Li bajarê Remadîyê, paytexta parêzgeha Enbarê, li rojavayê Îraqê, xelkê xwe da hev bo avakirina bajarê xwe piştî ku ew ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat rizgarkirin di dawîya 2015an de.
"Wêranîya ku terorîstan li pey xwe hişt kavilker bû," şaredarê Remadîyê Brahîm Cenabî ji Diyaruna re Sêşem (17ê Adarê) ragihand.
"Lê me biryar da ku em ji terorîzmê re teslîm nebin û em bi hev re bo dubare avakirina bajarê xwe xebitîn," wî got.
Cenabî teqez kir ku bajar bi awayekî serkeftîplanên nûkirinê bi cih anîn, bi piştevanîya hikûmeta federal û hikûmeta parêzgehê, û herwiha rêxistin navdewletî û welatên derve.
"Bi giştî 63,000 xanîyên wêrankirî û dora 200 dibistan an bi temamî û yan jî beşek jê ziyan gihiştibû wan, û hejmareke mezin ji nexweşxane, pir, rê û avahîyên giştî wêran bûbûn," wî got.
"Me destpêkê giranî da xebatên berdestkirina xizmetguzarîyên bingehîn mîna av, kehrebe û xebatên şaredarîyê," wî got. "Pişt re me berê xwe da şiyankirina sektorên tendirustî, perwerde û niştecihkirinê."
Nexweşxaneya jin û zarokan a 260-text li Remadîyê xizmetên xwe ji dora nîv milyon jin û zarok re li Enbarê dabîn dike ji dema ku di dawîya Sibatê de hat vekirin.
Pira Felestînê li Remadîyê, ku yek ji pirên herî mezin e li parêzgeha Enbarê, dîsan vegerîyaye warê xizmetê.
Zêdebûna fînanskirinê, bidawîbûna bêwarîyê
Lîsta projeyên ku ji hêla Desteya Nûavakirinê ya Îraqî ve hatine şiyankirin di sala 2019an de ji 30 projeyên xizmetguzarî yên bi lêçûna bêhtir ji 33 milyar dînar (27 milyar dolar) pêk tê.
Li gorî Cenabî, projeya avrêja Remadîyê, ku ev çend sal bûn li derveyî xizmetê bû, aniha li ber qedandinê ye û hêvî heye ku gelek taxên bajar sûdê ji wergirin.
Wî eşkere kir ku projeyên stratîjî yên din planeke firehkirina "Rêya 120" li başûrê Remadîyê, ku dê bi dirêjahîya 56 kîlometran be û pêşbînî tê kirin ku ew aborîya bajar baştir bike û destekê bide xebatên nûavakirinê û geşesendinê.
Cenabî daxuyand ku tevî pêşketina heyî, lê birêveberîya herêmî hîn jî zehmetîyan di fînanskirina beşekî mezin ji planên xwe yên nûavakirinê de dibîne.
"Pêwîstîya me herî kêm bi 600 milyar dînar e (500 milyon dolar) bo pêkanîna projeyên nûavakirinê di gelek sektoran de, mîna sektorê niştecihkirinê, û herwiha bo veqetandina pereyên pêwîst bo avakirina sazîyên tendirustî yên bêhtir," wî got.
Hikûmeta herêmî li ser bidawîkirina doza bêwarîyê dixebite, bi taybetî piştî baştirbûna rewşa ewlehî û berdestbûyîna xizmetguzarîyên giştî.
"Bêhtir ji 60,000 malbatên bêwar vegerîyan taxên xwe li Remadîyê di salên borî de," Cenabî got.
"Dora 3,000 malbat hîn li kampan dijîn, û ew bi hewcedarê alîkarîyê ne bo bikaribin ku xanîyên xwe dîsan ava bikin û dawî li bêwarîya xwe bînin," wî daxuyand.