https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2020/03/23/feature-03

Ewlehî |

Niştecihên Baxozê bermahîyên şer paqij dikin piştî derkirina DAIŞê bi salekê

AFP

Şervanekî Hêzên Sûrîya Demokratîk rawestiyaye pasvanîya derbasgeha Baxosê li rojhilatê Sûrîyayê dike di 13ê Adarê de, salekê piştî ketina DAIŞê. [Delîl Sulêman/AFP]

Fatin Hesen nan li ser firneke biçûk nan dipêje li Baxosê li rojhilatê Sûrîyayê di 13ê Adarê de. [Delîl Sulêman/AFP]

Keçek radihêje xweşika xwe ya bi Leşmanyayê ketiye, nexwecîyeke li ser cerm e ji ber mişexwerekî mîkroskopî yê ku di nav mêşa qûmê de balv dibe çêdib, li Baxosê li rojhilatê Sûrîyayê di 13ê Adarê de. [Delîl Sulêman/AFP]

Firoşyarek şînkayîyê difiroşe li Baxosê li rojhilatê Sûrîyayê di 13ê Adarê de. [Delîl Sulêman/AFP]

Jin tiştan ji bin kavilên malên wêranbûyî derdixin li gundêBaxosê li rojhilatê Sûrîyayê di 13ê Adarê de. [Delîl Sulêman/AFP]

Piştî salekê ku ala reş a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li gundêli Baxorê li rojhilatê Sûrîyayê hat daxistin, cotkarekî xwecihî Hemed Brahîm hewl dide ku erda xwe ya ziyanbûyî vegerîne.

Lê şopên rêxistina terorîst hîn li derdora wî hene li vî gundê piçûk û dûr nêzî sînorê Îraqî, cihê ku şervanên Kurd û hevpeymanîya bi rêveberîya Amerîkayê têkçûna DAIŞê di Adara 2019an de lê îlan kir piştî şerekî dijwar ku mehan berdewam kir.

Li qontara girekî kevirî, Brahîm yê 75 salî kemerên teqîner û yelekên serbazî yên dirandî yên di nav tozê de diavêje.

Li nêz, fîşeke vala ya zingargirtî û bermayîyên navgînên ruxandî li zevîyan in.

image

Cotkar Hemed Brahîm (rast) û kurê xwe li ser erda xwe ya ziyan gihayê de li Baxosê li rojhilatê Sûrîyayê Baxozê dimeşin di 13 Adarê de, piştî salekê ji ketina xîlafeta DAIŞê. [Delîl Sulêman/AFP]

"Em kavilan çaksaz dikin da ku em karibin vê erdê bi genim biçînin ji bo nan," Brahîm ê serokê malbateke ji 75 nefer e, got.

"Em dixwazin vê erdê vejînin da ku em zadên ku em karibin bixwin biçînin," wî ji AFP re eşkere kir.

Cotkar berî çend mehan vegeriya Baxozê, reviyabû beşine din ji parêzgeha Dêra Zorê û vê dawîyê reviya parêzgeha Reqayê ya li bakurê welat dema ku şer li dijî DAIŞê dest pê kir.

Li kampeke bombebarankirî li derdora gund, ku berî vê bi bi hezaran çekdarên DAIŞê û xizmên wan mişt bû, aniha malbata Brahîm kar dike da ku bermayîyên şer paqij bike.

Wan mayînên erdê çandî dîtin li devera ku Brahîm hêvî dike ku zadê wî yê genim şîn were û hin caran ew çekên di bin erdê de veşartî dibînin.

"Dema em vegeriyan û me dît bê çi bi erdê me hatiye, wextî kurê min dîn bûba. Ez tirsiyam ku bi celta bikeve," Brahîm got.

"Ev kavil weke birînekê di laşê min de ye."

