê heye.

Wî teqez kir ku Sulêmanî yek ji wan hêzên serekî bû yên ku li pişt wendabûna samanên Îraqî ne, û wî serpereştîya damezrandina bi dehên milîsan kir, milîsên ku ji samanên Îraqî tên fînanskirin.

"Nebûna wî îroj derfeteke baş e bo peydabûna qadeke siyasî ya pirreng, ji ber ku wî her tevgereke siyasî yan sivîl a niştîmanî lawaz dikir, ji ber ku wî ew weke metirsî didîtin," Safî got.

Wî da zanîn ku mirov dikare bibêje ku serdema wî bi dawî bûye, û Îran nikare kesekî peyda bike ku karibe karê ku Sulêmanî dikir bike.

Wî bal kişand ser rewşa ku êdî li ser asta qada siyasî, dengên nû di parleman de peyda bûne ku bi awayekî serbixwe qala serokên blokan ên ku tê zanîn ku têkilîyên wan bi Îranê re hene dikin.

"Bê guman rewşa Îraqê aniha baştir e," serokê Partîya Musteqbel (Pêşeroj) Intîfad Qenber û endamê berê yê parleman ji Diyaruna re ragihand.

"Hêzên Amerîkî dîyarîyeke giranbuha da Îraqîyan bi kuştina vî terorîstî [Sulêmanî], yê ku heta demjimêra dawî ya jîyana xwe berdewam bû di wêrankirina proseya demokratî ya Îraqê û mijîna samanên wê de," wî got.

Bi rêya piştgirîya xwe ji Hizbulaha Lubnanî û milîsên li Îraq û Sûrîyayê re, Sulêmanî "xeterîyek li ser aştîya civakî li Îraqê pêk tanî", Qenber daxuyand, "lewra kuştina wî mîna vekirina pencereyekê ye bo peydabûna siberojeke baştir ji Îraqê re".

Şûngirê Sulêmanî tune ye

"Sê meh li ser mirina Sulêmanî derbas bûne, hîn jî Îranînikarin berdêlekî jê re peyda bikin," serokê Enîya Xelasa Niştîmanî û parêzgarê berê yê Nînewayê Esîl Nucêfî ji Diyaruna re ragihand.

"Tiştê ku Îran xistiye rewşeke xambax de ew e ku piştgirîya darayî ya ku wê dida milîsên dilsoz jê re bi awayekî berçav kêm bûye, ku ev yek bûye sedema gêre û gelemşeyeke mezin di nava endamên van komên çekdar de," wî got.

"Xwenîşanên ku ev çend meh in berdewam in nîşan didin bê çi di dilên Îraqîyan de ye, ku tiştê herî xuyayî ew e ku ew destêwerdana Îranî qebûl nakin," wî got, û da zanîn ku Sulêmanî berî mirina xwe ev yek baş fam kiribû.

Lêkolîner di warê karûbarên siyasî yên Îraqî de Ehmed Hemdanî ji Diyaruna re dîyar kir ku Îraq "guhertinine xuyayî piştî mirina Sulêmanî" jîyan dike.

"Li ser asta siyasî, tevî rastîya kuqeyranek têkildarî avakirina hikûmetê heye, cihê baldarîyê ye ku ev çend meh in Îranê nikarîye ku vîn û nerîna xwe bisepîne," wî got.

"Aniha parlemantar û blokên parleman hene ku her diçe dengên wan bilindtir dibin û bêhtir niştîmanperwer dibin," Hemdanî got.

"Heta bi biryara girtina sînorê bi Îranê re, di çarçoveya rêkarên nehiştina belavbûna vayrûsa Koronayê de, yek ji biryarên bêhtir serbixwe bû ku ji alîyên desthildarîyên Îraqî ve hat standin," wî dîyar kir.

Niştîmanperewerîya Îraqî li pêş e

Hemdanî daxuyand ku xalên sînorî û bazirganî mijarên herî girîng bûn ji Sulêmanî re, ligel teqezîya ku bihêle Îraq pêdivîyan ji Îranê hawirde bike, misogerkirina gihiştina Îranê bi diravên biyanî, rêgirtin li ber pêşketina pîşesazî û çandinîyê li Îraqê.

Wî dîyar kir ku di derbarê rewşa ewlehîya giştî de li Îraqê, milîsên Sulêmanî destek dida wan êdî "pir parçebûyî ne" û pêşbazîyê li ser hejmûnê û berjewendîyan bi hev re dikin.

Wî teqez kir ku bêyî Sulêmanî, ev milîs "lawaz in û belawela ne".

Wî teqez kir ku mezac li kolana Îraqî wiha ye ku êdî xelk nema dixwaze bibîne ku tu hêzek ewlehîyê bisepîne ji bilî artêşê û hêzên polîsê.

Wî da zanîn ku kolana Îraqî dibîne ku intîmaya van komên çekdar ji Îraqê re nemaye û "ew bi tenê çek in yan tirî ne bo bicihanîn û xizmetkirina berjewendîyên Îranî".

"Lewra bersiva pirsyara ku gelo rewşa Îraqê piştî kuştina Sulêmanî baştir e teqez erê ye," Hemdanî got.

"Kuştina wî tirseke mezin di nav serkirdeyên milîsên ku li jêr fermandarîya wî bûn peyda kiriye ku ew dê rastî heman qedera rêberê xwe bên," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500