Hêzên ewlekarîyê yên bi pêşengîya Kurdan teqez kir ku wan roja Duşemê (30Adarê) hêmînî vegerande zindanekê li bakur û rojhilatê Sûrîyayê piştî isyaneke ji alîyê girtîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve.
Çar girtîyên tê gotin ku ji girtîgeha Xwêranê ya li bajarê Hesekê derketibûn, li nava komavahîya zindanê hatin dîtin û girtin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.
Dora 5,000 kesên gumanbar in ku endamên DAIŞê ne li zindaneke ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) ya bi serkêşîya Kurdan bi rêve dibe girtî ne, li gorî Rewangehê.
Roja Yekşemê, girtîyan karîbûn derîyên zindanan ji ber bikin û diwarên odeyan qul bikin, û dest deynin ser qatê jorîn, li gorî daxuyanîyeke QSD.
"Rewş li zindanê bi temamî hat kontrolkirin," QSDê Duşemê di daxuyanîyeke ragihand.
Hêzên destêwerdana lezgîn yên QSDê "yekser destêwerdan kirin û zindan ewle kirin," daxuyanîyê got.
Daxuyanîyê got ku "tu kes nereviya", û raportên di vê derbarê de red kirin.
Balefirên hevpeymanîya li dijî DAIŞê ya Amerîka serkêşîya wê dike alîkarî di operasyonên lêgerînê de yên bi dirêjahîya şevê heta sibeha Duşemê berdewam bûn kirin, peyvdarê hevpeymanîyê muqedem Caggins ragihand.
Wî anî ziman ku tenê girtîyên asta xeterîya wan kêm di zindanê de hatine hiştin.
DAIŞê girte ser rûberine berfireh ji Sûrîya û Îraqê di sala 2014an de, û hukmê xwe yê hovane li ser bi milyonan sepand.
Lê êrîşên serbazî yên cuda hêdî hêdî rûbera delwta seretayî kêm kir, û di salekê de ew tine kir.
Kurdên Sûrîyayê dora 12,000 kesên ku guman heye ew tundrew bin di gelek zindanan de li seranserê bakur û rojhilatê welat digirin.
Piranîya wan Sûrî û Îraqî ne lê herwiha 2,500 heta 3,000 çekdarên biyanî ji bi dehan welatên din hene.
Desthilatdarîyên Kurdî bang li welatên biyanî kirin ku welatîyên xwe yên bersûc ku endamên DAIŞê bûn vegerînin, lê ew heta asteke mezin dudilî bûn.
Li şûn wê Kurd aniha civaka navdewletî han didin ku alîkarîyê bikin ku ew zindanên wan bi awayekî baştir ewle bikin û darizandinan ji girtîyên têkildarî DAIŞê re li ser erda xwe organîz bikin.
Tevî bidawîbûna kontrolkirina wan ji erdê re, çekdarên DAIŞê hîn li deverên li jêr kontrola QSDê hene û ew bi berdewamî êrîşan angaşt dikin.