Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq tedbîrên ewlehî li derdora zevîyên neftê asê dike

Xalid Taî

Endamên ewlekarîyê yên Îraqî li dirêjahîya kospekê ne ku ji bo asêkirina zevîyên neftê li parêzgeha Selahedînê hatiye avakirin, di 1ê Cotmeha 2018an de. [Wêne ji Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Endamên ewlekarîyê yên Îraqî li dirêjahîya kospekê ne ku ji bo asêkirina zevîyên neftê li parêzgeha Selahedînê hatiye avakirin, di 1ê Cotmeha 2018an de. [Wêne ji Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî xetên parastinê yên zêdetir li dora zevîyên neftê yên li deverên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin danîne, berpirsan ji Diyaruna rer teqez kir.

Hejmara êrîşên DAIŞê zêde bûne, bi taybetî yên ku zevîyên neftê yên Elas û Ecîlê li bakurê parêzgeha Selahedînê armanc dikin.

Hêzên ewlekarîyê herî kêm şeş êrîşên ku ew her du zevîyên neftê armanc dikin vala derxistin, ku êrîşa herî dawî roja 13ê Sibatê pêk hat, birêveberê Birêveberîya Polîsê Neftê, neqîb Elî Malikî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku di vê bûyerê de, "şaneke terorîstan a ku ji şeş kesan pêk dihat hewl da ku ji hêla girên Hemrînê ve xetên barevanîyê yên li dora Elasê derbas bike".

Yekîneyên serbazî yên Îraqî di operasyonekê de bo nehiştina endamên DAIŞê li nêzî zevîyên neftê yên Elasê li parêzgeha Selahedînê cih digirin, di 13ê Mijdara 2019an de. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Neftê hatiye wergirtin]

Yekîneyên serbazî yên Îraqî di operasyonekê de bo nehiştina endamên DAIŞê li nêzî zevîyên neftê yên Elasê li parêzgeha Selahedînê cih digirin, di 13ê Mijdara 2019an de. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Neftê hatiye wergirtin]

"Kamîrayên koleçankirinê karîn tevgerên van endaman ji dûrahîya çend kîlometran destnîşan bikin, û pasîvanan yekser agir dest pê kir, û ew neçar kirin ku birevin û xwe li gelîyan veşêrin," Malikî got.

"Ev êrîşa dawî ye li dijî zevîyên neftê yên parêzgeha Selahedînê, ku terorîstan sûd ji cihê van bîrên neftê, yên ku li deverinan in ku kendûkozên wan sext in, wergirt," wî got.

"Kamîrayên ku terorîst dîtin yek ji gelek tedbîrên parêzî ne ku vê dawîyê hatine zêdekirin bo qayimkirina ewlehîya zevîyên neftê û sazîyên li deverên ku hîn operasyonên li dijî DAIŞê li wan li dar in," wî got.

Tedbîrên ewlehî yên zêde

Malikî dîyar kir ku ligel van kamîrayan, "endamên bêhtir ên ewlekarîyê, artêşê û polîs parastina damezraweyên neftê dikin", di nav de fewcekî tengavîyê ku li wir hatiye bicihkirin bo misogerkirina ewlehîya zevîyên neftê yên Elasê û Ecîlê.

Wî teqez kir ku hêzên ewlekarîyê ji bersivkirina her êrîşekê re amade ne, û çek û dûrbînên şevê û alavên koleçanê jî ji wan re hatine dabînkirin.

Wî da zanîn ku ew pagerên gelek û misyonên koleçanê yên çirûpir li deverên biyabanî û çiyayî yên li derdora zevîyên neftê pêk tînin.

"Endamên DAIŞê nikarin nefta xav ji zevîyên neftê û borîrên neftê yên ku bi parzûngehan ve girêdayî ne bidizin," Malikî teqez kir.

Wî daxuyand ku bi rêya van êrîşên berdewam li ser sazîyên neftê, endamên tundrew dixwazin ku "valahîyên ewlehî peyda bibin" daku destê wan bigihêje van samanan bo ew çalakîyên xwe yên tawankarî fînans bikin.

Li Nînewayê, ku qebareyeke mezin a berhemanîna neftê li wir heye, di nav de Geyara û Necma, hêzên ewlekarîyê û yên êlan bi hev re dixebtin bo misogerkirina ewlehîyê.

"Êl û xelkê deverê ligel birayên xwe hêzên ewlekarîyê hevkarîyê dikin bo parastina zevîyên neftê," birêveberê navçeya Geyarayê Salih Cubûrî ragihand.

"Aniha 150 efserên polîs zîrevanîya sazîyan dikin," wî ji Diyaruna re got. "Hejmarên bêhtir ji hêzên yekîneyên gerok û herwiha artêşê û polîs hene, ku ew hemû bi hev re ewlehîya zevîyên neftê li Geyarayê misoger dikin."

Wî daxuyand ku li cihekî ev sazî rojane dibûn armanca êrîşan.

"Lê ji dema ku DAIŞ hatiye qewitandin û Mûsil hatiye rizgarkirin (di nîvê sala 2017an de), hîn tu êrîşeke terorî yan serpêçîyeke ewlehî nehatiye tomarkirin," wî got.

Şiyankirin û Avakirin

Cibûrî daxuyand ku operasyonên ewlehî "hevdem ligel xebatên şiyankirinê û avakirinê pêk tên", û da zanîn ku tîmên teknîkî yên Îraqî û navdewletî karîn piranî her 22 zevîyên neftênyên ku DAIŞê agir bi wan xistibû çaksaz bikin.

"Pir zehmet bûye ji endamên DAIŞê re ku destê xwe deynin ser beşekî biçûk jî ji zevîyekî neftê," xebîrê neftê Hemza Cewahirî ji Diyaruna re teqez kir.

Wî got ku ev yek ji ber bicihbûna himbiz e hêzên ewlekarîyê û asta bilind a amadebaşîya wan, herwiha piştgirîya teknîkî ye.

"Bi saya kontrola bi temamî, hemû êrîşên ku milîtanan li ser van cihan pêk anîn bi bin ketin," Cewahirî got. "Her carê hêvîyên terorîstan tarûmar dibin dema ku ew hewl didin ku çavkanîyeke baş a dahatê peyda bikin."

Wî daxuyand ku hîn jî xeterîyek li ser xebatkaran, berhemanîn û weberanînê heye ji ber "mûşekên ku ji deverên dûrdest ên li nêzî zevîyên neftê tên berdan".

"Lewra hewcedarî heye ku pêngavên ewlehî yên li dar bayexdarîyê bidin valakirina van deveran ji terorîstên mayî, ji bo xebatên ji nû ve avakirina hemû sazîyên neftê yên ziyandar werin domandin," Cewahirî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500