Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Binketinên hukimranîyê dihêlin ku Sûrî li deverên li jêr kontrola rejîmê rastî xeterîyê werin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Ev wêneya ku ji dîmeneke vîdyo hatiye wrgirtin kombûna niştecihan li pêşîya firnekê li Dêra Zorê dîyar dike. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Ev wêneya ku ji dîmeneke vîdyo hatiye wrgirtin kombûna niştecihan li pêşîya firnekê li Dêra Zorê dîyar dike. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Ji çaxa ku rejîma Sûrî haleta yekem ya ku li welat bi vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19) ketiye ragihand roja Yekşemê (22yê Adarê), tirs li deverên li jêr kontrola rejîmê zêde dibe ku ew baş kar nake bo nehiştina belavbûna vê nexweşîyê.

Çalakgerekî xwecihî teqez kir ku tevî qedexekirina derketinê li deverên li jêr kontrola rejîmê li dêra Zorê hat îlankirin, heta asteke mezin ew hate paşguhkirin, xelk bi koman berdewam li pêş nangeh, makîne sirafa û li bazaran dicivin.

Qedexekirina derketinê, tedbîra ku nehêlin vayrûs belav bibe, hevrê bû ligel rawestandina hemû navgînên guhestinê yên taybet û giştî, çalagerê Dêra Zorê Cemîl Abid ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ard li rojhilatî parêzgehê gelekî kêm bû, ji ber vê yekê niştecîyên sivîl man bi sedan li dervey firnan dicivin.

Bazareke li kolanan li Dêra Zorê vekirî û çalak dimîne tevî tirsa belavbûna vayrûsa Koronayê. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Bazareke li kolanan li Dêra Zorê vekirî û çalak dimîne tevî tirsa belavbûna vayrûsa Koronayê. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Wî daxuyand ku di heman demê de, buhayê materyalên xwarinê yên sereke bilind bû û ajansên gêrêdayî rejîmê ti tedbîr nekirin daku nehêlin bi buhayê nan bilîzin û bazirganên kedxwar ceza bikin.

Nîgeranî li deverên li jêr kontrola Kurdan

Li bakur û rojhilatê Sûrîyayî ku li jêr kontrola Kurdan e, komên alîkarîyê û berpirsan hişyarî da ku dibe ku belavbûna êşê herêmê wêran bike, devera ku 100,000 kes li kampên bêwarîyê dijîn û pêdivîyên bijîşkî dest pê dikin kêm dibin.

"Heta berî ku vayrûsa Koronayê bigihe, hewcedarîyên me mezin bûn û aniha di dema belavbûna êşê hewcedarîya me bi piştgirîya bêtir hebe," ciwan Mustefa, serokê desteya tendirustîyê di birêveberîya xweser de, got.

Berevajî bakur û rojavayê Sûrîyayê, devera ku alîkarîya NY di rêya Turkyayê re derbas dibe, bakur û rojhilatê ji kenalên di sînor re derbas dibin daku alîkarîyên bijîşkî yên NY bigihînin bê par dimîne.

Ji alîyekî din ve, operesyonên wergirtinê di hundirê Sûrîyayê de hewcedarîya wan bi rêdana ji alîyê rejîmê ve heye, rejîma ku heta aniha ti alîkarî nekiriye.

Komîteya Rizgarkirinê ya Navdewletî hişyarî da ku dibe ku belavbûna vayrûsa Koronayê ya nû li bakurê Sûrîyayê yek ji rewşên herî xirab be ku li cîhanê were dîtin.

"Dema ku NY nema dikare pêdivîyên bijîşkî di sînor re dabîn bike, şîyana gelek rêxistinên navdewletî daku hewcedarîya guhdana tendirustî pêk bîne li wan kampan mîna Holê ... ketiye rewşeke xeternak de," rêxistinê got.

Mustefa hişyarî da ku kampên bêwarîyê jêdera xeterîyê ya herî mezin in, ji ber em nikarin tedbîrên dûrkirina ji civakê pêk bînin di deverên mîna van de.

Wî got ku "kamp bi xwe kombûneke civakî ye," û anî ziman ji bo em nehêlin ku vayrûs bigihe deverê, berpirs dihêlin ku karmendên hewarçûnê tenê di rewşên awarte de derbas bibin.

Wî got ku eger nexweşî belav bibe, konekî mezin di her beşekî de dê bibe zoneke cudakirinê û anî ziman "em nikarin bêtir ji vê yekê bikin".

Zindanên rejîmê di xeterîyê de ne

Şanderê NY li Sûrîyayê Geir Pedersen roja Sêşemê bang bo agirbesteke li ser asta niştîmanî kir daku karibin bi awayekî baştir bersiva gefa vayrûsa Koronayê ya nû bidin.

Wî bang kir ku bi kom girtîyan berdin û xwest ku alîkarîyên mirovî bi awayekî tam û berdewam bigihine hemû beşên welat.

Rêxistinên mafên mirov roja Sêşemê hişyarî ji "bobelateke mirovî ya mezin" ji ber egera ku vayrûs bigihe zindanên rejîmê yên mişt û gemar dan, ku girtî bi awayekî rotînî ji guhdana bijîşkî bê par in.

Rêxisrina Efûya Giştî ya Navdewletî û Human Rights Watch binpêkirinên rejîmê li zindanan belge kirin, di nav wan de îdamkirin, eşkencekirin û birçîkirin.

Di daxuyanîyeke roja Duşemê de, 43 komên çalakger ên Sûrî fişar li hikûmetê kir ku tevgerekê bike, bang kir ku girtîyên siyasî berde û hemû girtinên nû rawestîne.

Herwiha wan ji rejîmê xwest ku swênkarên girtinê li pêşîya Rêxistina Tendirutîyê yên Cihanî û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor veke.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500