DAIŞ hewl dide ku tolê hilîne

Erda bej ya ku aniha divê Brahîm guh bidiyê ew bermayîyên dewleta sertayî li nêzî sînor a ku rêxistina tundrew li rûberine berfireh li Sûrîyay û Îraqê îlan kir di sala 2014an de

Di lûtkeya xwe de, rêxistinê şirovekirina xwe ya hovane ji ol re li ser heft mîlyon kes sepand û êrîşên kujer li dijî hejmareke mezin a sivîlan kirin.

Dema ku ya jê re dihat gotin xîlafet aniha mirî ye, tirsa êrîşên ji alîyê bermayîyên DAIŞê ve hîn di nav niştecîyan û hêzên ewlekarî yên ku Kurd bi rê ve dibin heye.

Di derbasgeha Baxozê, şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) kaxezên nasnameyan seh dikin û pagerên li ser pêyan li xalên startejîk re pêk tînin.

Peyvdarê Encumena Serbazî ya Dêra Zorê, dezgeheke girêdayî QSD ye got ku Baxoz ewle ye, lê şanên DAIŞê "berdewam li gundên nêz ên mîna Şaafa û Sûsayê kar dikin"

Tevî têkbirina DAIŞê li Baxozê, DAIŞ hîn li hin deverên li jêr kontrola QSD dimîne, cihê ew angaşt dike ku bi awayekî rojane êrîşan pêk tîne.

Şervanên bi pêşengîya Kurdan û hevalbendên wan di hevpeymanîyê de ev saleke didine dûv bermayîyên tundrew ên mîna van.

Di Cotmehê de, êrêşeke Amerîkî li bakurê Sûrîyayê serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekr Bexdadî kuşt, berî ku rêxistin xelefekî wî weke Ebû Brahîm Haşimî Qureşî îlan bike.

Lê kuştina Bexdadî tenê çend şanên razayî han dan ku kar bikin, li gorî peyvdarê Encumena Serbazî ya Dêra Zorê, yê xwest ku weke Harûn were naskirin.

"DAIŞ hewl dide ku tolê hilîne," wî ji AFP re ragihand.

''Jîyana di dojehê de''

Tevî gefên pêşdem ku êrîş dê rû bidi, nêvî niştecihên Baxozê di van mehên dawî de vegeriyan, jîyaneke normal bi xwe re vegerandin.

Li bazara sereke, jinekê ji serî heta erdê reş li xwe kiribû li kolanê dimeşe, nîşana DAIŞê hin li ser dîwaran xêzkirî ye.

Firoşyar fêkî û şînkayî li ser bestekan li alîyê rê difiroşin li bin belkonan.

Gelek apartmentên ku di şer de hatin wêrankirin hatine terikandin, dema ku ew apartmentên xelk di wan de kêm av û kehrebe ne.

Di nav vê wêranîyê de, belavbûna Leşmanyayê -- nexwecîyeke li ser cerm e ji ber mişexwerekî mîkroskopî yê ku di nav mêşa qûmê de balv dibe çêdib -- gund daye ber xwe.

Nexweşî ji berê de li Sûrîyayê heye lê di şerê navxweyî yê nehsalî de bêtir berbelav bû, bi taybet li devrên ku şer di van salên dawî de li wan dijwar bû da ku DAIŞê der bikin.

Fatin Hesan ya 37 salî ya ku nanê tenik li ser sêlê dipêje dibêje, belavbûna nexweşîyên xerab li Baxozê xeternak e.

"Hemû zarokên min bi Leşmanîyayê ketine û ne tenê ew. Piranîya niştecîyan jî bi vê nexweşîyê ketine," wê ji AFP re ragihand.

Lê herî kêm, "em di mala xwe dijîn û ji bo aniha ev besî me ye", wî got.

Nêzî, Haşim Refet yê 20 salî ne gelekî bextewer e.

Di konekî nêzî mala wî ya hat teqandin, wî got: "Xizmetguzarîyên giştî nînin, mal wêran bûne û gelek xelk ji ber mayînên erdê mirine dema ku nexweşxaneyeke tenê jî nîne."

"Em di dojehê de dijîn."

Tu vê mijarê diecibînî?
0
Na
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan