Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Planeke ewlehî bo parastina kêlgehên neftê li Besrayê li dar e

Xalid Taî

Fermandarê polîsê Îraqî zevîyên neftê yên Mecnûn li parêzgeha Besrayê di 22yê Nîsana 2019an de pişkinîn dikin. [Wêne ji Birêveberîya Giştî ya Polîsê Neftê hatiye wergirtin]

Fermandarê polîsê Îraqî zevîyên neftê yên Mecnûn li parêzgeha Besrayê di 22yê Nîsana 2019an de pişkinîn dikin. [Wêne ji Birêveberîya Giştî ya Polîsê Neftê hatiye wergirtin]

Planeke nû hatiye destpêkirin bo ewlekirina kêlgehên neftê li parêzgeha Besrayê piştî êrîşeke bi rokêtan ku Duşemê (6ê Nîsanê) rû da, berpirsekî polîsê Îraqî Pêncşemê ragihand.

Sê mûşek roja Duşemê li nêzî cihê Kompanîya Xizmetguzarîyên Neftê ya Halliburton ya Amerîkî yê li nêzî devera Burcisiyayê li başûrê Besrayê ketin, lê tu qurbanî neketine.

Êrîş di demekê de tê kuzêdebûnek di hejmara êrîşên bi rokêtan li ser serbazgehên Hevpeymanîya Navdewletî ûZona Kesikli Bexdaya paytext heye, êrîşên ku komine çekdar li Îraqê bi pêkanîna wan tên gunehbarkirin.

Êrîşê ofîsên kompanîyeke bi ewlehîya karmendên sektorê neftê li Besrayê erkdar armanc kirin, emîd Haşim Celûb, birêveberê Polîsê Neftê yên Besrayê û Başûr ragihand.

Endamên Polîsê Parastina Neftê li Besrayê di rahînanekê de ne di 12ê Cotmeha 2019an de. [Wêne ji Birêveberîya Giştî ya Polîsê Neftê hatiye wergirtin]

Endamên Polîsê Parastina Neftê li Besrayê di rahînanekê de ne di 12ê Cotmeha 2019an de. [Wêne ji Birêveberîya Giştî ya Polîsê Neftê hatiye wergirtin]

"Sê roktên Katyûşa ku ji zevîyeke çandinîyê hatin avêtin i nêzî ofîsan [ên kompanîyê] ketin," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku polîs avêjer li nêzî rêya Zubêr el-Şueybayê dît, ku 11 mûşek amade bûn werin avêtin, ku hêzên ewlekarîyê ew bê bandor kirin.

Wî got ku ev "êrîşa yekem a ji vê cureyê ye" li deverê, û da zanîn ku bi tenê hinek xesarên madî yên biçûk hebûn.

Wî da zanîn ku piştî bûyerê, polîsê neftê planeke ewlehî ya nû bo parastina kêlgehên neftê û rêgirtin li ber rûdana êrîşine nû danîn.

Zêdekirina rêkarên ewlehî

"Plana me ji çend rêkarên parêzî pêk tê, di nav de zêdekirina pagerên çavdêrîyê li nêzî sazîyên neftê," Celûb got.

"Kemîn, xalên pişkinînê û hêzên nepenî li gund û zevîyên çandinîyê li nêzî bîrên neftê hatin bicihkirin bo komkirina agahîyên hewalgirî li dor her çalakîyeke ku dibe gefê li ewlehîya sektorê neftê û kompanîyên biyanî yên bi şiyankirina wan zevîyên neftê ekdar in bixwe," wî got.

Wî dîyar kir ku êrîş "kiryareke têkder bû" ku gefê li aborîya niştîmanî dike.

Wî got ku polîsê neftê bi karkerên cihê hatibû armanckirin civîn pêk anî û ew dilnîya kirin ku dê hemû rêkar û tedbîr bên wergirtin bo misogerkirina selametîya wan, û raportên mîdyayî yên angaşt kirin ku efserên polîs ên berpirsyar ji ewlehkirina cih hatine girtin ji ber binketin di pêkanîna erkê xwe de red kirin.

"Ev nûçe bi yekcarî ne rast in," wî got.

Wê demê, Wezareta Neftê ya Îraqî êrîş şermezar kir, û ew weke "kiryareke dijminkarî û êrîşeke li ser xebatkarên warê neftê bi nav kir".

Ew "hewlên bêsûd ên têkdana çalakîya berhemanîna neftê, ku bingeha aborîya me ne," nîşan didin, wezaretê di daxuyanîyekê de got.

Wezaretê bang li hêzên ewlekarî kir ku "xebatan bide pêş bo dîtina sûcdaran û dadgehkirina wan".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500