Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa Îraqî alîkarîyê bi bêwaran re dike ku vegerin malên xwe li Enbarê

Xalid Taî

Endamên artêşa Îraqî agahîyên derbarê bêwarên vegeriyane deverên niştecîbûna xwe li navçeya Qaimê li rojavayê Enbarê seh dikin, di vê wêneya ku di 23yê Tîrmeha 2019an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamên artêşa Îraqî agahîyên derbarê bêwarên vegeriyane deverên niştecîbûna xwe li navçeya Qaimê li rojavayê Enbarê seh dikin, di vê wêneya ku di 23yê Tîrmeha 2019an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Artêşa Îraqî 28 malbatên bêwar vegerandine malên wan li navçeya Qaimê ya sînorî, li rojavayê parêzgeha Enbarê, piştî pişkinînkirina agahîyên ewlehî, berpirsekî xwecihî Înê (28ê Sibatê) ji Diyaruna re ragihand.

Ev koma dawî ye ya bêwaran ku ji kampên bêwarîyê û navendên vehewanê yên li parêzgeha Enbarê û bajarên din li welat vedigerin , Rafih Kerbûlî, birêveberê navçeya Kerebîlayê, got.

Ji destpêka sala 2019an ve, artêşê herî kêm 600 malbatên bêwar vegerandin li ser gelek nifşan.

Kerbûlî got ku "berî ku destûrê bidine awn ku vegerin, ew malbat rastî sehkirineke ewlehî tên da misoger bikin ku ti kes ji endamln wan ne li ser listeyên xwestinê ne ji ber sûcên têkildarî terorê yan ên tawanî".

Artêşa Îraqî têkilîyên xwe bi niştecîyên navçeya Qaimê re xurt dike cihê ku ewlehî lê gelekî baş bûye di van mehên dawî de. [Wlne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Artêşa Îraqî têkilîyên xwe bi niştecîyên navçeya Qaimê re xurt dike cihê ku ewlehî lê gelekî baş bûye di van mehên dawî de. [Wlne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê, di vî warî de, tedbîrên tund kirine ji ber cihê navçeyê yê ku li cem sînorê bi Sûrîyayê re dikeve û ji ber deverên biyabanî yên berfireh lê, wî not kir.

Wî got "80% ji niştecîyên navçeyê yên ku hejmara wan 150,000 kes e vegeriyane deverên xwe".

Şert û mercên hander ji vegera bêwaran re

Wî got ku birêveberîya xwecihî vegera hemû niştecîyan han dide, "lê hin welatî naxwazin vegerin ji ber wan kar dîtiye yan jî şirket li cihê bêwarîyê ava kirine û naxwazin debara xwe bixine xeterîyê de, bi taybet dema ku derfetên kar li navçeyê hîn kêm in".

Hin malbatên din naxwazin vegerin ji ber yek ji kurên wan tevlî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bûbû û ew ditirsin ku ji alîyê civakê werin redkirin, wî anî ziman.

Kerbûlî got ku rewş li Qaimê aram e bi saya tedbîrên ewlehî li deverê û belavkirina yekîneyên serbazî ên ku bi awayekî xurt ewlehîyê kontrol dikin.

Wî got ku "tu bûyerên terorî di van pênc mehên dawî de ne hatine qeydkirin".

Wî got ku av, kehrebe, şarederî û xizmetguzarîyên tendirustî aniha li seranserê deverê berdest in û kar û xebat li ofîs û fêrgehên dewletê berdewam in.

"Tenê devera projeyên çandinîyê li başûrê Qaimê ew devera ku heta aniha xizmetguzarîya wernagire û niştecîyê cotkar venegeriyan wir, ji ber hîn devereke girtî ye, ji bo pêkanîna operasyonên serbazî," Kerbûlî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500