Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Asayîşa Holê jineke "xeternak" ji ber sûcên girêdayî terorê digire

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Dêya Hemza ji bo çekan ji alîyê yekîneyeke hêzên taybet ve li kampa Holê tê teftîşkirin piştî ew hatiye girtin. [Wêne ji Deir Ezzor 24 hatiye wergirtin]

Dêya Hemza ji bo çekan ji alîyê yekîneyeke hêzên taybet ve li kampa Holê tê teftîşkirin piştî ew hatiye girtin. [Wêne ji Deir Ezzor 24 hatiye wergirtin]

Yekîneyeke hêzên taybet ya Hêzên Sûrya Demokratîk (QSD) roja Duşemê (6ê Nîsanê) jineke ku ew wê weke yek ji jinên herî xeternak li kampa Holê şiyanse dikin ji ber sûcên terorîzmê girt, li gorî efserekî QSD.

QSD erkdar e ku ewlehîyê li kampa biyabanî ya qerebalix li parêzgeha Hesekê ya li rojhilatê Sûrîyayê biparêze, ku gelek malbatên girêdayî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) lê girtî ne.

Jina ku weke Dêya Hemza tê naskirin, bi şewitandina konan, êrîşkirin û lêdana pasvanekî û berdewambûn di belavkirina îdyolojîya DAIŞê gunehbar e.

Efserê QSDê Ferhad Xoca ji Diyaruna re ragihand ku yekîneyeke dijî terorê ya hêzên taybet yên QSDê Dêya Hemza girtiye, ya ku endameke hisba ("polîsê şerîetê") ye ku di hundirê kampê de kar dike.

Jina ku weke Dêya Hemza tê naskirin ji ber gelek sûcan hatiye girtin, di nav wan de lêdana pasvanekî, şewitandina konan û belavkirina îdyolojîya DAIŞê. [Wêne ji Deir Ezzor 24 hatiye wergirtin]

Jina ku weke Dêya Hemza tê naskirin ji ber gelek sûcan hatiye girtin, di nav wan de lêdana pasvanekî, şewitandina konan û belavkirina îdyolojîya DAIŞê. [Wêne ji Deir Ezzor 24 hatiye wergirtin]

Dêya Hemza ber bi odeya girtinê ve tê veguhestin berî veguhestina wê bo navendeke girtina terorîstan. [Wêne ji Deir Ezzor 24 hatiye wergirtin]

Dêya Hemza ber bi odeya girtinê ve tê veguhestin berî veguhestina wê bo navendeke girtina terorîstan. [Wêne ji Deir Ezzor 24 hatiye wergirtin]

Jinên hisbayê girtine ser milên xwe ku bi zorê qanûnên tund ên DAIŞê di hundirê kampê de bisepînin, bo belavkirina îdîolojîya rêxistinê ya hişk û sepandina cezayan li ser tawanbaran.

Dêya Hemza hat girtin piştî lêgerîn ji alîyê hêzên ewlekarî yên kampê ve hatin pêkanîn derbarê hejmareke buyerên tundîyê yên vê dawîyê, Xoca got.

"Bersûcên ku Dêya Hemza bi wan tê gunehbarkirin gelek in, di nav wan de berdewambûn di belavkirina îdyolojîya DAIŞê de, gurkirina tundîyê û pêkanîna êrîşên tundrew li kampê li dijî jin û sivîlan," wî got.

Wî got ku "herwiha Dêya Hemza bi şewitandina konan, lêdana pasvanekî kampê û plankirina hewldaneke revê ligel komek jinên ku ji ber tuhmetên terorîzmê li kampa Holê girtî ne gunehbar e".

Dibe ku girtina Dêya Hemza ber bi destnîşankirina nasnameyên endamên koma tund ên mayî ve bibe, yên ku kiryarên tirsandin û terorkirinê li kampê pêk tînin, li gorî Xoca.

"Hêzên ewlekarîya kampê berî du heftîyan dest pê kirin giranî dane Dêya Hemza piştî wan hewldaneke revê ku bêtir ji 10 jinên ji neteweyên cuda tê de beşdar bûn têk bir, jinên ku ji ber sûcên terorîzmê ligel zarokênn xwe hatine girtin," wî got.

Xoca got ku girtin û îzolekirina jinên têkder dê hêmînîyê vegerîne kampê û dawîyekê ji êrîşan re deyne.

Wî anî ziman ku tiştê herî girîng ew e ku ev yek dê belavkirina îdyolojîya DAIŞê ya jehrîn di nav niştecihên kampê de rawestîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500