Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Sektorê çandinîyê ya Îraqî geş dibe piştî binxistina DAIŞê

Xalid Taî

Cotkarekî Îraqî ji parêzgeha Nînewayê zevîyê xwe cot dike, wêne di 28ê Nîsana 2019an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Çandinîyê hatiye wergirtin]

Cotkarekî Îraqî ji parêzgeha Nînewayê zevîyê xwe cot dike, wêne di 28ê Nîsana 2019an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Çandinîyê hatiye wergirtin]

Vegera ewlehîyê bo parêzgeha Nînewayê piştî jinavbirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dihêle ku berhemên çandinîyê gelek bibin, bi saya alîkarîyên hikûmetê ji cotkaran re.

Sala par, Nînewa di pileya yekem de hat li ser asta Îraqê di berhemkirina berhemên çandinîyê yên stratîjî de, li gorî Durêd Hikmet, serokê Birêveberîya Çandinîyê li Nînewayê.

"Me karî dora milyonek ton genim û dora 700,000 ton ceh bifroşin," wî ji Diyaruna re ragihand. "Vê yekê hişt ku parêzgeha me di pila yekem de li ser asata niştîmanî were di berhemkirina du berheman de, ligel berhemkirina qebareyeke mezin ji garisê zer, dora 87,000 tonan."

"Asta wêranîya ku terorîstan gihand sektorê çandinîyê hat kêmkirin bi saya xebatên berdewam ên hikûmetê bo şiyankirina zevîyên çandinîyê û projeyên çandinîyên yên ziyandar," wî got.

Xebîrekî çandinîyê şîretan li cotkarên parêzgeha Diyalayê dike li dor çawanîya çandina genim û hilkirina geya, roja 30ê Kanûna Duyem. [Wêne ji Birêveberîya Arastekirina Çandîyê hatiye wergirtin]

Xebîrekî çandinîyê şîretan li cotkarên parêzgeha Diyalayê dike li dor çawanîya çandina genim û hilkirina geya, roja 30ê Kanûna Duyem. [Wêne ji Birêveberîya Arastekirina Çandîyê hatiye wergirtin]

"Piştî bidawîbûna serdema terorîzmê, Wezareta Çandinîyê cotkar han dan ku zevîyên xwe biçînin bi rêya dabînkirina tov û semadan bi buhayên guncan, û dermanên nehiştina kêzikan bê beramber," wî got.

"Wezaretê alavên çinînê û avrêj û alavên din ên çandinîyê bi qistên li ser 10 salan dabîn kirin, ligel kirîna berheman ji cotkaran bi buhayên bilind," Hikmet got.

Serketina li ser tehedîyan

Hikmet got ku " tevî ku zêdebûnek di çalakîya çandinîyê de heye", hîn tehedîyên cidî hene.

Yek ji tehedîyan ew e ku "mîn ji hêlaDAIŞê veli rûbereke bi qasî dora milyonek fedan ji zevîyên pir baş ji çandinîyê re hatiye çandin", wî got.

Di vê çarçoveyê de, desthilatdarîyên pêwendîdar berdewam in di rakirina mînan de li van deveran û di paqijkirina wan ji teqemenîyan de.

Wî got ku tehedîyeke din heye ku hinek cotkar nikarin vegerin zavîyên xwe li hinek gundên Nînewayê, bi taybetî li Hetrayê û Mexmûrê, ji ber tirsên ewlehî.

"Tevî wiha, ew hewl didin ku nîgeranî û tirsên xelkê nehêlin û aramîya li wir hatiye bidestxistin misoger bikin," wî got.

Hikmet bang bo piştgirîkirina projeyên xwedîkirina mirîşk, dewar û masîyan û berhemkirina mêşên hingiv kir, ew jî bi rêya dayîna qerzên bi qezencên kêm bo alîkarîkirina cotkaran ku karên xwe dîsan dest pê bikin.

Pêşketina çandinîyê di qonaxa paş-DAIŞê de

Pêşketin di sektorê çandinîyê de li deverên din ên Îraqê jî heye.

Rewşa ewlehî ya başbûyî ya di encama operasyonên serbazî yên gelek ên li dijî paşmahîyên DAIŞê de gelek cotkarên bêwarbûyî han dan ku vegerin gundên xwe li parêzgehên Kerkûk, Enbar û Selahedînê û dîsan çandinîyê bikin.

Li parêzgeha Diyalayê, bêhtir ji 8,000 cotkar vegerîyan çandina zevîyên xwe di her du salên borî de.

"Xebatên şiyankirina sektorê çandinîyêli parêzgehên ku azar li ser destê terorîzmê dîtine bi awayekî baş û erênî li dar in," peyvdarê Wezareta Çandinîyê Hemîd Nayif ji Diyaruna re ragihand.

"Piştî rizgarkirinê, me planên awatbar bo pêşxistina sectorê çandinîyê bi cih anîn, bi rêya dabînkirina piştgirîyê û arastekirinê ji cotkaran re û alîkarîkirin bi wan re di warê başkirina rewşa zevîyên wan û şiyankirina jêrxaneyê û projeyên çandinîyê û sewaldarîyê yên ziyandar," wî got.

Nayif piştrast kir ku wezaret di planên xwe de berdewam e, û wî teqez kir ku "ew gihiştine asta xwetêrkirinê di berhemkirina genim û ceh de".

"Em di 10 berhemên çandinîyê de gihiştine asta xwetêrkirinê de, û me dest bi hinardekirinê kiriye, di nav de bacanên reş, hinar, xurme û hinek celebên çermên dewaran," wî got.

"Me hawirdekirina hêkan, balindeyên kedî û masîyan qedexe kir ji ber ku berhemên me yên xwemalî hene û aniha em dikarin berhemên niştîmanî ji pêşbazîyê biparêzin," wî da zanîn.

Polîtîkayeke çanidnîyê ya nû pêwîst e

"Sala par, Îraqê karî 13 milyon fedan biçîne û îsal karî 16 milyon fedanan biçîne di encama destpêkirina çalakîya çandinîyê li deverên rizgarbûyî û rêjeyên bilind ên baranbarînê de," xebîrê warê çandinîyê Adil Muxtar ragihand.

"Tevî destpêkirina berhemanînê, hîn tehedî di sektorê çandinîyê de hene, di nav de ku em hîn bi temamî nikarin rê li ber anîna berhemên xwarinê û çandinîyê bo welat bi awayekî qaçax bigirin, ku ev yek ziyanê digihîne berhemên niştîmanî," wî ji Diyaruna re teqez kir.

Wî hana peyrewkirina polîtîkayeke çandinîyê ya nû da, ku ew bayexê bide pêşxistina sewaldarîyê, ligel çareserkirina arîşeya xesarkirina avê û rêbazgiritna metodên avdanê yên nûjen.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500