Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Çalakgerên Dêra Zorê bang bo boykotkirina kelûpelên Îranî dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Belavokek bo boykotkirina kelûpelên Îranî li Dêra Zorê hat belavkirin. [Wêne ji Sada al-Sharqieh hatiye wergirtin]

Belavokek bo boykotkirina kelûpelên Îranî li Dêra Zorê hat belavkirin. [Wêne ji Sada al-Sharqieh hatiye wergirtin]

Çalakgerên Dêra Zorê kampanyek boykotkirina kelûpelên Îranî dane destpêkirin ên derbasî parêzgeha Sûrî ya rojhilatî dibin, propogandaya vê kampanyê jî bi rêya belavok û torên civakî dikin.

Kampanya dixwaze hew kelûpelên Îranî derbasî Sûrîyayê bibin çi ku pereyên wan li Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) vedigerin.

Çalakgerên herêmî dest bi vê kampanyê kir, tê de bang li Sûrîyan dikin hew kelûpelên Îranî bikirin, nemaze piştî ev tişt bi giranî li bazarên parêzgehê belav bûne, çalakgerê Dêra Zorê Cemîl Abid wiha ji Diyaruna re ragihand.

Li gorî wî, "ev kampanye li ser esasê ku ev pere ji gencîneya Îranî re diçin ya piştevanîya Pasdaran û alîgirên wê dike hat destpêkirin".

Dergehê Elbû Kemal a di navbera Sûrîya û Îraqê de, dêketina sereke ya derbasbûna kelûpelên Îranî bo Sûrîyayê ye di rêya Îraqê re. [Wêne ji Ajansa SANA hatiye wergirtin]

Dergehê Elbû Kemal a di navbera Sûrîya û Îraqê de, dêketina sereke ya derbasbûna kelûpelên Îranî bo Sûrîyayê ye di rêya Îraqê re. [Wêne ji Ajansa SANA hatiye wergirtin]

Ev kom piştevanîyê didin rejîmê di şerê li Sûrîyayê de û şerê li welêt dirêj kirine, ku Îran dixwaze ajende û berjewendîyên xwe li wir bigihîne serî.

Ji wan jî, avakirina rêyeke bejahî bo bigihêje Deryaya Spîûaborîya Sûrîyayê bimête , ku Îran rastî siza û paşketinên aborî tê.

Abid got, boykotkirina kelûpelên Îranî dê çavkanîyeke piştevanîya mayînde ya Pasdaran qut bike, da zanîn jî ku kampanye bi kêfxweşî li nava xelkê Dêra Zorê hat pêşwazîkirin.

Çalakgeran bang li Rêveberîya Xweser a bakur-rojhilatê Sûrîyayê kir ku çavdêrîyê xurt bikin û rêkarên hişk li dijî hewldanên qaçaxîyê bigirin ên van kelûpelan derbasî hundirê welat dikin û cihê firoştina wan jî berfireh dikin.

Abid daxuaynd ku kelûpelên Îranî bi rêya kamyonên Pasdaran derbasî Sûrîyayê dibin ku di dergeha Elbû Kemalê re tên.

Wî destnîşan kir ku ev kelûpel qet nayên pişkinînkirin, û tu bacên gumirkê jî lê nayên sepandin.

Abid dîyar kir ku piranîya van kelûpelan pêdivîyên xwarinê yên sereke ne ku niştecihan berî ji deverên li jêr kontrola rejîmê yan ji Îraqê tanîn.

Metirsîyên tenduristîya giştî

Abid got ku kampanya di rêya haştaga "kelûpelên Îranî boykot bikin" re berfireh dibe, destnîşan kir jî ku çalakger bi jimareke bazirganên sereke yên herêmê re di nava têkilîyan de ne da hew van berheman bifiroşin.

Wî anî ziman ku ji bazirgan û xwedîyên dikanên li herêmê tê xwestin ku li çavkanîyên şûngir bigerin da pêdivîyên bazarê peyda bikin.

Çavkanîyeke din a tirsê heye ew jî belavbûna vayrûsa Korona (COVID-19) e.

Niştecihên Dêra Zorê nîgeranîya xwe anîn ziman ku milîsên bi serbestî navbera Îran, Îraq û Sûrîyayê diçin û tên di rêya dergehên li jêr destê wan redê vayrusê li Sûrîyayê belav bikin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Şemîyê ragihand ku vayrus di nava milîsên Îranî li bajarokê Meyadîn ê Dêra Zorê de hatiye belavkirin.

Rewangehê dîyar kir ku şeş Îranî û du Îraqî nîşaneyên vayrusê li wan peyda bûn û ew xistin jêr çavdêrîya tenduristî li nexweşxaneya Zehra li Meyadînê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500