Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xizmetguzarîyên bankê vedigerine navçeya Anahê ya Enbarê

Xalid Taî

Zibûneke Banka Rafîdênê ya Îraqê kerta xwe ya bankê bi kar tîne da ku pereyan ji seraf bikişîne di 14ê Adara 2018an de. [Wêne ji Banka Rafîdênê hatiye wergirtin]

Zibûneke Banka Rafîdênê ya Îraqê kerta xwe ya bankê bi kar tîne da ku pereyan ji seraf bikişîne di 14ê Adara 2018an de. [Wêne ji Banka Rafîdênê hatiye wergirtin]

Banka Rafîdênê ya Îraqê vê dawîyê şaxê xwe yê navçeya Anahê yê li rojavayê Enbarê careke din vekir, yê bi awayekî xerab ziyan gihabûyê di şerê derkirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de û bêhtir ji du sala gortî mabû.

Niştecihên navçeyê pêşwazîya nûvekirina şaxê xwecihî kir, ji ber ev tê wateya ku ew careke din dikarin diravkarîyên Bankê pêk bînin bê ku ji deverê derkevin.

Niştecihekî Anahê bi navê Wîsam Salih ji Diyaruna re ragihand ku dema şaxê Anahê yê bankê girtî bû, divabû ku ew here Bexdayê her cara xwestiba ku pereyan bixe bankê ya jê bikişîne.

Wî got ev proseyeke westyanbar bû ji wî û ji gelek kesên din re.

Fermanberên xanenişînbûyî ên Îraqî mûçeyên xwe yên xanenişînê yên mehane li navçeya Anahê ya Enbarê di 22yê Mijdara 2017an de werdigirin. [Wêne ji encumena Xwecihî ya Anahê hatiye wergirtin]

Fermanberên xanenişînbûyî ên Îraqî mûçeyên xwe yên xanenişînê yên mehane li navçeya Anahê ya Enbarê di 22yê Mijdara 2017an de werdigirin. [Wêne ji encumena Xwecihî ya Anahê hatiye wergirtin]

Wî got "me bendewarîya vê gavê dikir daku jîyana me hêsantir bike".

Xizmetguzarîyên bankê berdest in

Destpêkirina xizmetguzarîyên bankê berêtîyek bû ji encumena xwecihî ya Anahê re, serokê encumenê Ebdul Kerîm Anî got, bi taybet dema ku malbatên ji alîyê DAIŞê ve bêwar bûn vegeriyane malên xwe li navçeyê û şert û mercên bi giştî baş bûn.

Wî got ku di haleta Banka Rafîdênê avahîyeke nû hat bijartin.

Wî got ku hikûmeta xwecihî û ya federal bi hev re kar dikin da ku şaxên bankê vekin û misoger bikin ku ew bi fermanên bankê pêbend in.

Armanc ew e da misoger bikin ku pereyên têr dikin hene û da piştrast bikin ku xelk dikarin xizmetguzarîyên xwe yên bankê bi awayekî rojane pêk bînin.

Wî got ku berî ku şaxê Banka Rafîdênê ya xwecihî were vekirin, ew ji alîyê karmendê Wezareta Darayî ve hat sehkirin û anî ziman ku aniha bank ji alîyê hêzên hevbeş ên polîs û artêşê ve hatiye ewlekirin.

Wî nûvekirina bankê "weke serketineke mezin ji niştecihên xwecihî û navçeyê bi giştî re" şiyanse kir.

Wî got ku "ev bank tenê li navçeyê ye," û destnîşan kir ku berî ku DAIŞ bigire ser parêzgehê di sala 2014an de, şaxê bankê xizmetguzarîyên bankê ji niştecihên xwecihî re û sazîyên taybet û yên giştî re dabîn dikirin.

Wî got "bi vê gavê, em hêvî dikin ku dê ji niştecihên xwecihî neyê xwestin ku dubare xizmetguzarîyln bankê li dervey navçeyê û dikarin diravkarîyên normal bi rewanî werin pêk bînin".

Wî anî ziman ku hewcedarî bi gelek bankan heye li navçeyê ji ber bankeke tenê têrê nake da ku pêdivîyên hemû niştecihên xwecihî yên hejamara wan digihe 30,000 kes pêk bîne.

Vegerandina jêrxaneyê

Anî daxuyand ku navçeyê li ber xwe dida da ku xizmetguzarîyên giştî baş bike, ji ber jêrxaneya wê ziyaneke mezin di şer de gihayê.

Wî dîyar kir ku gelek fêrgeh û sazîyên xizmetguzarîyan bi lez hatin şîyankirin û xizmetguzarîyên ava vexwarinê hatin vegerandin li orta Anahê û bajarokê Segra û Rîhanayê.

Gelek ajansên giştî, di nav de Birêveberîya Giştî bo Pasaportan careke din hatin vekirin.

Anî got ku xebatên şîyankirinê yên xwecihî ji alîyê ajansên Îraqî ve hatin pişgirîkirin mîna sendoqa niştimanî bo nûavakirina deverên ku ji ber operesyonên terorîst ziyan giha wan, herwiha rêxistinên navdewletî.

Li gorî endamê encumena parêzgeha Enbarê yê berê Î'îd Emaş, nûvekirina çi ajans an sazîya xizmetguzarîyan yên sektorê giştî ji niştecihan re sûddar e.

"Nûvekirina Banka Rafîdênê qezenceke mezin e ya ku dê jîyana xelkê hêsantir bike," wî ji Diyaruna.re ragihand

Wî got, "tê naskirin ku parêzgeha me rûbera wê berfireh e û tevgera ji navçeyekê bo navçeyeke din û çûna bo parêzgeha herî nêzîk da ku em karên îdarî yên rotînî bi cih bînin karekî zehmet e".

Vejîyandina aborîya xwecihî

Emaş destnîşan kir ku vegerandina xizmetguzarîyên bankê dê dana mûçe û dermalên fermanberên xanenişînbûyî û ji bo tekekesan û kompanîyên taybet û yên giştî hêsantir û siviktir bike.

Karên bankê çalakîyeke aborî ya gerekbar e, abornas Salih Hemeş ji Diyaruna re eşkere kir û destnîşan kir ku destpêkirina sektorê bankê girîng e bo qayimkirina aborîyên xwecihî li deverên ku ji hukmê DAIŞê sax dibin.

Bank roleke mezin di vegerandina aborîya xwecihî de dilîze bi rêya dana qerzan bo kompanîyên biçûk û weset yên qezencan tînin, ên aniha girîng in da ku bêkarîyê dorpêç bikin û aborîyê di pêşerojê de baş bikin.

Hemaş got ku herwiha bandora bankê li ser sektorên çandinî, pîşesazî û bazirganîyê heye û rasmalê gerandek û hêsankirinên darayî ji kompanîyan herwiha ji ajansên taybet û yên giştî re dabîn dike.

Wî got ku ev xizmetguzarî "di kampanyayên nûavakirin û pêşxistina berdewam de beşdar dibin".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Delalo, min tiştek fam nekir. Ji bo Xweda nûçeyine din ji min re bibêjin.

BERSIV BIDE