Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Pêşmerge bangewezîya xebatên hevbeş dikin bo nehiştina bermahîyên DAIŞê

Xalid Taî

Hêzên Pêşmerge xwe ji operasyoneke ewlehî ya li dijî bermahîyên DAIŞê re amade dikin li dirêjahîya sînorî îdarî yê di nav parêzgehên Sulêmanî û Diyalayê de, di Kanûna Yekema sala 2019an de. [Wêne ji Wezareta Pêşmerge hatiye wergirtin]

Hêzên Pêşmerge xwe ji operasyoneke ewlehî ya li dijî bermahîyên DAIŞê re amade dikin li dirêjahîya sînorî îdarî yê di nav parêzgehên Sulêmanî û Diyalayê de, di Kanûna Yekema sala 2019an de. [Wêne ji Wezareta Pêşmerge hatiye wergirtin]

Hêzên Pêşmerge bangbo zêdekirina alîkarîyê bi hêzên Îraqî re bo nehiştina bermahîyên " Dewleta Îslamî (DAIŞ) kirin, wan hişyarî ji zêdebûna çalakîya terorîstan li deverên nakokî li ser hene li dirîjahîya sînorê di navbera herêma Kurdistanê û parêzgehên Îraqî yên din de da.

Wezareta Pêşmerge "100 êrîşên terorî ji alîyê bermahîyên DAIŞê ve li van deveran tomar kirine ji destpêka vê salê ve", sekreterê giştî yê wezaretê ferîq. Cebar Yawer ji Diyaruna re di (13ê Nîsanê) de ragihand.

Wî got ku di sala 2019an de, bi giştî 238 êrîşên terorî hatin tomarkirin.

"Êrîş bi taybetî li deverên Xaneqîn, Celewla, Saedîya, Qara Taba û girên Hemrînê, ligel Toz Xurmato û derdora Kerkûk û Mexmûrê bûn," Yawer anî ziman.

Di êrîşa herî dawî de, bermahîyên DAIŞê di berbanga 7ê Nîsanê de fîşek avêtine hêzeke pêşmerge li bajarokê Kulajoyê, yê ku li ser sînorê îdarî yê di navbera parêzgehên Sulêmanî û Diyalayê de dikeve.

Du endamên Pêşmerge di êrîşê de hatin kuştin û yekî sêyan birîndar bû.

Êrîş "nîşaneke din e li ser zêdebûna çalakîya terorîstan li deverên li dirêjahîya sînorê îdarî yê di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Îraqî yên hevtixûb de", Yawer got.

Sînor bi dirêjahîya 1,000 kîlometran e, ji sînorê Îraq-Îranê li rojhilat welat heta bajarokê Rebîayê li ser sînorê bi Sûrîyayê re dirêj dibe.

"Kendûkoz li wan deveran ji alîyê coxrafî aloz in, ligel newal, çiya û penayên xwezayî û şînkahîya himbiz ya dihêle ku zehmet be ku mirov cihên terorîstan kifş bike û bide dov wan," wî daxuyand.

Wî got lê berhengarîyên ku hêzên ewlekarî rastî wan tên ne tenê xwezaya wan deveran a tund e, belê herwiha ew ji ber valahîyên ewlehî ne, yên ji ber tevlihevbûna berpirsîya ewlehî di navbera Pêşmerge û hêzên federal ên Îraqî de.

Yawer bang bo berfirehkirina alîkarîyê di navbera wan hêzan de kir û got ku divê kemîn û xalên pêşkinînê yên ewlehî yên hevbeş werin çêkirin da alîkarîyê di girtina hemû valahîyên ewlehî de bikin.

Herwiha wî bang bo zêdebûnekê di pêngava êrîşên li ser bermahîyên terorîstan de bi rêya xebatên serbazî yên hevbeş kir û destnîşan kir ku hêzên Pêşmerge bi berdewamî operasyonên ewlehî pêk tînin daku bidine dûv bermahîyên DAIŞê yên li deverên dikevin sektorê li jêr berpirsîya hêzên Îraqî.

Berpisên Kurd û yên Îraqî di 11ê Adarê de rêkeftinek îlan kirin bo komîteyên hevahengîya hevbeş ên di nav herdu alîyan de çalak bikin, daku ew çalakîya DAIŞê têk bibin û ewlehîyê li navçeyên nakokî li ser wan hene biparêzin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500