Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rola generalê Pasdaran ê hatiye kuştî li Sûrîyayê cihê lêpirsînê ye

Welîd Ebû li Xêr li Qahîrayê

Fermandarê Pasdaran Ferhad Debiryan li başûrê Şamê hat kuştin di 6ê Adarê de. [Wêne ji Ajansa Fars News hatiye wergirtin]

Fermandarê Pasdaran Ferhad Debiryan li başûrê Şamê hat kuştin di 6ê Adarê de. [Wêne ji Ajansa Fars News hatiye wergirtin]

Kuştina fermandarekî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) li nêzî Şamê teqez dike ku hebûna Îranî li devereke stratejîk li Sûrîyayêew e ku Komara Îslamî dixwaze wê kontrol bike, şirovekarekî got.

Fermandarê Pasdaran emîd Ferhad Debirîan Înê (6ê Adarê) bi guleyan li nêzî mizgeft û mezargeha Seyîde Zeyneb li başûrê Şamê hat kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Rewangehê mirina wî bi "kuştina plankirî" bi nav kir lê wê tu alî weke berpirs nîşan neda, AFP ragihand.

Ajansa Fars News angaşt kir ku Debirîan, ê bi parastina gorê hatibû erdkdarkirin, "şehîd" bû.

Fermandarê Pasdaran Ferhad Debirîan bi serokê Hizbulahê Hesen Nesrelah re ye di wêneyekê de ku Ajansa Fars News belav kiriye.

Fermandarê Pasdaran Ferhad Debirîan bi serokê Hizbulahê Hesen Nesrelah re ye di wêneyekê de ku Ajansa Fars News belav kiriye.

Pisporê karûbarên Îranî Şîyar Turko ji Diyaruna re got ku Debirîan "yek ji efserên payebilind ên li Sûrîyayê bû, û wî yekser serperiştîya yek ji girîngtirîn deverên olî dikir, ku ew jî Seyîde Zeyneb bû".

Wî dîyar kir ku parastina van deverên olî bihaneyek ku Pasdaran bi kar anîye da li jêr parastina navên wan destwerdanê li Sûrîyayê bike.

Ajandayên Pasdaran ên rastîn

Li gorî Turko, fermandarê Pasdaran ê kuştî operasyonên di navbera milîsên bi ser Pasdaran de hevaheng dikirin, nemaze yên lîwaya Zenûbîyûn (ji welatîyên Pakistanî hatiye pêkanîn) û Hizbulaha Lubnanî -- ya herî sesreke li herêmê.

Wî destnîşan kir ku "parastina peristgehan" tenê bihaneyek e bo sedema rastîn a hebûna Pasdaran li Sûrîyayê binuxumîne, û li Şamê bi taybet.

Turko anî ziman ku "ajandayên Pasdaran ên rastîn di belavbûna wan li deverên sereke li Sûrîyayê de raber dibin da dest deyînin ser wan û hebûna xwe misoger bikin".

Turko da zanîn ku armanca wê ya dawî girêdanekê bi Îraqê re li alîyekî û bi Lubnan re li alîyekî din ava bike, da rêyeke bejî ku Tehran bi Beyrûtê ve girêde çêbike û paşê karibe Îran bigihîne Deryaya Sipî.

Wî daxuyand ku ji bo misogerkirina serkeftina vê planê jî, hebûna serbazî ya Îranî dê li Sûrîyayê bimîne, û bi taybetî li devera Şamê.

Ew jî ji ber başûrê Şamê devereke stratejîk e ku dihêle çûnûhatina paytext û başûrê wê pêkan be, heya bi Qelemûn û herêma sînorî ya di navbera Lubnan û Sûrîyayê de, wî anî ziman.

Truko got ku ev yek pêwîst e bo sînorên ne qanûnî werin misogerkirin ên dihêlin endam û fermandarên Pasdaran û Hizbulahê serbest di navbera herdu welatan de biçin û werin, û dihêlin her çek bo Lubnanê werin derbaskirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500