Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Milîsên girêdayî Îranê hewl didin ciwanên Îraqî tecnîd bikin

Hesen Obêdî li Bexdayê

Çekdarine Îraqî ji Hereket el- Nuceba di pêşandaneke serbazî de dimeşin li Bexdayê di 31ê Adara 2019an de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Çekdarine Îraqî ji Hereket el- Nuceba di pêşandaneke serbazî de dimeşin li Bexdayê di 31ê Adara 2019an de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Milîsên girêdayî Îranê xebatên xwe zêde dikin da sîpek û ciwanan li gelek bajarên li bakur û rojavayê Îraqê tecnîd bikin, li gorî hin çalakger û berpirsên ewlehî.

Wan got ku Ketaib Hizbulah, Hereket el-Nuceba û Seraya el-Xoresanî di nava van milîsên ku bela xwe li ciwanên lawaz dixin de ne, û wan da zanîn jî ku ev milîs plan dikin van kesan bo berjewendîyên Îranê li Îraq û herêmê bi kar bînin.

Wan anî ziman ku ev yek gefê ji aramî û ewlehîya Îraqê re çêdike.

Milîs sûdê ji hejarîya xelkê werdigirin ji ber ku civak piştî hikumê "dewleta Îslamî" (DAIŞ)xwe ava dikin, bi rêya sozên mûçeyan bo van serbazên nû û tiştê misogerkirina tiştê bi navê "parêzbendîyê" eger ew tevlî bibin.

Berpirsekî payebilind li Qaimê ji Diyaruna re eşkere kir ku li bajarokê Qaimê yê parêzgeha Enbarê, dayîk û bavan polîs agahdar kirine ku zarokên wan "formên xwebexşîyê" ji milîseke girêdayî Îranê wergirtine.

Berpirsê ku nexwest nasnameya wî were eşkerekirin got ku li beramberî tevlîbûna wan di nav refên milîsê de, ew dê mûçeyeke mehane û padaştan bistînin.

"Polîsê ji van agahîyan ji gelek kes û malbatên li bajarokê teqez bûn," wî anî ziman. "Tiştê baş ku xelkên herêmê kampanyên wisa napejirînin".

Berpris got ku "armanca van milîsan sîxurên xwecihî di nava gelek bajaran de çêbikin ku hema hikumeteke nû were avakirin, ew karibin careke din û bi rengekî nû xwe nîşan bidin".

Wî dîyar kir ku "ew hewl didin nîşan bidin ku operasyonên wanyên dijminkarî yên li dijî hêzên hevpeymanîya navdewletî yên şerê terorîzmê dikin cihê piştgirîya hemû Îraqîyan in, ev tişt jî xapînok e".

Berpirs da zanîn ku "her kes dizane ew li jêr fermanên Îranê tev digerin".

Peyvdarê êlên Nînewayê Şêx Mizahim Hiwêt dîyar kir ku tiştekî wisa li parêzgeha Nînewayê jî çêdibe.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku "ev milîs dixwazin ciwanan û heya bi zarkokan li hemû alîyên Nînewayê li jêr bihanene cihêreng tecnîd bikin".

Hiwêt anî ziman "ew dixwazin dilsozan ji xwe re çêbikin, eger ew ji vir biçin jî, dê xelkin hebin îdyolojîya wan belav bikin û êrîşên wan pêk bînin".

Meremên Îran ên veşartî

Mihemed Cibûrî, ku xwest bernavekî bi kar bîne bo parastina malbata xwe, ji Diyaruna re got ku kurê wî yê 16 salî hema ji alîya Hereket el-Nuceba ve hatibû tecnîdkirin, lê malbatê karîbû wî ji şaştîyeke mezin xelas bike.

Bavê wî dîyar kir ku ew li ser karê xwe bû li dukanekê li Beacê, li başûrê Mûsilê, milîsan xwe gihandinê, û "soza çekekî, bajeke ku parêzbendîyê bide wî û mûçeyeke mehane bi qasî 400,000 dînarên Îraqî ($339) dane wî, ew jî duqatê pereyên ku distîne ye".

