Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzeke Fransî jêhatîyên leşkerên Îraqî ava dike

Xalid Taî

Perwerdekarine Fransî şîretên armanckirinê yên deqîq pêşkêşî leşkerên Îraqî dikin di 29ê Tebaxa 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Fransî hatiye wergirtin]

Perwerdekarine Fransî şîretên armanckirinê yên deqîq pêşkêşî leşkerên Îraqî dikin di 29ê Tebaxa 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Fransî hatiye wergirtin]

Di vê mehê de berî salekê, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji dawîn asêgeha xwe li gundê Baxozê yê Dêra Zorê hat derxistin, ku dawî ji tiştê bi navê "xîlafet" re, a li Îraq û Sûrîyayê hatibû ragihandibû, hat danîn.

Ji çaxa dewleta DAIŞê ya paşverû hilweşîya, hevpeymanîya navdewletî zexmê dide xebatên xwe bo rahînankirin û bilindkirina asta amadekarîyê li cem artêşa Îraqî û Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) bo rûbirûbûna paşmahîyên rêxistinê.

Weke beşekî ji operasyona Şemal a Fransî, hêza Monsabert li ser pêşxistina jêhatîyên şer û başkirina rahênên karînê yên Firqeya 16an a Piyadê ya artêşa Îraqî û yekîneya topavêj û koma bombeyan dixebite.

Yekîneya ji 100 endamî pêk tê ya li Bexdayê, ku şêwirmend û perwerdekar jî tê de hene, şîretan pêşkêşî leşkerên Îraqî dike û jêhatîyên serbazî û teknîkî dide wan, her wiha binesazîya devera rahînan jî xurt dike.

Leşkerine Îraqî û şêwirmendine Fransî di derseke rahînanê ya derbarê jihevxistina ewle ya bombeyên bidestçêkirî û mayînên ku DAIŞê li paş xwe hiştine de di 21ê Mijdara 2019an de tên dîtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Fransî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî û şêwirmendine Fransî di derseke rahînanê ya derbarê jihevxistina ewle ya bombeyên bidestçêkirî û mayînên ku DAIŞê li paş xwe hiştine de di 21ê Mijdara 2019an de tên dîtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Fransî hatiye wergirtin]

Dema serdana baregeha koma Monsabert li Bexdayê di 29ê Sibatê de kir, fermandarê Operasyonên Xebatên Hevbeş ferîq Robert "Pat" White pesinê hêzê da ya karîna hêzên Îraqî ava dike bo rûbirûkirina gefa DAIŞê.

"Koma Fransî ya rahînanan pêşkêş dike û piştevanîya şêwirmendî dide şopa wê di karînên xurtkirî yên hêzên me û bersivdayîna wan a bo her berhengarîyê pir belî bû, pisporê stratejîk Ehmed Şerîfî wiha ji Diyaruna re ragihand.

Şerîfî dîyar kir ku "xebatên vê komê û peywendîya wê ya yekser bi leşkeran re xwedî bandoreke mezin bû ku karîbûn jêhatîyên girêkdar û gewherî fêrî bibin mîna şerê li kendûkozên dijwar û deverên xwedî gelek niştecih.

Hêza Monsabert gelek dersên rahînanê amade kirin da hîna jêhatîyên leşkerên Îraqî bi pêş bixe, di nav de tektîkên şer li deverên bajarî û şîretên der barê gulebarankirina armancên sabit û xwedî tevger.

Du mehan derseke rahînanan di dawîya 2019an li deverên avêtina guleyan li başûrê Bexdayê bi amadebûna 4,500 leşker ji Firqeya 6an a Piyadê pêk hat û rêgezên sereke yên avêtina guleyan û armanckirina deqîd tê fêr bûn.

Şerîfî anî ziman ku piştevanîya rahînankirinê "beşekî girêdayî xebatên Fransî yên mezin" e ku bi Operasyona Şemal a 2014an weke beşekî Operasyonên Xebatên Hevbeş hat destpêkirin.

Piştevanîya asmanî, topavêjî û hewalgirî

Wî destnîşan kir ku "balafirên Rafale yên Fransî roleke berçav di parastina firqeyên me yên serbazî de gerand di dema şerên rizgarkirin û bersivdayîna êrîşên li pey hev ên li ser asêgehên dijmin de".

Wî da zanîn ku "topavêja Fransî piştevanî da hêzên me di parastina zincîra sînorî ya bi Sûrîyayê re û her wiha piştevanî da şerê rizgarkirina Baxozê jî".

Şerîfî eşkere kir ku "hevkarîyeke xurt navbera wan û Fransayê di warê pevguhertina agahîyên hewalgirî de heye, û ev jî alaveke sereke di şerê li dijî komên terorîst û têkbirina êrîşan wan de ye".

"Bernameya ku şandeya Fransî pêşkêş kiriyekorsên xwedî astine bilind ên rahînan tê de hene ku em dikarin bibêjin her yek a din temam dike," şirovekarê ewlehî Necim Qesab wiha ji Diyaruna re got.

Di nav de rahînanên başkirina karîna leşkeran a ragirtin, munawere û gulebaranê, û jê zêdetir amadekirina planan û xurtkirina wan di warê alîkarîyên destpêkê, zanista datayan, û jêhatîyên hevpeywendî û komputerê de.

Qesab anî ziman ku warên din ên piştevanîyê rahînanên jihevxistin ewle ya mayîn, bombeyên bidesçêkirî û çawa dê ji wam xelas bibin girtin dest, her wiha perwerdeya bersivdayîna kemînan jî hat dîtin.

Têkilîyeke demdirêj

Wî destnîşan kir ku endezyarên hêza Monsabert destek dan xurtkirina dezgehên rahînanên serbazî û avakirina zevîyê rahînanê bo Firqeya 6an a artêşa Îraqî di 17ê Kanûna Yekem de temam kirin.

"Em girîngîyê didin avakirina têkilîyeke demdirêj bi Fransayê re," Qesab got. "Weke encama vê hevkarîyê, me serkeftinine girîng bi dest xistin û hêvî dikin têkilîyên xwe xurt û bi pêş bixin".

Pisporê ewlehî yê Îraqî Heysem Xezelî ji Diyaruna re dîyar kir ku "pisporên Fransî bi awayekî erênî karînên artêşa me ava kirin".

Wî got "em bi îmzekirina lihevkirin û peymanên bi Fransayê re ne da sûdê ji pisporîya wê ya demdirêj di hemû karînên serbazî de werbigirin".

Xezelî anî ziman "em gerekdarî rahînan û piştevanîyê ne, nemaze di warê rûbirûbûna paşmahîyên terorîst de mîna mayîn û teqemenîyên ku hîna gefan li jîyana xelkên Îraqê dixwin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500