Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) Yekşemê (1ê Adarê) du berpirsên "xeternak" ên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di êrîşeke li ser veşartgeha wan li parêzgeha Dêra Zorê ya rojhilatî de girtin.
Êrîş, a ku ji alîyê hêzên taybet ên QSD bi hevahengî ligel hevpeymanîya navdewletî hat pêkanîn, piştî çavdêrîyeke dûvûdirêj hat, QSD ragihand.
Ev beşek bû ji xebateke mezin a QSD û ajansên din ên ewlekarîyê li herêmê, xebata şopandina hemû şanên razayî yên paşmahîyên rêxistinê û têkbirina wan.
Hêzên ewlekarîyê Sufyan Seyid Dendeh û birayê wî, Merwan Dendeh, di êrîşekê de li ser mala wan girtin, ku wan xwe li bajarokê Ebû Hemam veşartibû, çalakgerekî Dêra Zorê binavê Emar Salih ji Diyaruna re ragihand.
Wî anî ziman ku herdu zilam ji bajarokê Geranînc in, û di dema dawî de li herêma Elbû Kemal, û li nava gelek veşartgeh û bajarokên din tev digerîyan.
Salih serketina operasyonê li xebatên hêzên taybet û şopandin û çavdêrîya tîmên hewalgirîyê vegerand.
Salih anî ziman ku vê yekê hişt veşartgeh were dîtin û misyona girtin û destgîrkirinê bi serkeve.
Wî da zanîn ku ji pîşedarîya hêzên ewlekarîyê zêdetir, niştecihên xwecihî jî alîkar bûn di serxistina operasyonê de, yên ku bi xwe îdyolojîya tundrew qebûl nakin.
"Derbeyeke xurt ji rêxistinê re"
Salih, Sufyan Seyid Dendeh bi "aqilekî rêxistinê" bi nav kir û got ku wî gelek vîdyoyên propogandayî belav kirine û tê de bang li ciwanan dikir ku tevlî rêxistinê bibin û di nav rêzên wê de şer bikin.
Wî destnîşan kir ku girtina wî "derbeyek mezin li rêxistinê xist", ya ku dixwaze bi rêya belavkirina îdyoljîya xwe ya tundrew di nava xelkên sivîl de dîsa vegere.
Salih destnîşan kir ku êrîşa li ser Ebû Hemam delîlên cihgirtina herduyan di kiryarên terorî de, yên li dijî sivîl û endamên QSD li herêmê dihatin pêkanîn, eşkere kirin.
Wî got ku Aytimên ku di hundirê veşartgehê de hatin dîtin, alavên peywendîyê, çek, cebilxane, û belavok û propogandayên DAIŞê bûn.
Salih bal kişand ser kêmbûna belî ya êrîşên ku şanên DAIŞê li herêmê pêk tînin, ew jî li berdewamîya operasyonên ewlehî yên QSD û hevpeymanîya navdewletî vegerand.