Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî û Pêşmerge bi hev re li dijî DAIŞê şer dikin

Xalid Taî

Şandeyeke Wezareta Berevanîyê û Wezareta Pêşmerge 24ê Sibatê li hev civîya. Herdu alîyan li ser despêkirina operasyonên hevbeş li dijî paşmahîyên DAIŞê li hev kir. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şandeyeke Wezareta Berevanîyê û Wezareta Pêşmerge 24ê Sibatê li hev civîya. Herdu alîyan li ser despêkirina operasyonên hevbeş li dijî paşmahîyên DAIŞê li hev kir. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirs dibêjin ku Artêşa Îraqî û hêzên Pêşmerge bi hev re kar dikin da şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) têk bibin.

Di hevdîtina 24ê Sibatê ya li Bexdayê de, herdu alîyan li ser avakirina komîteyeke hevbeş bo şerê li dijî DAIŞê, ligel gelek babetên din li hev kir, emîndarê giştî yê Wezareta Pêşmerge ferîq Cebar Yawer ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir ku herdu alîyan li ser du xalên sereke li hev kiriye.

Yawer da zanîn "xala yekem, pêwîst e mûçeyên Pêşmergeyan yên derengxistî werin dayîn, ên di budceya sala par de hatibûn destnîşankirin, ku bi giştî 68 milyar dînarên Îraqî ne ($57 milyon) her meh, ku heya niha nehatine dayîn".

Endamine hêzeke bijarte ya Îraqî paşmahîyên DAIŞê li navçeya Mexmûrê dişopînin di wêneyekê de ku 9ê Adarê hatiye belavkirin. [Wêne ji Hêzên Operasyonên Taybet ên Îraqî hatiye wergirtin]

Endamine hêzeke bijarte ya Îraqî paşmahîyên DAIŞê li navçeya Mexmûrê dişopînin di wêneyekê de ku 9ê Adarê hatiye belavkirin. [Wêne ji Hêzên Operasyonên Taybet ên Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got ku xala duyem jî girêdayî ewlehîyê ye li "navçeyên nakokî li ser wan hene" ji hêla birêveberî di navbera Bexda û Hewlêrê de.

Ev dever ji parêzgeha Kerkûk û gelek navçeyên li Diyala, Selahedîn û Nînewayê pêk tên, di nav de Xaneqîn, Şêxan, Mexmûr, Hemdanîye û Şengal.

Yawer anî ziman ku "me li ser vexwendina komîteyên hevahengîyê yên sereke û yên şaxî li hev kiriye yên di navbera Pêşmerge û Wezareta Berevanîyê de da karibin karê xwe dewam bikin, bi armanca pêşîgirtina tevgera endamên terorîst".

Operasyonên hevbeş li dijî DAIŞê

Ev civîn piştî gelek civînên weke vê tê ku sala par hatibûn lidarxistin da awayên berdewamkirina operasyonên hevbeş li dijî paşmahîyên DAIŞê li navçeyên nakokî li ser wan hene gotûbêj bikin.

Yawer got, DAIŞ hatiye têkbirin, "lê endamên wê hîna li van deveran çalak in ku weke komikên biçûk û bi awayekî veşartî tev digerin da kemînan çêkin, baregehên serbazî û xalên pişkinînê bikin armanc û bombeyan biçînin".

Wî got, ev paşmahî gelek tawan kirine ku pereyan ji xelkê distînin an jî xelkê ji bo fidyeyê direvandin.

Li gorî Wezareta Karûbarên Pêşmerge, "456 operasyonên terorîst di 2018an de li navçeyên nakokî li ser wan hene pêk hatin, "tê de 1,742 sivîl û endamên artêşê hatin kuştin an birîndar bûne".

Wî dîyar kir ku sala par 238 bûyerên terorî û 1,200 qurbanî hebûn.

Yawer anî ziman ku "Pêşmerge û berpirsên Kurd mehane yan her hefte civînên xwe li dar dixi" ku di encamê de "operasyonên ewlehî yên hevbeş pêk hatin da terorîstan têk bibin û rê li ber berfirehbûna wan bigirin".

Rûbirûbûna îdyolojîya tundrew

Emîd Ednan Kenanî (xanenişîn bûye), pisporekî ewlehî û berpirsekî berê di Ajansên Dijî-Terorîzm ên Îraqî de, pesinê xebatên Bexda û Hewlêrê da ji ber ew bi hev re kar bikin da gefên paşmahîyên DAIŞê sivik bikin.

"Pêşmerge girêdayî Wezareta Berevanîyê ya federal in," wî got. "Ew xwedî jêhatîyên xurt in û risteke mezin di şerê li dijî terorîs û rizgarkirina bajarên di bin destê wan de gerandine".

"Hikuemta federal dixwaze peywendî û hevkarîyê bi hêzên Kurdî re berdewam bike bi rêya komîteyên dulaî ku berpirsên serbazî û ewlehî tê de cih digirin, herwiha nûnerin ji hevpeymanîya navdewletî jî.

Kenanî bal kişand ser girîngîya cudakirina xebatên ewlehî ji arîşeyên sîyasî yên heyî, da zanîn jî ku DAIŞ dixwaze van nakokîyan keysbaz bike da xwe xurt, ji nû ve rêxistin bike, bingeha xwe çalak bike û wargehên ewle ji xwe re bibîne.

Wî dîyar kir ku DAIŞ li ber hilweşînyê ye û tekane çavkanîya wê ya hêza xwe jê digire, îdyolojîya wê ya tundrew e. "Ev îdyolojî divê were rûbirûkirin û fişareke zêdetir ji hêla serbazî li ser endamên rêxistinê pêk were".

Şerê li dijî dijminê hevbeş

Qayîmeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed teqez kir ku Firqeya 14an a artêşa Îraqî rewşa ewlehî ya navçeyê kontrol dike.

Wî destnîşan kir ku hêzên Pêşmerge li Mexmûr, parêzgeha Nînewa û navçeyên li dirêjahîya sînorê birêveberî yê bi herêma Başûrê Kurdistanê re belav dibûn.

Di encama referanduma ku herêmê Kurdistanê di Cotmeha 2017an de pêk anîbû, Pêşmerge dest ji deverên xwe berdan û paşê hêzên Îraqî dest bi kontrolkirina ewlehîyê kirin.

Mihemed got ku artêşa Îraqî karê xwe li wê deverê bi cih tîne û Ajansa Dijî-Terorîzmê operasyonin li dijî veşartgehên DAIŞê yên li girên Qereçox û herêma newala Qereç pêk anîn.

Mihemed herwiha teqezî li ser girîngîya hevkarîya bi Pêşmergeyan re kir da ewlehîya li navçeyê xurttir bibe.

Girên Mexmûrê heya sê parêzgehan dirêj dibin -- Kerkûk, Nînewa û Selahedînê-- û "parastina wê herêmê dijwar e û xebatine serbazî pir mezin jê re pêwîst in", Mihemed da zanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500