Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Qsdê"emîrekî" DAIŞê li başûrê parêzgeha Hesekê digire

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Hêzên Sûrîyaya Demokaratîk vê dawîyê emîrekî DAIŞê li bajarê Şedadê li başûrê Hesekê girt, ku di wêneyê de dîyar dibe. [Wêne ji Encumena Şedadê hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîyaya Demokaratîk vê dawîyê emîrekî DAIŞê li bajarê Şedadê li başûrê Hesekê girt, ku di wêneyê de dîyar dibe. [Wêne ji Encumena Şedadê hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) heftîya borî "emîrekî" rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li başûrê parêzgeha Hesekê girt, li gorî berpirsekî QSD.

Girtin di çarçoveya hewlên zêde yên QSDê û Hevpeymanîya Navdewletî bo nehiştina şanên razayî yên ser bi DAIŞê ve tê, efserekî QSD bi navê Ferhad Xoca ji Diyaruna re ragihand.

Xoca got ku Yekîneyeke Dijî Terorê ya QDSê, bi piştevanîya hêzên hevpeymanîya navdewletî, êrîşî xanîyekî li Şedadê li başûrê parêzgeha Hesekê kirin û Muhemed Reşîd Diyab, emîrê "dîwana tendirustîyê" ya rêxistinê girt.

Wî dîyar kir ku operasyon bi awayekî "serkeftî û bilez" hat encamdan û Diyab bo navendeke lêpirsînê hat şandin, ku dê li wir lêpirsînê pê re were kirin.

Endamên DAIŞê motorekî ku wan bi kar tanî li nêzî bajarokê Eyin Îsayê li Reqayê hiştine, di demekê de ku QSDê hemû rê li ber wan girtine. [Wêne ji Ronahî TV hatiye wergirtin]

Endamên DAIŞê motorekî ku wan bi kar tanî li nêzî bajarokê Eyin Îsayê li Reqayê hiştine, di demekê de ku QSDê hemû rê li ber wan girtine. [Wêne ji Ronahî TV hatiye wergirtin]

Kembereke teqîner û materyaline din bi endamekî DAIŞê re li Minbicê hatin girtin, yê ku hat kuştin dema ku wî hewl dida bi dizî derbasî bajar bibe, ew li vir tê nîşandan. [Wêne ji Encumena Serbazî ya Minbicê hatiye wergirtin]

Wî got ku êrîş beşek bû ji plana ewlehî ya ku QSDê li deverên li jêr kontrola xwe bi cih tîne bo girtina paşmahîyên DAIŞê û rêgirtin li ber êrîşên wan.

Wî got ku pir girîng e ku planên terorîstan ên pêkanîna êrîşan di dema petaya vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19) de werin têkbirin, di demekê de ku baldarîya hêzên ewlekarîyê û civakê li ser nehiştina belavbûna nexweşîyê ye.

Berdewamkirina fişarê li ser DAIŞê

Xoca got ku di operasyoneke din de, QSDê bi sê endamên DAIŞê re li nêzî bajarokê Eyin Îsa li parêzgeha Reqayê kete pevçûnan, û nehişt ku ew derbasî bajar bibin.

Tundrewan karî birevin, lê motorek li pişt xwe hişt ku plêteke jimara wê 60594 û li ser "Dewleta Îslamî -- Wîlayeta Reqayê" hatiye nivîsîn li pey xwe hiştin.

Wî da zanîn ku hêzên elwekarîyê li nêzî bajarê Minbicê yê parêzgeha Helebê çekdarekî biyanî yê DAIŞê kuşt, yê ku hewl dida bi dizî derbazî deverê bibe, û qasek ji teqemenîyan pê re hat girtin.

Rêkarên ewlehî li bakur û rojhilatê Sûrîyayê hatine tundkirin piştî raportên dibêjin ku hejmarek ji endamên DAIŞê vegerîyane gundewarê parêzgeha Humsê û Badiya (biyaban) Sûrîyayê hatin piştrastkirin.

Wî daxuyand ku tê payîn tundrew sûdê ji rewşa aniha ya rêkarên li hember belavbûna vayrûsa Koronayê bigirin bo pêkanîna êrîşan li hinek deveran.

Lê wî teqez kir ku QSD hema asta baldarîyê dide tendirustîyê û ewlehîyê, ji bo misogerkirina ewlehîyê li deverên li jêr kontrola wê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500