Hêzên rejîma Sûrî û milîsên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) dorpêçkirineke tam li ser kampa Rukbanê disepînin, û di van her sê heftîyên borî de wan destûr neda ku tu xwarin derbasî wê bibe, çalakgerekî xwecihî ji Diyaruna re ragihand.
Dorpêçkirin dê bibe sedema qeyraneke mirovî, ji ber dabînkirinên berdest tenê têra çend rojan dikin, li gorî Tariq Nueymî, xebatkarekî hewarçûnê li kampê got.
Wî got ku ev nêzî salekê ye dorpêçkirin berdewam e, lê ev sê heftî ne, hêzên rejîma Sûrî û milîsên girêdayî Pasdaran nahêlin ku xwarin û pêdivîyên bijîşkî kampê bibin, ku vê yekê kêmbûneke dijwar encam da.
"Materyalên sereke yên berdest mîna ard tenê têra çend rojan dikin û rewş materyalên xwarinê yên din mîna goşt, dexlûdan û beqle heman tişt e," Nueymî got.
Wî got ku kêmbûn gefê dike ku dê xelayeke rasteqîn çêbibe eger dorpêçkirin berdewam be û rê ji rêxistinên hewarçûna navdewletî û yên bijîşkî neyê dayîn ku derbasî kampê bibin.
Karwanê dawî yê pêdivîyên hewarçûnê yên NY yên derbasî kampê bûn di Sibata 2019an de bû.
Tevî angaştinên ji alîyê alavê mîdyaya rejîmê ve ku niştecihên kampê dixwazin ji kampê derkevin, rastî tam berevajî wê yekê ye, wî got.
"Zêdeyî 10,000 sivîl bi yekcarî red kirin ku vegerin deverên li jêr kontrola rejîmê ji ber pêngava ewlehî ya hat îlankirin li hember ew kesên dixwazin ji kampê derkevin, ligel girtin an tecnîdkirina ciwanan bi darê zorê bo ew di enîyên pêşîn de li Idlibê şer bikin," wî got.
Nueymî got ku piranîya wan kesên li kampê mane ji deverên li jêr kontrola Pasdaran tên û red dikin ku xwe radest bikin ji ber sivîl li wan deveran di şert û mercên dijwar de dijîn, ji ber stepeserkirina ku li ser wan hatiye sepandin, ya ku tevgera wan sînordar dike.
Wî got ku ligel wê yekê, milîsan dest daniye ser gelek samanên wan û nahêle ku niştecih vegerine erdên xwe yê çandinîyê.