Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq 82 zarokên çekdarên DAIŞê vedigerîne Ezrebîcanê

Xalid Taî

Skrînşûteke di vîdyoyeke ji sala 2017an ve ji alîyê televîzyona Hedes ve zarokên Şîşanî yên çekdarê DAIŞê dîyar dike yên ji Îraqê vegeriyane welatê xwe.

Skrînşûteke di vîdyoyeke ji sala 2017an ve ji alîyê televîzyona Hedes ve zarokên Şîşanî yên çekdarê DAIŞê dîyar dike yên ji Îraqê vegeriyane welatê xwe.

Hikûmeta Îraqî zêdey 82 zarokên çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dane dest Ezrebîcanê.

Wezareta Karê Derve ya Îraqî "alîkarî kir di vegera 82 zarokan bo Komara Ezrebîcanê, zarokên ku dêyên wan hukim bi zindankirinê ji alîyê dadgeha Îraqî ve li wan hat birîn ji ber têkilîya wan bi DAIŞê re", peyvdarê wezaretê Ehmed Şeref daxuyanîyeke roja ÇArşemê (4ê Adarê) de got.

"Radestkirina zarokan hat bicihanîn ji alîyê komîteyên hikûmî yên ku nûnerên sazemenîyên dadwerî, hewalgirî û ewlekarî dihewîne pêk tên, li gel Encumena Dadwerî ya Bilind," pisporê hewalgirî Fadil Ebû Rexîf eşkere kir.

Wî got ku "vegerandina zarokan hat pêkanîn di rêya kenalên dîplomatîk re û li gorî rêkeftinên ku di nav hikûmeta Îraqî û hikûmetên welatên têkildar de hatine imzekirin, welatên ku piranîya wan ji komarên Sovyêtî yên berê bûn".

Jineke bersûc e ku têkilîyên wê bi DAIŞê re hene di rûniştineke dadgehê de li Îraqê ye bi zarokln xwe re. [Wêne ji înternetê hatiye wergirtin]

Jineke bersûc e ku têkilîyên wê bi DAIŞê re hene di rûniştineke dadgehê de li Îraqê ye bi zarokln xwe re. [Wêne ji înternetê hatiye wergirtin]

Wî got ku hejmara zarokên biyanî yên vegeriyane welatên xwe di van her sê salên dawî de heta aniha gihaye 828 zarokan ji nasnameyên cuda.

Vegerandin berdewam e

Di sala 2019an de, desthilatdarîya Îraqî herî kêm 360 zarokê DAIŞê yên biyanî vegerandine welatên dêûbavên wan ên resen li Turkya, Rûsya, Uzbekistan û Tacikistanê.

Ebû RExîf dîyar kir ku di şerê rizgarkirina bajarên Îraqî ji DAIŞê di navbera salên 2014 û 2017an de, hêzên Îraqî gelek jinên DAIŞê yên biyanî li gel zarokên wan girtin.

"Ev jin, herwiha ew jinên piştî sala 2017an hatin girtin, aniha ji alîyê dadgehên Îraqî ve têne darizandin li gorî qanûnên niştimanî, di nav de Qanûna Sizakirina ya hejmar 111 ya sala 1969an," wî got.

Wî got ku dema ku hukmên vebir li dijî komeke terorîstan tên weşandin ku destên wan di terorîzmê de heye, ajansên hikûmî dê zarokên wan sergon bikin welatên wan ên resen. di Pişt re ew welat dê yan wan radestî welatên malbatên dayîkên wan bikin an jî wan bişînên penayan.

Ebû Rexîf got ku vegerandin dê berdewam bibe heta hemû zarokên biyanî bo welatên xwe werin şandin. Herwiha ev yek dê jinên ku hukmên xwe li Îraqê qedandin an ji tuhmeyên pê hatine bersûckirin hatine bêrîkirin jî bihundirîne.

Wî got ku "darizandinên aniha herwiha çekdarên biyanî jî dihundirîne li gel bêtirî 1,500 endamên DAIŞê yên Îraqî ku ji alîyê Hêzên Surîyay Demokratîk ( QSD) ve bo hikûmeta Îraqî hatin radestkirin piştî şerê Baxozê sala par".

Tu hejmarên fermî berdest nînin derbarê jimara zarokên çekdarên DAIŞê yên biyanî yên li Îraqê hatine girtin, lê raportêm medyayê texmîn kir ku hejmara wan giha 1,100 zarokan sala par.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500