Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pispor: radestkirina baregehan şîyanên Îraqî yên geşbûyî nîşan dide

Xalid Taî

Leşkerên hevpeymanîya navdewletî baregeha serbazî ya Qaimê ya li rojavayê Enbarê vala dikin û kontrolkirina wê radestî artêşa Îraqî dikin di17ê Adarê de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Operasyona Çareserîya Mayinde hatiye wergirtin]

Leşkerên hevpeymanîya navdewletî baregeha serbazî ya Qaimê ya li rojavayê Enbarê vala dikin û kontrolkirina wê radestî artêşa Îraqî dikin di17ê Adarê de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Operasyona Çareserîya Mayinde hatiye wergirtin]

Berpirsên serbazî û çavdêr dibêjin ku radestkirina baregeha serbazî ya Qaimê ya li parêzgeha Enbarê ya vê dawîyê ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ve bo hêzên ewlekarî yên Îraqî gaveke erênî ye ya ku şîyanên artêşa Îraqî li hember "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) teqez dike.

Hêza raspartî ya Hevbeş – Operasyona Çareserîya Mayinde radestkirina baregeha Qaimê di 17ê Adarê de îlan kir.

"Qaim cihekî hestyar bû di şerê li dijî DAIŞê de," emîd Vincent Barker, Birêveberê Beşê Mayindekirinê yê Operasyona Çareserîya Mayinde di daxuyanîyekê de got. "Cara yekem dema ku hêzên ewlekarî yên Îraqî devera Qaimê ji hebûna şer rizgar kirin û di pişt re weke baregeheke binirx di Şerê el-Baxozê de, devera madî ya dawî ya li jêr kontrola DAŞê."

"Em dikarin bibêjin ku raguhestina îroj bi saya xebat û serkeftinên hevkarên me hêzên ewlekarî yên Îraqî ne," wî got.

Leşkerên Îraqî cebilxaneyên DAIŞê yên li derdora Bexdayê hatine dîtin didin hev weke beşekî ji pêngava serbazî ya Lehengên Îraqê di Sibatê de. [Wêne ji Wezareta Berevan/yê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî cebilxaneyên DAIŞê yên li derdora Bexdayê hatine dîtin didin hev weke beşekî ji pêngava serbazî ya Lehengên Îraqê di Sibatê de. [Wêne ji Wezareta Berevan/yê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî operasyonên serbixwe bi cih tînin di şerê li dijî DAIŞê û şer berevanîya welatê xwe de, di nav de Operasyona Lehengên Îraqê ya Serbazî ya ku di Sibatê dest pê kir û Pêngavên Vîna Serkeftinê yên sala par , daxuyanîyê got.

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqê di 2wê Adarê de dest bi Operasyonên Şûrê Tûj kirin -- "Operasyonên serbazî yên herî mezin" li dijî DAIŞê ji çaxê têkçûna wan di dawîya sala 2017an de -- yên aramnac dikin ku li bermahîyên DAIŞê yên xwe li devera Cezîrê ya rojavayî vedişêrin bixin, devera ku dikeve nav parêzgehên Selahedîn, Enbar û Nînewayê de.

Hêzên Îraqî serkêşîyê dikin

Dema ku hêzên ewlekarîyê yên Îraqî serkêşîya şerê li dijî bermahîyên DAIŞê dikin, hêzên hevpeymanîya navdewletî dê li Îraqê bimînin li ser bingeha vexwendina ji alîyê hikûmeta Îraqî ve û dê berdewam bikin û şîret û rahênanê ji hêzên Îraqî re dabîn bikin, li gorî daxuyanîya Operasyona Çareserîya Mayinde.

Radestkirina Qaimê teqez dike ku hêzên me "xwedî şarezayî û nasyarîyeke astbilind in û ew têra xwe jêhatî ne ku her tiştî bi xwe bikin", lîwa Tehsîn Xefacî, peyvdarê Fermandarîya Opersyonên Hevbeş a Îraqî ragihand.

Baregeha Qaimê weke "platformeke destpêkirinê ya sereke di şerê rizgarkirina bajarokê Qaimê" ji DAIŞê hat reçavkirin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku piştî rizgarkirina bajarokê ku li rojavayê parêzgeha Enbarê dikeve li dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re, di Mijdara sala 2017an de, "baregeha serbazî bû jêderek ji piştgirîya lojistî ya pêşketî ji hemû operasyonên serbazî re yên endamên DAIŞê armanc dikin", bi taybet li revera Ferata Jorîn.

Xefacî radestkirina baregehê weke "gaveke erênî şiyanse kir ya şîyanên artêşa Îraqî piştrast dike, bi taybet Fermandarîya Operasyonên Cezîrê ya berpirsyar e ji parastina ewlehîya devera sînorî".

Wî got ku şerîta sînorî ya bi Sûrîyayê "ewle ye û li jêr kontrolê ye".

Wî got "Fermandarîya Operasyonên Hevbeş xwedan plan û saman in bo rêgirtin li ber derbasbûna terorîstan bi dizî di sînor re û bo wêrankirina veşartgehên wan ên li devera biyabanî ya li dirêjahîya sînor".

Di 31ê Adarê de, hevpeymanîya navdewletî ji baregeheke serbazî ya din a li Mûsilê vekişiyan, di heftîyên tên de, ew dê herwiha ji baregeheke berfireh a li Kerkûkê vekişin.

Avakirina li ser bingeha serkeftinên serbazî

Hêzên ewlekarî yên Îraqî dikarin bi xweoperasyonên serbazî yên bermahîyên DAIŞê armanc dikin bi rê ve bibin û bi cih bînin, şirovekarê ewlekarî Sermed Beyatî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku jêhatîyên ku hêzan di şeran de wergirtin, û rahênan û xebatên şêwirdarî yên ji alîyê hêzên hevpeymanîyê ve hiştin ku ew îro bi awayekî baştir amade bin daku bar bigirine ser milên xwe.

Beyatî got ku di heman demê, hewcedarîya Îraqê bi piştgirîyeke bêtir ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ve heye, mîna dabînkirina teknolojîya serbazî ya herî nûjen, bipêşxistina sîstemên berevanîya cewî û pêkanaîna koleçanên bi dronan û operasyonên hewalgirî.

"Hêzên me asteke bilind ji nasyarî û çalakîyê pêk anî,ev yek di pêngavên serbazî yên serbixwe li dijê DAIŞê bi cih anîn li kedûkozan," pisporê serbazî Celîl Xelef got.

Operasyonên Vîna Serkeftinê bi her heşt pêngavên xwe û operasyona Lehengên Îraqê weke ezmûneke girîng bûn ji hêzên Îraqî re yên ew di wan de bi ser ketin û "aniha ew dikarin bi pêş de herin û serkeftinên bêtir pêk bînin", wî ji Diyaruna got.

Wî got ku radestkirina baregeha serbazî ya Qaimê, di pişt re baregehên Geyarayê (nêzî Mûsilê) û K1 (Kerkûk) weke beşekî ji "planeke ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ve ye ... daku berdewam piştgirîyê ji artêşa Îraqî re dabîn bike gava hewcedarîya wê bi alîkarîyê hebe bo rêgirtin li ber hemû çalakîyên terorî".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500