Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Parêzgarê Enbarê berîtîyê dide ewlehî û nûavakirinê

Hesen Obêdî li Bexdayê

Parêzgarê Enbarê Elî Ferhan Dulêmî, li ofîsa xwe ye, bo hevdîtineke taybet bi Diyaruna re. [Wêne ji ofîsa mîdyayî ya parêzgarê Enbarê hatiye wergirtin] 

Parêzgarê Enbarê Elî Ferhan Dulêmî, li ofîsa xwe ye, bo hevdîtineke taybet bi Diyaruna re. [Wêne ji ofîsa mîdyayî ya parêzgarê Enbarê hatiye wergirtin] 

Parêzgarê Enbarê Elî Ferhan Dulêmî di hevdîtineke taybet de bi Diyaruna re got ku di 2020an de berîtîyên girîng ên parêzgeha rojavayî ya Îraqê, berdewamkirina projeyên nûavakirinê û başkirina ewlehîyê ne.

Wî got ku hikumeta herêmî dibîne ku şopandina paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û misogerkirina ewlehîyê bi temamî li parêzgehê babetine "girîng" in.

Dulêmî teqezî li ser girîngîya xebatên hêzên hevpeymanîyê û rêxistinên navdewletî, mîna xebatên NY bo alîkarîkirina bi niştecihên Enabrê re, kir.

Wî dîyar kir jî ku rojên DAIŞê li parêzgehê qedîyan, da zanîn jî ku niştecihên herêmê rêxistinê naxwazin û dê nehêlin ku vegera wê hebe.

Diyaruna: Gelo çi qaseya ziyana ku dagirkeriya DAIŞê li parêzgehê çêkiriye û çi xebatên bo avakirin û nûavakirinê heya niha hene?

Elî Ferhan Dulêmî:Ne tiştekî nû ye ku Enbar ji parêzgehên Îraqî yên li ser destê terorê hatiye wêrankirin û ya herî ziyan lê hatiye, ji ber wêranîya ku dagirkerîya DAIŞê bi ser de anî û her wiha ji ber operasyonên rizgarkirina wê. 80% ji binesazîya parêzgehê û malûmilkên xelkê ziyan dîtin.

Ziyanên canî jî, mixabin hejmareke bilind e: DAIŞê gelek xelk kuştine.

Projeyên nûavakirinê bi awayekî berdewam ji alîyê desthilatên Îraqî û civaka navdewletî ve tên pêkanîn, ew jî rêxistinên mîna NY, her wiha tîma nûavakirinê ya girêdayî hevpyemanîya navdewletî. Tevî budceya wê ya hindik jî, belê parêzgeh projeyên xwe yên nûavakirinê pêk tîne.

Îroj, projeyên me yên nûavakirinê ên berdest hene ew jîvegerandin rê û piran bo xizmetê , gelek ji wan jî hatine bidawîkirin. Projeyên nûavakirinê yên dibistan, nexweşxane û navendên tendurisîtyê jî hene. Bi van despêşxerîyan, em dê rûpela DAIŞ a reş bi temamî bigirin.

Diyaruna:Hinek aware hîna venegerîyane malên xwe. Çima?

Dulêmî: Hejmara kesên aware ên 2019an vegerîyan parêzgehê li beramberî parêzgehê din pir bilind bû, lê belê hinek prisgirêk hebûn rê li ber vegera hinekan girt. Di nav de malên wêrankirî, kêmbûna xizmetguzarîyan û bombeyên bidestçêkirî yên DAIŞê li paş xwe hiştibûn ku ev tişt gefan li niştecihên vegerayî û hêzên ewlekarîya herduwan dixwin.

Di vî warê de, hevpeymanîya navdewletî gelek mayîn rakirin, û alîkarî da paqijkirina bajaran ji û hêzên Îraqî û endamên berevanîya sivîl perwerde kirin, da jêhatîyên wan di vî warî bi taybet de bi pêş bixin.

DiyarunaRewşa ewlehî li Enbarê bi giştî çawa ye?

Dulêmî: Em ê nêz qedexeya şevê ji ser Felûca û Remadîyê rakin, û sîstema pelkên ewlehîyê jî betal bikin, a bi navê "karta ewlehîyê" tê naskirin, ku bo derbasbûnê dihat xwestin. Hinek operasyonên xurt ên girêdayî ewlehîyê dê werin pêkanîn. Ji van hemûyan girîngtir, welatî bi awayekî xwebexş alîkarîya hêzên ewlekarî û yên artêşê dikin ew jî di rêya agahdarkirina wan derbarê çi çalakîyên girêdayî terorê. Dibe ev tiştê herî me bi dest xistîye li Enabrê.

Bo operasyonên meydanî jî, hêzên polîs û ên artêşê bi hev re weke tîmeke mezin dixebitin ku herdu jî paşmahîyên DAIŞê li bejaran û deverên gundewarî dişopînin û wan digirin û embarên çek û veşartgehên wan wêran dikin.

Diyaruna: Hinek gilî derbarê derengamyîna qerebûkirina xelkên ku ziyan ji DAIŞê gihiştibû wan yan ji ber şer ziyandar bûn hebûn.

Dulêmî: Belê, ev tam rast e, lê hejmara kesên ku dê werin qerebûkirin pir mezin e, ji ber hovîtîya DAIŞê û tiştê bi serê parêzgehê de anîbû. Qerebûkirin xwe dispêre qanûna 20 a 2020an a Îraqî, û ne li gorî dema aniha ye. Tevî wisa jî parlamenê meha borî bo rastkirina qanûnê deng da, û em li benda pêkanîna wê ne, wê çaxê jî dê mekanîzmeya qerebûkirinê leztir û hêsantir be û dê bi ziyanên ku li ser destê DAIŞ û operasyonên rizgrkirinê dîtine bigunce.

Diyaruna: Gelo tiştî din jî heye ku hûn dixwazin bi me re par ve bikin?

Dulêmî: Îroj, projeyên sererastkirin û nûvakirinê li Enbarê pir in, û hemû bajarên parêzgehê her sal baştir dibin. Em nirx didin her kesê destê alîkarîyê da me, di nav de NY, rêxistinên navdewletî û hevpyemanîya navdewletî, ji ber şerê wan li dijî DAIŞê û bo xebatên nûavakirinê yên îroroj li Enabrê têne kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500