https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2020/03/26/feature-01

Ewlehî |

Çalakger dibêjin ku Rûsya û Îran şoreşa Sîyayê dizîn

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

image

Sivîl li bajarê Idlibê salvegera nehemîn ya destpêkirina şoreşa Sûrî pîroz dikin. [Wêne ji Nanvenda Medayayê ya Idlibê hatiye wergirtin]

Çalakgerên Sûrî dibêjin ku bi revandina raperîna aştîyane ya Sûrîyayê bo piştgirîkirina rejîma hakim, Rûsya û Îranê gelê Sûrî ji derfeteke dîrokî ku guhertineke civakî ya erênî peyda bikin û jîyana xwe baştir bikin mehrûm kir.

Di axaftineke bi Diyaruna re vê mehê, dema ku şer dikeve sala dehemîn de, çalakgeran got ku ew gazinan ji destêwerdana ji derve dikin ku heta asteke mezin wê şer dûv dirêj kir, ku herî kêm 384,000 kes tê de hatin kuştin, di nav wan de bêtirî 116,000 kes sivîl bûn.

Yazdeh milyonên din bêwar bûne, li hundir û derveyî welat.

Gelê Sûrî nêz bû ku armancên şoreşê bi cih bîne, şoreşa ku li seranserê welat û bi awayekî lezigîn belav bû di xwepêşandanên destpêkê de berî neh salan, çalakgerekî Sûrî bi navê Muhemed Bêk ji Diyaruna re ragihand.

image

Xwenîşander li parêzgeha Idlibê radihêjin nîşanên ku destêwerdana Rûsyayê ya serbazî di Sûrîyayê de şermezar dikin. [Wêne ji Navenda Medayayê ya Idlibê hatiye wergirtin]

"Lê çerxa şoreşê bi awayekî lezgîn dest pê kir bi paş de vegere piştî destêwerdana ji alîyê Pasdarên Şoreşa Îslamê ya Îranê (Pasdaran) û Hizbulaha Lubnanî mil bi mil ligel rejîma Sûrî, hiştin ku xwenîşandanên aştîyane bibine şerên çekdar," wî got.

Wî got ku vê yekê jî ji alîyê xwe ve derî li pêşîya komên tundrew vekir, yên ku cihê xwe li Sûrîyayê çê kir û hiştin ku welat di şerekî tevgir de bigevize û herwiha alîkarî bi rejîmê re kir ku di desthilatdarîyê de bimîne.

Idlibî got ku bi bihaneya alîkarîya rejîma Sûrî, Îranê hewl da ku berjewendîyên xwe yên taybet li welat qayim bike, bi rêya sepandina hebûna xwe û çêkirina guhertina dîmigrafî li devera Şamê, Qelemûn û gundewarê Dêra Zorê.

Wî got ku ev gav nîşanek e ku Îran nêt dike ku hebûna xwe li Sûrîyayê bo demeke herî dirêj biparêze.

Bêk di heman demê anî ziman ku Îranê hewl da ku samanên Sûrîyayê yên xwezayî kontrol bike û daku projeyên nûavakirinê bi xwe misoger bike weke hewldanekê ku hemû lêçûna ku li Sûrîyayê xerc kir di van salên dawî de vegerîne.

Wî got ku bi vî awayî, wê hewl da ku rê li ber welatên din bigire, welatên dixwazin di qonaxa nûavakirinê de beşdar bibin, bi taybet Rûsya.

Destêwerdana bo berjewendîyên taybet

Rûsya û ranê herduwan di destpêka destêwerdana xwe di Sûrîyayê de angaşt ku armanca wan ew e ku gelê Sûrî biparêzin, rojnamevanê Sûrî Muhemed Ebdulah ji Diyaruna re ragihand.

Wî got lê bi demê re dîyar bû ku destêwerdana wan tenê ji bo xizmeta berjewendîyên xwe yên taybet bikin û da karibin destkeftîyên siyasî û aborî misoger bikin bi rêya hiştina rejîma hakim di desthilardarîyê de.

Wî got ku her herdu welatan bi awayekî kîndar berevanîya rejîmê kir di her neh salên dawî de, "ew bi piştgirîya darayî ya dîrekt, neft û piştgirîya serbazî ya vekirî di rêya bej, derya û cew re dabîn kir".

Ebdulah got ku herwiha wan "milîs çê kirin daku armancên xwe li gelek parêzgehên Sûrî bi cih bînin".

Wî got ku anihaşerekî ne eşkere di nav Rûsya û Îranê de heye, her alîyek armanc dike ku alîyê din ji Sûrîyayê dûr bixe yan herî kêm hejmûna wê û hebûna wê li welat sînordar bike.

"Bê guman gelê Sûrî dê nirxê vê yekê bide," wî got.

Wî got ku herdu hevalbendên angaştî milîsên xwe yên taybet çê dikin û temwîl dikin da ku acindeyên xwe qayim bikin û plnanên xwe pêk bînin, wî destnîşan kir ku dibe ku -- û bûye jî -- di nav wan de bigihe pevçûnên çekdar.

Wî destnîşan kir ku alozî û şerên li vir û li wir di nav milîsên ser bi Pasdaran ve û milîsên Sûrî yên Rûsya wan temwîl dike hene li gelek deveran li Dêra Zorê.

Ebdulah got ku rejîma Sûrî, Rûsya û Îran sivîlên Sûrî bêjimar di êrîşên asmanî û topbaranan de kuştin bi behaneya şerê li dijî komên tundrew -- bi taybey li parêzgeha Idlibê -- asêgeha opozîsyonê ya dawî.

Milîsên biyanî li Sûrîyayê

Îran, Rûsya û milîsên girêdayî wan kontrola gelek beşên welat dikin, dema ku artêş û sazemenîyên rejîmê bi temamî ya bi awayekî nîv tam li wan deveran nînin, çalakgerê Sûrî Museb Esaf Diyaruna re ragihand.

"Eşkere bûye ku ev herdu welat bi bihaneyên sexte destwerdan di şer de kir da ku samanên xwezayî yên bi awayekî sereke yên gelê Sûrî ne kontrol bikin," wî got.

Wî got ku rêjeya feqîrîyê li deverên li jêr kontrola milîsên girêdayî Rûsya û Îranê gihaye astine ku berî vê negihayê û wî bal kişand ser projeyên pêşxistinê yên rawestandî û astengîyên ku li ser kesên vedigerin tên sepandin.

Wî got ku tevî rêkeftinên lihevhatinê piştgirîya ji alîyê hikûmetê ve yek car nîne, piştgirîya ku dest pê kiribûn da ku sivîlên ji ber şer bêwar bûne han bidin ku vegerin.

Esaf got ku rihê şoreşa Sûrî, û hêvîyên wê bû welatekî ku welatî tê de hemû mafê xwe wergirin û jîyaneke bi rûmet bijîn, hîn di wijdanê gelek Sûrîyan de heye.

Wî got ku li gelek deveran mîna gundewarê Şamê û Deraayê, xwepêşandanan li dijî rejîmê dest pê kir û di pişt re bûne pevçûnên çekdar, tevî ku rejîm berdewam e di çewisandina xwenîşandanên cemawerî û nerazîbûnê de.

Tu vê mijarê diecibînî?
0
Na
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan