https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2020/03/13/feature-03

Tendirustî |

Sûrî nîgeranîya xwe ji ber belavbûna veyrûsa Koronayê derbirîn dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

image

Basek li bajarê Dêra Zorê Îraqî û Îranîyan ber Sûrîyayê ve diguhêze. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Niştecîyên deverên Dêra Zorê ya Sûrîyayê yên li jêr kontrola milîsên girêdayî Feyleqa Pasdaran Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) acizîya xwe derbirîn kir ji ber belavbûna tê a veyrûsê koronayê yê nû (COVID-19) a tê pêşbînkirin, çalakgerekî xwecihî got.

Tevî ku Sûrîyayê heta aniha ti haletên veyrûsê koronayê teqez nekirine, hejmareke jêderan ragihand ku veyrûs, yê ku ji berê ve gihaye piranîya cihanê, li Sûrîyayê belav dibe.

Niştecîyên parêzgeha Rojavayî, ya ku bi Îraqê re hevtixûb e, ditirse ku milîsên girêdayî Îranê dê veyrûs li Sûrîyayê belav bikin, çalakgerê Dêra Zorê Cemîl Abid eşkere kir.

Çekdar bi awayekî azad di nav Îran, Îraq û Sûrîyayê diçin û tên di rêya dergehên cuda ên li jêr kontrola wan, bê ku rastî taqikirinên bijîşkî werin, wî ji Diyaruna re got, vê yekê hişt ku tirs çêbibe ku veyrûsê koronayê bi wan re di sînor re derbas bibe.

image

Kolaneke li Dêra Zorê bi rastî vala ye ji ber tirs zêde dibe ku veyrûsê koronayê dê belav bibe. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Ragihênerê taybet ê NY yê têkildarî mafên miron li Îranê Javaid Rehman (10 Adarê) gotbersiva Îranê derbarê belavbûna nexweşîya kujer -- yek ji deverên herî mezin dervey Çînê, cihê ku nexweşî lê çêbû -- "gelekî kêm, gelekî dereng" bû.

Îranê roja Înê îlan kir ku 85 kesên din ji ber veyrûs mirine -- hejmara wê ya herî bilind e di rojekê de -- ku hejmara giştî ya mirîyan li Komara Îslamî giha 514 kes, ji eslê 11,364 kesên pê ketî.

Abid got ku li Dêra Zorê dîyar e ku sivîl naxwazin bi tlkilîyê bi endamên milîsên alîgirê Îranê bikin an bi wan re bidin û bistînin.

Wî got ku li gel derbirînkirina tirsê ku çekdar dê veyrûs li Sûrîyayê belav bikin, niştecîyan not kir ku raportên fermî yên girêdayî belavbûna veyrûs li Sûrîyayê bi qesd ne zelal in.

Wî got ku tirs heye ku rejîm agahîyên derbarê belavbûna veyrûs vedişêre, herwiha ew ti kirarên parêzî nake da ku nehêle bikare ku nexweşî cihekî xwe li Sûrîyayê çêke.

Metirsîyên kontrolkirina sînor

Abid got ku kontrolkirinên dijwar li alîyê Îraqî ji dergehê sînorî yê Elbû Kemalê li ser sivîl û çalakîya bazirganî tên pêkanîn û not kir ku sinîor bo demekê tê girtin weke tedbîrine parêzî.

Wî got lê li dergehê li jêr kontrola Feyleqa Pasdaran, çûn û hatin wele berê berdewam e, û ti çavdêrîya bijîşkî nayê pêkanîn.

Wî got ku tirs li Sûrîyayê zêde bû, piştî raportên medayayê yên ku di wan de birêveberê naxweşxaneya Muctehidê li Şamê daxuyand ku haletên ku bi veyrûsê koronayê ketine li swênkarê hatin dîtin.

Vê dawîyê zext lê hat kirin ku derkeve ser televîzyona dewletê û red bike ku ti haletên mîna van hebin, li gorî raportên bijîşkî yên xwecihî.

Abid not kir ku desthilatdarîya Sûrî tedbîrên parêzî li ser sînor bi Urdin û Îraqê re kirin, lê wê ti tedbîr nekir girêdayî rêwîtîya cewî ji Îran û ber bi îranê ve yan derbarê dergehên bejî yên neqanûnî.

Wî got ku ev xemsarîyê derbarê jîyana sivîlan li deverên li jêr kontrola milîsan dîyar dike, di demekê de ku hemû welat tedbîrên parêzî dikin.

Abid rejîma Sûrî bersûc kir ku ew bi krîzê dide û distîne bi heman awayê ku desthilatdarîya Îranî pê re dide û distîne, awayê ku hişt ku veyrûs bi berfirehî li hemû beşên wî welatî belav bibe.

Nehiştina belavbûna nexweşêyê li Idlibê

Di heman demê de,ajansên alîkarîyê tevdigerin da ku nehêlin nexweşîya veyrûsê koronayê li parêzgeha Idlibê belav bibe, cihê ku binesazîya tendirustî wêrankirî ye û bêwarbûna bi kom dihêle ku kontrolkirin teqrîben erkekî ne gengaz be, AFP ragihand.

Peyvdarê Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî Hedinn Halldorsson roja Yekşemê hişyarî da ku "dibe ku sîstema tendirustî ya Sûrîyayê ya şkêbar nikaribe nexweşîya berbelav kifş bike û pê re bide û bistîne".

Xeterîya belavbûna nexweşîyê bi awayekî taybet bilind e û gelekî tirsdar li bakur û rojavayê Sûrîayê, cihê ku nêzî milyonek kes lê bêwar bûn ji Kanûna Yekem ve ji ber êrîşên rejîmê yên bi piştgirîya Rûsyayê.

Mitîngehên mişt bi kesên nû gihane tên dagirtin, û hîn gelek li çolê radizin li devera ku gelekî sar e.

Swênkarên bijîşkî di pêngava bombebarakirinê ya herî dawî de hatin armanckirin, bi vî awayê şîyana sîstemeke tendirustî ya ku salên şer ew wêran kir kêm kir.

Rêkeftina agirbesteke Rûsî-Turkî ku ji roja Înê ve dest pê kir, hêmînîyeke rêjeyî li Idlibê peyda kiriye bo yekem car ji çend mehan ve.

Lê gelek ditirsin ku şer dawî dest pê bike, weke berhengarîyekê ji xebatên tê kirin da ku nehêlin nexweşîya COVID-19 belav bibe.

Misty Buswell ji Komîteya Rizgarkirinê ya Navdewletî re got ku rewş li Idlibê "bi awayekî taybet ji belavbûn Veyrûs re amade ye".

Wê got ku "belavbûna nexweşîyê dê ji hezarên ku rewşa wan a tendirustî ji berê ve ne baş e wêranker be ji ber kêmbûna xwarina têr, ava paqij û rastî hewaya sar tên".

Buswell got ku Komîteya Rizgarkirinê ya Navdewletî giranîyê dide ku nehêle ku nexweşî bigihe, lê ew dê bi "dezgehên tendirustî yên xwecihî re" kar bike da ku bi belavbûna nexweşîyê re bide û bistîne.

Tu vê mijarê diecibînî?
0
Na
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan