Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Yekîtîya Ewropayê kara sizayên zêdetir li ser Sûrîyayê dike piştî bikaranîna çekên kîmawî

AFP

Wêneyeke ku di 22yê Adara 2017an de li nêzî bajarokê Letamnayê li parêzgeha Hemayê hatiye kişandin malbateke bêwar a Sûrî nîşan dide dema ku ew tev tiştên xwe yên nav malê bar dikin û du çekdarên opozîsyonê bi motorekî li pişt wan in. Raporteke nû rejîma Sûrîyayê bi pêkanîna sê êrîşên kîmawî li dijî bajarok piştî çend rojan, di 24, 25 û 30ê Adarê de tawan bar dike. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Yekîtîya Ewropayê Pêncşemê (9ê Nîsanê) pêşwazîya raporteke Ajansa Cîhanî ya Çavdêrîkirina Çekên Kîmawî kir,raporta ku rejîma Sûrîyayê bi pêkanîna êrîşên bi gazên jehrîn sûcdar dike, û got ku ew amade ye ku sizayên bêhtir li ser Şamê bisepîne.

Ajansa Qedexekirina Çekên Kîmawî Çarşemê bo cara yekemîn bi awayekî eşkere rejîma Beşar Esed bi pêkanîna êrîşên kîmawî di sala 2017an de, yên ku sarîn û klorîn di wan de hatine bikaranîn, tawanbar kir.

Serokê diplomasîya Yekîtîya Ewropayê Josep Borrell pêşwazî li raportê kir, bi nûnertîya yekîtîya ji 27 dewletan pêk tê.

"Em bi temamî piştgirîya serencama raportên dikin û bi nîgeranîyeke kûr encaman dibînin," wî got.

Wêneyeke ku di 6ê Nîsana 2017an de hatiye kişandin, zilamekî 40- salî bi navê Hesen Yûsif, ku qurbanîyekî êrîşeke bi gaza jehrîn li dijî Xan Şêxûnê ye, nîşan dide, dema ku ew guhdana bijîşkî li nexweşxaneyekê li nêzî bajarê Idlibê werdigire. [Omer Hac Qedûr/AFP]

"Divê kesên berpirsyar ji bikaranîna çekên kîmawî baca van karên xwe yên hovane bidin."

Lêkolîn gihişt encama ku di Adara 2017an de, firokeyên şer ên Sûrî gundê Letamneyê bi gaza demaran a sarînê kîmyabaran kiriye, gundê li gundewarê bakurî yê Hemayê û helîkoptereke serbazî heman gund bi bermîleke teqîner a mişt klorîn kîmyabaran kir.

Ajansê got ku wê nikarî destnîşan bike ka rîzbendîya fermandarîyê çawa ye, lê teqez divê fermanên êrîşan ji fermandarên payebilind ên rejîma Sûrîyayê derkevin.

Dê raport bo NY were şandin bo ew biryarê bide divê çi rêkar têkildarî encama raportê werin standin -- eger werin standin.

Borrell got ku Yekîtîya Ewropayê amade ye ku nîqaş bike ku pakêta sizayên xwe yên li dijî rejîma Esed berfirehtir bike.

"Yekîtîya Ewropayê berî aniha rêkarên bertengkirinê li ser berpisên payebilind û zanayên Sûrî sepandin ji ber rola wan di pêşxistin û bikaranîna çekên kîmawî de û ew amade ye ku li gorî pêwîst rêkarên bêhtir bide pêş," wî di daxuyanîyekê de ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500