Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hevalbendên rejîma Sûrî çeperên xwe li Idlibê qayim dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Niştecîyên Idlibê xwenîşandanekê li dar dixin li ser şarêya M4 ya ku asêgeha rejîmê ya li beravê Laziqîyayê bi bajarê Helebê ve girê dide. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Niştecîyên Idlibê xwenîşandanekê li dar dixin li ser şarêya M4 ya ku asêgeha rejîmê ya li beravê Laziqîyayê bi bajarê Helebê ve girê dide. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Hêzên rejêma Sûrî rêkeftina agirbesta Idlibê gelek caran bin pê kir di van herdu rojên dawî de, çalakgerekî xwecihî roja (20ê Adarê) got, dema ku hêzên rejîmê û milîsên Îran piştgirîya wan dike cihên xwe li parêzgehê qayim dikin.

Rejîm û hevalbendên xwe çekdar û pêdivîyên serbazî birine asêgeha opozîsyonê ya dawî, ev yek destnîşan dike ku dibe ku ew xwe ji kirarekî serbazî yê pêşdem re amade dikin, çalakger Heysem Idlibî ji Diyarunare ragihand.

Hêmînîyeke baldar li parêzgeha bakur û rojavayê Sûrîyayê peyda dibe ji çaxê rêkeftineke agirbestê di nav Turkya û Rûsyayê de ji 6ê Adarê ve tê bibicihanîn.

Lê di van saetên dawî de, hêzên rejîmê gundê Naciyayê bi topavêja giran bombebaran kir, herwiha gundên Lameydiya û Tufahîyayê li Cebel Turkmanê li gundewarê bakurî yê Laziqîyayê, yê hevtixûb bi Idlibê re, Idlibî eşkere kir.

Binpêkirinên din ji agirbestê re hewldanên rejîmê ku bi pêş ve biçe ber bi bajarokê Fetîrayê ve yê li başûrê Idlibê.

Wî got ku pevçûnên dijwar çêbûn di destpêka vê heftîyê de di navbera hêzên rejîmê û komên opozîsyonê yên çekdar de ku di wan de çar leşkerên rejîmê û çekdarekî opozîsyonê mirin û bi dehan jî ji herdu alîyan birîndar bûn.

Idlibî got ku hêzên rejîmê rê bi topavêîja giran ji pêşketinê re xweş kir û not kir ku ti qurbanî di nav sivîlan de nebûn ji ber ku niştecîyên xwecihî berî wê ji deverê reviyabûn.

Wî got ku herwiha bajarokê başûrê Idlibê Kansefra rastî bombebarandinê hat berî hewldanên pêşketinê.

Hevalbendên rejîmê cihên xwe qayim dikin

Idlibî not kir ku herewiha milîsên hevalbendên rejîmê ên girêdayî Feyleqaq Pasdaran Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) cihên xwe li Idlibê qayim dikin

Wî got ku tevgerên nû yên hêzê li devera Cebel Zawiyayê û hin xalên din li gundewarê başûrî yê Idlibê hatin dîtin û not kir ku Hizbullah cihên xwe li devra Seraqibê bi çekdar û pêdivîyên serbazî qayim kir.

Wî got ku ev bihêzkirinên ku bi berxwedana xwecihî re hevriş ji ber careke din vekirina şarêya M4 û xwenîşandanên li dijî hejmûna Rûsî, destnîşan dikin ku rejîmê û piştgirê wê yê Rûsî xwe ji kirareke serbazî ya pêşdem re amade dikin.

Idlibî got ku vê yekê hişt ku sivîl li Idlibê bi tirs bin, ji ber dibe ku kirareke serbazî di nav de êrîşên asmanî yên giran û bomebbarandin bibine sedema pêleke bêwarîyê ya nû.

Wezareta berevanîyê ya Turkî Pêncşemê got ku du leşkerên Turkî hatine kuştin û yekî din birîndar bû di êrîşeke bi mûşekê li Idlibê, AFP ragihand.

Wezaretê gazîna êrîşê ji "hin komên radîkal li herêmê" kir, bê ku ti hûrgilîyan bide û anî ziman ku rejîmê bi lêdana armancine destnîşankirî li wê yekê vegerand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku hin leşkerên artêşa Turkî birîndar bûn dema ku du bombeyên bidestçêkirî teqiyan dema ku karwanê serbazî yê Turkî li ser şarêya M4 desrbas dibû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500