Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêminîyeke kêmpeyda li Idlibê heye piştî rêkeftineke rawestandina şer

AFP

Wêneyekî ku 6ê Adarê hatiye kişandin xanîyekî wêrankirî li bajarokê Binişê li parêzgeha Idlibê, li nêzî sînorê Turkîyayê, nîşan dide. [Muhemed Hac Qedûr/AFP]

Wêneyekî ku 6ê Adarê hatiye kişandin xanîyekî wêrankirî li bajarokê Binişê li parêzgeha Idlibê, li nêzî sînorê Turkîyayê, nîşan dide. [Muhemed Hac Qedûr/AFP]

Herîma Idlibê li bakur û rojavayê Sûrîyayê Înê (6ê Adarê) li ser hêminîyeke rêjeyî şîyar bû, asmanên wê bo cara yekem di vê mehê de ji balefirên şer vala ne, piştî rêkeftineke agirbestê ya Rûsî-Turkî.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov û nûçegehanên AFP li parêzgeha Idlibê gotin ku aigrbesta ku nîvê şevê dest pê kiriye berdewam e.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand ku "balefirên şer ên rejîmê û Rûsyayê bi temamî li asmanê Idlibê tune ne".

Wî ragihand jî ku pevçûn di demjimêrên berbangê de hebûn û di encamê de şeş çekdarên rejîmê û neh ji endamên Partîya Îslamî ya Turkistanê,ku ew komeke tundrew e ku Uixur tê de serdest in, lê bi giştî tê xuyanîkirin ku alîyên şer rewşa agirbestê dişopînin.

Şênî sandwîşan li firoşgehekê li bajarê Idlibê li bakurê rojavayê Sûrîyayê roja 6ê Adarê dikirin. Agirbestek ji nîvê şevê ve di navbera hêzên Turkî û hêzên Sûrî yên ku Rûsya piştevanîya wan dike ketiye warê bicihanînê de. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Şênî sandwîşan li firoşgehekê li bajarê Idlibê li bakurê rojavayê Sûrîyayê roja 6ê Adarê dikirin. Agirbestek ji nîvê şevê ve di navbera hêzên Turkî û hêzên Sûrî yên ku Rûsya piştevanîya wan dike ketiye warê bicihanînê de. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û hevtayê wî yê Turkî Recep Tayip Erdogan Pêncşemê gihiştin rêkeftinekê piştî çend demjimêran ji danûstandinan li Moskoyê.

Li gorî rêkeftinê, dê korîdorekî ewlehî li dirêjahîya şarêya M4 li bakurê Sûrîyayê were avakirin, û dê hêzên Turkî û Rûsî pagerên hevbeş vê mehê pêk bînin.

Turkîya hêvî dike zoneke veqetîn damezrîne

Pagerên Rûsî-Turkî yên hevbeş dê di navbera gundê Tronbayê li parêzgeha Idlibê û gundekî Laziqîyayê de, ku asêgeheke rejîmê ye, werin meşandin.

Şarêya M4 li dirêjahîya sînorê bakurî yê Sûrîyayê, ku bi Turkîyayê re ye, dirêj dibe, ji deverên li jêr kontrola Kurdan li bakurê rojhilatê Sûrîyayê heta bi kenarê Deryaya Sipî.

Devera ku beşeke ji rêkeftina bi Moskoyê re bi piranî dikeve parêzgeha Idlibê de û sînorê zoneke veqetîn ku Turkîya dixwaze di hundirê Sûrîyayê de ava bike pêk tîne.

Şamê hertimî teqezî kiriye ku ew dixwaze ku xaka li jêr kontrola hêzên opozîsyonê, ku rejîmê di destpêka şer de ji dest daye, vegerîne, Mosko jî piştgirîya vê helwestê dike.

Lê Turkîya dixwaze hejmûna xwe li bakurê Sûrîyayê biparêze bi rêya bicihkirina hêzên xwe û alîgirên xwe di zoneke veqetîner de ku bi kûrahîya 30 kîlometran li seranserê sînor bi cih dibe.

Biryara pêkanîna pageran Pêncşemê li Moskoyê hat dan -- ku ev yekem car e ku dê hêzên Rûsî û Turkî bi hev re li Idlibê bixebitin -- û biryar e ku pager roja 15ê Adarê dest pê bikin.

Wê rojê, şerê ku dora 400,000 kesî tê de hatiye kuştin û bûye sedema bêwarbûna nêvî xelkê Sûrîyayê dê derbasî sala xwe ya 10an bibe.

Dewletên Yekîtîya Ewropayê pêşwazîya aigrbestê dikin

Welatên Yekîtîya Ewropayê (YE) Înê pêşwazîya agirbestê kirin, û bang li alîyên şer kirin ku bêhtir rê bidin xebatên gihandina alîkarîyên mirovî.

Wezîrên Deverê yên her 27 dewletên YE li Zagrebê di civînê de bo nîqaşkirina qeyrana parêzgeha Idlibê.

"Teqez ez kêfxweş im bi agirbestê, agirbest tiştekî baş e. Herî kêm niyazpakîyeke -- ka em binerin ew dê çawa bixebite," Wezîrê Karûbarên Derve yên YE Josep Borrell piştî gihişt civînê wiha ragihand.

Hinek dewletên YE, bi taybetî Holanda, bang bo avakirina navçeyeke dijî firînê li Idlibê kir, bo rawestandina bordumanên rejîmê yên sivîlan armanc dikin.

"Dewletên YE dixwazin ku alîkarîya mirovî bigihînin Idlibê. Zehmetî di gihandina alîkarîyan bo deverê, û dibe agirbest vê xebatê hêsan bike," Wezîrê Derve yê Holandî Stef Blok ragihand.

Lê şênîyên navçeya ku şer ew ji hev xistine ne pir geşbîn in.

Ehmed Qedûr, 29 salî, yê ku li kampeke bêwarîyê tev jina xwe û her du zarokên xwe dijî, got ku ew fêr bûye ku divê hertimî tiştê herî xerab pêşbînî bike.

"Tu bawerîya me bi Rûsya û rejîmê têkildarî agirbestê nayê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500