Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xetên germ di şerê li dijî DAIŞê de li Îraqê rolê digerînin

Xalid Taî

Xeta germ ji bo Ajansa Dijî terorîzmê ya bijarde ya Îraqî (454) jêdereke girîng û gerekbar ya agahîyên hewalgirî ye. [Wêne ji Hêzên Operasyonên Taybet ên Îraqî hatiye wergirtin]

Xeta germ ji bo Ajansa Dijî terorîzmê ya bijarde ya Îraqî (454) jêdereke girîng û gerekbar ya agahîyên hewalgirî ye. [Wêne ji Hêzên Operasyonên Taybet ên Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsan teqez kir ku xetên germ ên ku ji alîyê hêzên bijarde yên Îraqê û ajansên ewlekarî yên din ve tên bikaranîn serkeftî bûn di girtina bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de.

Wan da zanîn ku agahîyên nepenî yên bi rêya telefonê yên ji alîyê sivîlan ve alîkarî bi hêzên ewlekarîyê re kirin ku şanên razayî yên DAIŞê kifş bikin û êrîşên terorî têk bibin.

Xeta germ ji bo Ajansa Dijî Trorîzmê ya Îraqî (454) û xetên ewlekarî yên din "jêdereke girîng û gerekbar in ji hewalgirîyê re", liwa Tehsîn Xefacî, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş got.

"Piranîya operasyonên ewlekarî li dijî DAIŞê, bi taybet ew operasyonên ku vê dawîyê ji alîyê hêzên bijarde yên Îraqî û balefirên şer ên F-16 ve li girên Hemrîn û Xanûkayê û Kerkûkê hatin pêkanîn li ser bingeha agahîyên hewalgirî yên bi rêya telefonê hatibûn bidestxistin bûn," wî ji Diyaruna re ragihand.

Hêzên Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî digirin ser veşartgeheke DAIŞê li girên Badûşê li parêzgeha Nînewayê di 14ê Sibatê de, li ser bingeha agahîyên hewalgirî yên deqîq. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî digirin ser veşartgeheke DAIŞê li girên Badûşê li parêzgeha Nînewayê di 14ê Sibatê de, li ser bingeha agahîyên hewalgirî yên deqîq. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên bijarde yên Îraqî endamekî şaneke DAIŞê digirin, ê ku li pey operasyonên terorî yên li parêzgehên Kerkûk û Selahedînê bû, di 3yê Adarê de. [Wêne ji Hêzên Operasyonên Taybet ên Îraqî hatiye wergirtin] 

Hêzên bijarde yên Îraqî endamekî şaneke DAIŞê digirin, ê ku li pey operasyonên terorî yên li parêzgehên Kerkûk û Selahedînê bû, di 3yê Adarê de. [Wêne ji Hêzên Operasyonên Taybet ên Îraqî hatiye wergirtin] 

Di 15 Sibatê de, Ajansa Dijî Terorîzmê got ku daketineke li girên Hemrînê bû encama kuştina 10 bermahîyên DAIŞê.

Daketineke din di 24ê Sibatê de li Wadî Zeytûnê li Kerkûkê bû encama "kuştina sê terorîstan û girtina heft kesên din".

Piştî rojekê, Ajansa Dijî Terorîzmê dest bi êrîşeke berfireh kir li dijî veşartgehên DAIŞê li girên Xanûkayê li parêzgeha Selahedînê, û 39 çekdar kuştin.

Pirên bawerîyê

Xefacî not kir ku herwiha agahîyên hewalgirî yên ji xetên germ 454 ên Ajansa Dijî Terorîzmê hatine berhevkirin hevkar bûn di jihevxistina şanên razayî û girtina endamên wan de.

Herwiha hêzên bijarde şaneke ji şeş endamên DAIŞê ji hev xist di 4ê Adarê de, şana berpirs bû derbarê êrîşên li dijî sivîlan li Riyad Ebasî li parêzgeha Kerkûkê û Beled Ruz li parêzgeha Diyalayê.

Pênc endamên din ê şaneke ku plan dikir ku êrîşî Kerkûk û Selahedînê bike berî wê bi rojekê hatin girtin, li gel yê jê re tê gotin "emîrê serbazî" yê Selahedînê, Hêzên Operasyonên Taybet yên Îraqê got.

Di heman demê de, Birêveberîya Hewalgirîya Sebazî karîbû 13 endamên DAIŞê di destpêka Adarê de bigire bi saya agahîyên nepenî ji alîyê welatîyan ve bi rêya xeta germ (153).

Girtin li gelek bajarên Îraqî hebûn, di nav de Qaim, Rutba û Mûsil.

"Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ya ku serperiştîya çalakîyên hemû ajansên ewlekarî dike mereqdar e ku kenaleke erênî bo têkilîyê bi sivîlan re bihêle û piştgirîya beşdarbûna wan di parastina ewlekarîyê de bike ji ber ev faktorekî sereke û gerkebar bo bicihanîna aramîyê," Xefacî got.

"Em hewl didin ku pirên bawerîyê bi sivîlan re ava bikin û em mafê wan ê taybetî û nepenîyê misoger bikin dema ew me bi agahîyan dabîn dikin," wî anî ziman.

Xetên germ girîng in ji plana ewlehî ya stratejîk re, ya ku bo şerê li dijî terorîzmê hatiye danîn, pisporê ewlehî Muhemed Rubêî got.

"Ev xetên germ bi awayekî berdewam rolekî digerînin di domandina fişarê de li ser terorîstan û têkbirina komployên wan û hewldanên wan ên berdewam bo lawazkirina rewşê [ya ewlehî]," wî ji Diyaruna re ragihand.

Amrazên jîndar

"Gelek şanên DAIŞê hatin jihevxistin û veşartgehên nepenî hatin kifşkirin ji ber agahîyên ku ji alîyê sivîlan ve hatin dabînkirin û yekser bi van agahîyan re hat danûstand ji alîyê alîyên pêwendîdar ve," wî got.

Tiştê ku DAIŞ gelekê jê ditirse ew e têkilîyên xurt û hevkar di navbera Sivîl û ajansên ewlekarî de, şirovekarê di warê ewlehî de Fadil Ebû Rexîf got.

"Sivîlan roleke sereke gerand di derbeyên herî êşdar de yên li dijî rêxistinê ji ber agahîyên wan dabîn kirin derfet dane hêzên me ku bigihine armancên terorîst ên herî nepenî û asê," wî got.

Wî anî ziman ku herwiha wan agahîyan alîkarî kir di "qayimkirina databêsa ewlehî de, bi rêya agahîyên girîng ên derbarê endam û serkirdeyên DAIŞê yên mayî û cih û tevgerên wan".

Niştecihekî Bexdayê, Firas Cabir, ê 36 salî got ku "ew dê dudil nebe di bikaranîna xetên germ de" eger tu agahîyên ewlehî ligel wî hebin.

"Her û her em derbarê operasyonên terorî yên hatine têkbirin dibihîsin piştî ku desthilatdarîyê li agahîyên ji alîyên welatîyan vegerand," wî ji Diyaruna re got.

"Ev karekî piroz e û alîkar e bo bidestxistina cureyekê jîyana aram a ku aniha em dijîn," wî got.

Xetên germ ên ewlehî yên din li Îraqê ev in: Wezareta Karê Hundir(130); Ajansa Hewalgirîyê ya Îraqî (400); Birêveberîya Giştî ya Hewalgirî û Ewlehîyê (138) û Ajansa Ewlehîya Niştîmanî (131).

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500