Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî ezmûn û destketinên mezin bi dest dixin

Xalid Taî

Hêzên Taybet ên Îraqî di operasyoneke ewlehîyê de ne ya li dijî veşartgehên DAIŞê li girên Mexûlê di Mijdara 2019an de. [Wêne ji Hêzên Tayet ên Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Taybet ên Îraqî di operasyoneke ewlehîyê de ne ya li dijî veşartgehên DAIŞê li girên Mexûlê di Mijdara 2019an de. [Wêne ji Hêzên Tayet ên Îraqî hatiye wergirtin]

Çavdêr dibêjinku amadebaşîya hêzên ewlekarîyê yên Îraqî her bi pêş dikeve, ev jî ji operasyonên ewlehî yên dawî yên li dijî şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bilindahîyên Hemrînê pêk anîbûn xuya dibe.

Ji destpêka vê salê de, hêzên ewlekarîyê yên Îraqî zincîrek ji zoperasyonan li dijî endamên DAIŞê pêk anîne, di encamê de destketinên girîng li dijî komên terorîst bi dest xistin.

Operasyona serbazî ya bi navê "Lehengên Îraqê" di 12 û 14ê Sibatê de pêk hat û DAIŞ li parêzgeha Enbarê kir armanc. "Operasyona 100% Îraqî" ezmûneke girîng bo hêzên Îraqî bû da karînên xwe yên şer îsbat bikin.

Di pişt reOperasyona "Şûrê Tûj", ku di 2yê Adarê de li dijî paşmahîyên DAIŞê yên xwe li rojavayê devera Cezîrê vedişêrin pêk hat, devera di navbera parêzgehên Enbar, Selahedîn û Nînewayê de.

Yekîneyên serbazî yên Îraqî bilindahîyên Hemrînê û deverên nêzî paşmahîyên DAIŞê di dawîya Kanûna Yekem de diparêzin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyên serbazî yên Îraqî bilindahîyên Hemrînê û deverên nêzî paşmahîyên DAIŞê di dawîya Kanûna Yekem de diparêzin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamine hêzên asmanî yên bijarte xebatine giran li zincîre bilindahîyên Hemrînê pêk anîn ku ji parêzgeha Diyalayê dest pê dikin, ya bi sînorê Îranê ve, û heya bi başûrê Mûsilê ve berfireh dibin.

Başbûna performansa hêzên ewlekarîyê yên Îraqî

Ajansa Dijî-Terorîzmê ya Îraqî operasyonên li ser bingeha agahîyên hewalgirî li dijî veşartgehên dijmin di nîvê Sibatê de pêk anîn, peyvdarê ajansê Sebah Numan ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku Hêzên Ajansa Dijî-Terorîzmê bi dehan terorîstên xwe di bilindahîyên Hemrîn, Xanûka, Mexûl, Etşana û Mexmûrê de vedişartin kuştin, û tunêl, embarên çekan, cebilxane û pêdivîyan wêran kirin.

Numan dîyar kir ku van operasyonên parêzî çalakîyên endamên DAIŞê qels kirin, ajandeyên wan ên terorîtêk birin û berik ji bin lingê wan kişandin.

Wî got ku terorîstên li kendûkozên dijwar veşartî ji werê wan ew dûrî armanckirinê ne. "Hêzên me, tevî vê yekê jî, karîbûn êrîşine nişkayî pêk bînin û planên wan ên dixwazin bilindahî û çiyayan ewle bikin têk bibin".

Numan anî ziman "operasyonên me li gorî raportine hewalgirî yên deqîq pêk tên û em ê her tevgera endamên dijmin sînordar bikin û nehêlin berfireh bibin û gefan li ewlehîya bajarên rizgarkirî bixwin".

Performansa hêzên ewlekarîyê yên Îraqî her bi pêş dikeve, analîzerê ewlehî Heysem Xezelî wiha got.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku ev cor ji pêşketinê "ne tenê li ser asta amadebûna serbazî ye, lê belê di karîna rastî ya hêzan de ye ku dikarin di jîngehên xaknîgarî yên dijwar de li hember dijmin rawestin û dikarin xwe li wan kendûkozan ragirin".

Girên Hemrînê li Diyalayê ji alîyê ewlehî ve pir baş in ku ji bakur ve digihên bilindahîyên hersê parêzgehan-- Selahedîn, Kerkûk û Nînewayê.

Xezelî anî ziman ku ji rojava de bi biyabana Enbar û newala Horan, Qetf û Badiyê û paşê bi sînorên rojavayê yên welêt ve tên girêdan.

Wî da zanîn "terorîst, taybet ên ji Sûrîyayê tên, van bilindahîyan weke korîdoreke stratejîk û wargeheke ewle ji operasyonên çavdêrî û ewlehîyê dibînin... ku ev dever mîna veşartgehên xwezayî ne".

Xezelî destnîşan kir ku endamên DAIŞê li seranserê vê devera berfireh digerin "nîvê şevê û bi awayekî komî ne zêdetirî 25 çekdaran".

Serkeftinên berçav

Xezelî dîya kir ku têkçûna terorîstan li van deveran dê "berhengarîyeke mezin" be.

Wî got ku "hêzên me jêhatî ji şerên berê qezenc kirin û serkeftîyên berçav bi dest xistin ku pêşketina heyî raber dike".

Xezelî anî ziman ku hêzên ewlekarîyê yên Îraqî aniha bêhtir dikarin li pêşberî vê zehmetîyê rawestin û derbeyên azardar bigihînin dijmin, lê hîna em pir gerekdarî dapoşîna asmanî û xurtkirina xebatên perwerdekirinê û zêdekirina çekan in".

Xebîrê stratîjî Ehmed Şerîfî heman nirxandin da pêş.

Şerîfî ji Diyaruna re ragihand "hêzên Îraqî xwedî jêhatîyên şer ên pêşketî ne ku li dirêjahîya salên borî hatine bidesxistin".

Wî got ku "xebatên ewlehî li deverên çiyayî û biyabanî yên berê dijwar û zehmet dihatin dîtin îroj hêzên me wan bi awayekî serkeftî derbas dikin".

"Ev yek jî di rêzedestkeftîyên ewlehî de hate dîtin ên li vê dawîyê li bilindahîyên Hemrîn û Şerqat, û biyabana Nînewa û Enbarê pêk hatin".

"Em bi vê pêşketinê serbilind din," Şerîfî da zanîn. "Belê, ev nayê wateya em ne gerekdarî hêzên hevpeymanîya navdewletî ne ji ber rol û hebûna wan hîna bingehîn in".

"Em gerekdarî piştevanîya wan in di warê asmanî, lojistîk û peydakirina pêdivîyên radar û satelaytan de û herwiha perwerdekirin, arastekirin û ezmûna teknîkî û operasyonî jî".

Şerîfî bang bo piştevanîya serbixwebûna ajansên ewlehî û serbazî kir û daxwaz kir ku "wan dûrî kar û destêwerdana sîyasî bixin da karibin erk û xebatên xwe yên parastina welat bi awayekî baş bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500