Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Turkîya balafirekê tîne xwarê û pîlotekî Sûrî tê kuştin

AFP

Di vê wêneya ku19ê Sibatê hatiye kişandin, balafireke Çîkî ji celebê L-39 Albatros ya artêşa Sûrî ligel balafireke din difire, ya ku yekem car ji Şam ber bi balafirgeha Helebê ve diçe ji destpêka şerê ku hişt ew di 2012an de were girtin. [Luey Bişara/AFP]

Di vê wêneya ku19ê Sibatê hatiye kişandin, balafireke Çîkî ji celebê L-39 Albatros ya artêşa Sûrî ligel balafireke din difire, ya ku yekem car ji Şam ber bi balafirgeha Helebê ve diçe ji destpêka şerê ku hişt ew di 2012an de were girtin. [Luey Bişara/AFP]

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku balafireke şer a Turkîyayê Sêşemê (3yê Adarê) balafireke rejîma Sûrî li parêzgeha Idlibê ya bakur-rojavayî anî xwarê û pîlotê wê hat kuştin.

Di nava sê rojan de ev cara sêyemîn e ku balafir têne xwarê, li gel gurbûna şerê navbera hêzên Turkî û rejîma Sûrî ya bi piştevanîya Rûsya û Îranê.

Di heman demê de, mûşekeke ku ji alîyê rejîmê ve hatibû berdan neh sivîl li bajarê Idlibê kuştin.

Hêzên rejîmê ji Kanûna Yekem ve şer dikin da herêma Idlibê vegerîne, ku Turkîya piştevanîya hinek komên opozîsyonê li wir dike.

Wêneya karwaneke otombêlên serbazî yên Turkîyayê li nêzî bajarokê Hezano yê Idlibê di 3yê Adarê de hatiye kişandin. [Arif Weted/AFP]

Wêneya karwaneke otombêlên serbazî yên Turkîyayê li nêzî bajarokê Hezano yê Idlibê di 3yê Adarê de hatiye kişandin. [Arif Weted/AFP]

Ev şerê dijwar bo sedema revandina dora milyonek kes ji cih û warê xwe, û hişt yekser heftîya borî artêşa Turkîyayê destwerdaneke serbazî bike.

Rewangeha Sûrî û çavkanîyeke wezareta berevanîyê ya Turkîyayê anî ziman ku balafireke Turkî ya F-16 balefireke rejîmê li asmanê parêzgeha Idlibê anî xwarê.

Rewangehê got ku ne xuya ye eger pîlot gava hatiye xwarê mirîye yan jî li ser destê çekdarên opozsyonê hatiye kuştin, û bi termê wê hatiye lîstin.

Çavkanîyeke serbazî ji medyaya fermî ya Sûrî re teqez kir ku balafireke rejîmê hate xwarê.

Wezareta Turkî jî dîyar kir ku balafira rejîmê ji celebê L-39 bû.

Zarok di nava kuştîyan de

Rewangehê got ku dîsa jî di Sêşemê de, mûşekeke erd-erd ku ji alîyê hêzên rejîmê ve hatibû avêtin taxake Idlibê kir armanc, di encamê de neh sivîlan jîyana xwe ji dest da di nav de pênc zarok hebûn.

Rewangehê dîyar kir ku bi vê re jî hejmara kuştîyan digihêje bêhitrî 470 kesî ji Kanûna Yekem ve.

Her wekî rejîmê angaşt kir ku wan droneke Turkî li nêzî Seraqibê anîye xwarê, piştî ragihandibû ku wan sê balafirên din ên bêmirov anîn xwarê bi du rojan.

Operasyona Turkî piştî êrîşa rejîma Sûrî ya Pêncşemê hat ku 34 leşkerên Turk li herêmê hatin kuştin.

Rewangeh dibêje ku bomebarana Turkî 119 leşkerên rejîmê û 20 çekdarên bi ser wê ji wê çaxê ve kuştine.

Yekşemê, rejîmê qedexeya asmanî li bakur-rojavayê Sûrîyayê ragihand û gefa xistina çi balafireke "dijmin" xwar.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500