Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Niştecihên bêwar ên Xan Şêxûnê salvegera êrîşa xazê bi bîr tînin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Keçeke ji bajarokê Xan Şêxûnê yê Idlibê ku ji êrîşa kîmawî ya li ser bajarok di 4ê Nîsana 2017an de sax derket. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Keçeke ji bajarokê Xan Şêxûnê yê Idlibê ku ji êrîşa kîmawî ya li ser bajarok di 4ê Nîsana 2017an de sax derket. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Çalakgerên Sûrî Şemîyê (4ê Nîsanê) careke din bang kirin ku divê rejîma Sûrî ji ber kuştina sivîlên Sûrî di operasyonên xwe yên serbazî de were muhasebekirin, di salvegera sêyem a êrîşa gazê ya kujêner li ser Xan Şêxûnê.

Di 4ê Nîsana 2017an de, bajarokê li jêr kontrola opozîsyonê li parêzgeha Idlibê bi gaza sarînê hat kîmyabarankirin , ku 83 kes hatin kuştin, li gorî NY.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov amarek belav kir, li gorî wê 87 mirî hene, di nav wan de bêhtir ji 30 zarokan.

Çalkgeran xwepêşandan li gelek deveran li Idlibê di salvera sêyem a êrîşê de li dar xistin, çalakgerê Idlibê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Wî destnîşan kir ku ligel mirîyan, 500 kesên din derdê hinasekirina gazên jehrîn kişandin, yên ku bûn sedema nîşanên pirsgirêkên henaseyê, verîşandin, gêjbûnê.

"Xwepêşanderan careke din bang kir ku divê rejîma Sûrî were muhasebekirin ji ber pêkanîna êrîşê û êrîşên din ên ji heman xwezayê, yên ku hatine belgekirin," Idlibî got.

Wî da zanîn ku lêkolînerên NY biyar dan ku gaza sarînê, ya ku li ser asta navdewletî qedexekirî ye, di êrîşê de hatiye bikaranîn.

Idlibî got ku herwiha xwenîşanderan gazin ji Rûsyayê kir ji ber rola wê di piştgirîkirina rejîma Sûrî de -- ku di operasyonên serbazî de beşdar bû û hewl da ku berpirsîya rejîmê di pêkanîna van tawanan de binixumîne.

Wî got ku çalakgerên Sûrî 221 êrîşên kîmawî yên ku li dijî sivlan hatine pêkanîn di salên ji 2012an heta bi 2019an de ji alîyê hêzên rejîmê ve û hevalbendên wan ve belgeh kirine.

Wan angaşt kir ku ev êrîş bûn encama mirina 1,460 qurbanîyan, di nav wan de 185 zarok û 252 jin, û birîndarbûna dora 10,000 kesên din.

Idlibî got ku Xan Şêxûn aniha li jêr kontrola rejîma Sûrî û hevalbendên wê ye, wî destnîşan kir ku hêzên opozîsyonê berî demekê jê vekişîyan, piştî şerekî dijwar li gundewarê Idlibê.

Wî got ku vê yekê nehişt ku sivîl biçin serdana gorên wan kesên kuştî bikin di salvegera êrîşa sala 2017an de, lê ev yek li pêşîya wan nesekinî ku mirîyan bi bîr bînin an bang bikin ku rejîm were muhasebekirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500