Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 23 endamên DAIŞê li Kerkûkê dikuijin

Xalid Taî

Yekîneyên polîsê federal ê Îraqî li veşartgeheke DAIŞê li Wadî Şay û deverên derdorê wê digerin, di vê wêneya ku 5ê Tebaxa 2019an li ser înternêtê hatiye belavkirin de. [Wêne ji Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyên polîsê federal ê Îraqî li veşartgeheke DAIŞê li Wadî Şay û deverên derdorê wê digerin, di vê wêneya ku 5ê Tebaxa 2019an li ser înternêtê hatiye belavkirin de. [Wêne ji Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî 23 paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyoneke mezin a hêzên hevbeş de li ser veşartgeheke terorsîtan li parêzgeha Kerkûkê Duşemê (13ê Nîsanê) kuştin.

"Me agahîyên hewalgirî yên deqîq derbarê veşartgeheke mezin a terorîstan de wergirt, ku şikefteke xwedî gelek stargehan bû li devera Wadî Şay li başûrê Kerkûkê," lîwa Tehsîn Xefacî, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ji Diyaruna re ragihand.

Wî anî ziman ku "li ser bingeha van agahîyan, hêzên ji Lîwayê 45an ê Firqeya 11an a artêşê, navenda kontrolê ya Kerkûkê, yekîneyên polîsê federal (ji Firqeyên 5 û 6an), Hêzên Heşda Şaebî, û hêza asmanî, ber bi veşartgehê ve çûn".

Xefacî dîyar kir ku "bi gihiştina hêzan re, şerine dijwar di navbera wan û endamên terorîst ên di hundirê şikeftê de rû dan, û pevçûn çend saetan dirêj kir".

Balafirên hevpeymanîya navdewletî jî bi êrîşine asmanî piştevanîya êrîşa li ser erdê ya hêzên ewlekarîyê kir.

Wî dîyar kir ku êrîşê hişt veşartgeh bi temamî wêran bibe û 23 çekdarên DAIŞê werin kuştin û da zanîn jî ku leşkerekî Îraqî hat kuştin û çarên din jî di êrîşê de birîndar bûn.

Hevkarî bi hevpeymanîyê re berdewam e

Xefacî got "agahîyên ku hiştin veşartgeh were dîtin, bi rêya operasyonên vê dawîyê hatibûn analîzkirin û komkirin, êrîşên ku Ajansa Dijî-Terorîzmê û hêzên ewlekarîyê yên din li dijî veşartgehên li derdora Kerkûkê û deverên li hawîrdora wê pêk anîbûn".

Wî daxuyand ku "saeta destpêkirina êrîşê bi baldarî û li ser bingeha nirxandineke tekûz ji rewşê re ji alîyê fermandarîya ewlekarî hatibû destnîşankirin, û me xwest ku jimareke mezin a terorîstan bikujin".

Xefacî anî ziman ku "dema êrîşê pir serkeftî bû, û me karîbû operasyonek xwedî girîngîyeke mezin pêk bînin, ku dersek baş da terorîstan, derbeyeke biêş li refên wan xist û moralê wan şikandin".

Wî got ku "terorîstan didît ku ew dûrî çavdêrî û êrîşan in, û xwe ji êrîşine mezin re amade dikirin da li dijî hêzên me û niştecihên Kerkûkê pêk anîbana, lê me planên wan bi êrîşeke parêzî têk birin".

Xefacî dîyar kir ku "em her tim agahîyan ji ajansên xwe yên hewalgirîyê, tîmên çavdêrî û lêpirsînê û welatîyan werdigirin, jê zêdetir jî ji hevpeymanîya navdewletî, ku heya niha em bi hev re kar dikin".

Wî got ku operasyonên ewlehîyên hevbeş "bilez bi pêş dikevin, ku zêdetir fişarê li endamên dijmin dikin da karîna ji hev bixin û nema karibin tu metirsîyan pêk bînin".

"Şerê me li dijî paşmahîyên DAIŞê berdewam e û dê hêzên me bo têkbirina wan ranewestin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500