"Min tiştek derbarê vê yekê de nizanîbû, lê belê dayîka wî, piştî çend rojan ji min re got," Cibûrî daxuyand. "Sipas bo Xwedê hema me qirika wî ji belayê rizgar kir".

Ev milîs, planên wan ji serbazkirin û danîna sîxuran di nava niştecihan de mezintir in, pisporê warê ewlehî yê Îraqî Fuad Elî got.

"Ev milîs hunerkarî, heyberên hişbir û materyalên qedexekirî bi qaçaxî dibin Sûrîyayê û ji wirrê dikin ji Hizbulaha Lubnanî re, herwisa berevajî, lewra dibe ku ew van serbazan di van çalakîyên ne qanûnî de bi kar bînin," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku çi kesê tevlî van milîsan bibe tu cudahîya tevlîbûna wan û DAIŞê tune ye, ku herdu jî ziyanê digihînin Îraqê.

Xebatên milîsan ên tecnîdkirinê yên sîpek û ciwanan armanc dikin şaştîyeke din e ku "alavên Îranê" pêk tînin," serokê partîya Musteqbel û parlamenterê berê yê Îraqî Intîfad Qenber ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku piştî kuştina generalê Îranî yê payeblind Qasim Sulêmanî û cîgirê serokê Hêzên Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis, milîsên girêdayî Îranê li Îraqêaniha bê serok û rêber in.

Qenber da zanîn ku ev milîs "daxwaza hejmûnê" dikin, û dixwazin razîbûna rejîma Îranî bi rêya tevlîkirina endamên nû qezenc bikin.

"Lê lîstik bi dawî bûye," Qenber got, û da zanîn jî ku êdî piranîya Îraqîyan bi vê hêsanîyê bi planên rejîma Îranî û wekîlên wê nayên xapandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev ne rast e û munafiqî ye. Ev derew e û xerabkirina navûdengîya mucahidên ku berevanî li xwe û şeref û rûmeta xwe kirin. Tiştê rû dide ew e ku hûn berevanîyê dikin li hêzên dagirker yên ku hemû yasayan û nerîtan bin pê dikin. Xelkê xwenîşandaneke girseyî li dar xist û helwesta xwe raber kir. Na, na Amerîka! Encumena nuneran (parleman) deng li ser derketina wan hêzan da û got ku ew ne cihê pêşwazîyê ne ji ber ku wan rêkeftina di navbera her du welatan de bin pê kir. Ev kiryar bo razîkirina Amrîka û Îsraîlê ne. Lê dîsan, mucahid dê bimînin, û xwîna şehîdan belaş û mişeya naçe. Dê dagirker bêhvilfirkandî û çepel werin derxistin, bi hêvîya Xweda. Îraq a Îraqîyan e, Amerîka û dûvikên wê dê baceke mezin a kiryarên xwe bidin.

BERSIV BIDE

Bi navê Xwedayê mezin û mihreban. “Kesên îmandar! Eger kesekî derwîn agahî ji were anîn, li rastîya wê bikolin, bo hûn zulmê li kesî nekin, û pişt re dilê xwe mişt tobet û poşmanî bikin ji ber sûc û xetabarîyên xwe.” Ev malpereke derwîn e û merma wê rûxandina Komara Îslamî ya Îranê Heşda Şaebî û hêzên wê ye. Lewra, gelî xwişk û bira, nûçe û dengûbasan piştrast bikin û bizanin ku çavkanîya wan cihê bawerîyê ye. Hinek alî dixwazin ku merceîyetê (lêvegera olî) û Heşda Şaebî ya Îraqî û hêzên birûxînin bi behaneya ku ew ser bi Îranê ve ne. Ev yek jî ne rast e. Lewra, ji nûçeyên ku ji hêla malperên mîdyaya civakî û kenalên kirêt tên belavkirin haydar bin, ji ber ew hewl didin ku hevgirtina Şîeyên Îraqî têk bibin, Ji kerema xwe re haydar bin. ev postekî bênirx e û rêklameke bikirêgirtî ye.

BERSIV BIDE

Destxweş, bersiveke baş e li hember van agahîyên derew li dor gelê wêrek ê Îraqê.

BERSIV BIDE