Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Çalakgerine Sûrî li ser rêya navdewletî ya M4 li Idlibê xwenîşandanê dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xwenîşandarin li ser rêya M4 li nêzî bajarê Idlibê rê digirin weke nerazîbûnê li hember destêwerdana Rûsî di rewşa Sûrîyayê de. [Wêne ji Sahel News, bi rêya Telegram, hatiye wergirtin]

Xwenîşandarin li ser rêya M4 li nêzî bajarê Idlibê rê digirin weke nerazîbûnê li hember destêwerdana Rûsî di rewşa Sûrîyayê de. [Wêne ji Sahel News, bi rêya Telegram, hatiye wergirtin]

Çalakger û ciwanên Sûrî mangirtinekê li beşekî ji rêya M4 a stratîjî ya ku di parêzgeha Idlibê re diçe li dar dixin bo proteskirina tiştê ew nav lê dikin destêwerdana çendînbare ya hêzên Rûsî, li gorî çalakgerekî ji deverê.

Li gorî bendên rêkeftina agirbestêya ku 6ê Adarê hat wajûkirin, hêzên Rûsî û Turkî li hev kirin ku pagerên hevbeş li deverê pêk bînin bo parastina ewlehîya wê rêyê.

Lê hinek angaşt dikin ku Rûsyarêgirîyan ji bicihanîna rêkeftinê çê dike, hewl dide ku bêhtir xwe li vê devera ku agirbest lê di dewrê de ye bi cih bike, çalakgerekî Idlibê bi navê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Esaf got ku di hewlekê de bo rawestandina pagerên hevbeş, bi dehên xwenîşanderan beşek ji rêya stratîjî, ya ku di nêzî bajarê Idlibê re diçe, girtin.

Xwenîşanderan kosp bi axê çê kirine bo girtina rêya M4 li parêzgeha Idlibê weke nerazîbûnê li hember destêwerdana Rûsî. [Wêne ji Mangirtina Keramayê hatiye wergirtin]

Xwenîşanderan kosp bi axê çê kirine bo girtina rêya M4 li parêzgeha Idlibê weke nerazîbûnê li hember destêwerdana Rûsî. [Wêne ji Mangirtina Keramayê hatiye wergirtin]

Xwenîşander angaşt dikin ku Rûsya berpirsyar e ji mirina bi hezarên sivîlên Sûrî, bi awayekî rasterast, bi rêya cihgirtinê di operasyonên serbazî de, û bi wayekî nerasterast bi rêya piştgirîya wê ya berdewam ji rejîma Sûrîyayê re.

Esaf got ku xwenîşandan bû sedema derketina alozîyan di navbera komên opozîsyonê, yên ku piştgirîya tiştê navê lê dikin "mangirtina Keramayê" dikin û alîyên ku diberî wê ne de.

"Bi taybetî, girjî di navbera hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam û Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê derketin, ku bûn sedema revandina çekdarên hevûdu û derketina pevçûnan," wî da zanîn.

Esaf got ku Tehrîr el-Şam fermandarê Feyleq el-Şam, Remedan Deyûb ("Ebû Elî Cercenaz"), û 10 ji hevalên wî girtin piştî derketina alozîyeke mezin li Neyribê li rojhilatê rojhilatî yê Idlibê.

Wî da zanîn ku tevî alozî berfiehtir bûn, xwenîşander li M4 li deverê man, ku ew pir ji xalên pişkinînê yên rejîma Sûrîyayê û hêzên Rûsyayê nêzîk e.

Esaf gor ku hevdem pevçûn di navbera hêzên rejîmê û komên opozîsyonê de li gundewarê başûrê yên Idlibê dest pê kirin, bi taybetî li devera Kefir Nubil.

Hejmarek ji deverên li jêr kontrola opozîsyonê, di nav de Sefuhin, Fetîra û Bera, rastî topbarankirinê ji hêla hêzên rejîmê ve, yên li raserî wan bajarok bi cih dibin, hatin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500