Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Du leşkerên Amerîkayê li Îraqê di şerê li dijî DAIŞê de tên kuştin

AFP

Leşkerek li ser navgîneke serbazî ya Amerîk rûniştî ye, ku ev navgîn beşeke ji karwanekî ku ji bakurê Îraqê hatiye, û di gundewarê bajarê Qamişlo yê Sûrîyayê re roja 26ê Cotmeha 2019an derbas dibe. [Delîl Sulêman/AFP]

Leşkerek li ser navgîneke serbazî ya Amerîk rûniştî ye, ku ev navgîn beşeke ji karwanekî ku ji bakurê Îraqê hatiye, û di gundewarê bajarê Qamişlo yê Sûrîyayê re roja 26ê Cotmeha 2019an derbas dibe. [Delîl Sulêman/AFP]

Du leşkerên Amerîkayê ku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dikirin di operasyonek de li tenîşt hêzên Îraqî hatin kuştin, hevpeymanîya navdewletî Duşemê (9ê Adarê) ragihand.

"Du leşkerên Amerîkayê ji alîyê dijmin ve hatin kuştin ... di misyonekê de [Yekşemê] bo jinavbirina asêgeheke DAIŞê li devereke çiyayî li bakurê Îraqê," hevpeymanîyê di daxuyanîyekê de got.

Hevpeymanîyê navê leşkerên hatine kuştin eşkere nekirin, lê got ku wan "şêwirdarî ji hêzên ewlekarîyê yên Îraqî dikir".

Hevpeymanîya navdewletîrahînan û piştgirîya asmanî ji hêzên Îraqî re ji 2014an ve dabîn dike, piştî ku DAIŞê dest danî ser rûberên mezin ji xaka Îraq û Sûrîyayê.

Hêzên Îraqî bi piştevanîya hevpeymanîyê DAIŞ ji hemû bajaran derxistin, û serketin di Kanûna Yekem a 2017an de ragihandin.

Hêzên hevpeymanîya navdewletî ji wê demê de giranîyê didin pêkanîna êrîşên asmanî û koleçanê bo nehiştina şanên razayî yên rêxistinê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500