Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Hejmara tûşbûyîyên bi vayrosa Korona li Îranê zêde dide û desthilatdarî agahîyan diveşêrin

Sultan Bareî li Riyadê û AFP

Cîgirê Wezîrê Tenduristîyê yê Îranî Îraj Hêrçî rûyê xwe di konferanseke çapemenîyê li Tehranê de 24ê Sibatê paqij dike. Roja din, wî teqez kir ku ew bi vayrosa Korona ketiye. [Mehdî Bolûrîyan/FARS NEWS/AFP]

Cîgirê Wezîrê Tenduristîyê yê Îranî Îraj Hêrçî rûyê xwe di konferanseke çapemenîyê li Tehranê de 24ê Sibatê paqij dike. Roja din, wî teqez kir ku ew bi vayrosa Korona ketiye. [Mehdî Bolûrîyan/FARS NEWS/AFP]

Îranê heft mirinên nû ji ber vayrosa Koronayê COVID-19 di her 24 demjimêrên dawî de pişt rast kir, Wezareta Tendirustîyê Pêncşemê (27ê Sibatê) ragihand, ku wiha hejmara mirîyan bo 26 kesan bilind bû, ku ev hejmara herî bilind e li derveyî Çînê.

Û 106 tûşbûnên piştrastkirî hejmara giştî ya haletên heyî heta niha bo 245 haletan bilind kir, peyvdarê wezaretê Kiyanûş Cahanpûr ji rojnamegeran re eşkere kir.

Xebîrên tendirustîyê yên navdewletî nîgeranîya xwe ji hewlên Îranê yên veşartina belavbûna nexweşîyê anîn ziman, û êdî guman hene ku hejmara tûşbûnan û mirinan li Îranê bêhtir e ji amarên hatine eşkerekirin.

Di nava kesên ku herî dawî tûşî vayrosa Koronayê bûne Mujteba Zolnûr, serokê komîteya asayîşa netewî û karûbarên derve ya parleman e, yê ku di dîmeneke vîdyo de der dikeve ku Ajansa Nûçeyan a Fars belav kiriye ku tê de dibêje ew wî xwe xistîye hucreya cuda de.

Hinek xelk maskên pêarêzî li xwe kirine û li dirêjahîya taxeke Tehranê di 24ê Sibatê de bendewarîyê dikin ligel belavbûna vayrosa Korona ango COVID-19. [Ata Kenarî/AFP]

Hinek xelk maskên pêarêzî li xwe kirine û li dirêjahîya taxeke Tehranê di 24ê Sibatê de bendewarîyê dikin ligel belavbûna vayrosa Korona ango COVID-19. [Ata Kenarî/AFP]

Hinek kes maskên parêzî li xwe kirine û li êstgeheke basan li Tehranê di 24ê Sibatê de rawestîyayî ne, ev yek jî di nava belavbûna vayrosa Korona COVID-19. [Ata Kenarî/AFP]

Hinek kes maskên parêzî li xwe kirine û li êstgeheke basan li Tehranê di 24ê Sibatê de rawestîyayî ne, ev yek jî di nava belavbûna vayrosa Korona COVID-19. [Ata Kenarî/AFP]

Zanayê olê nûnerekî bajarê Qoma pîroz e, li navenda Îranê ku haletên pêşîn li wir hatin destnîşankirin.

Ragihandina Zolnûr du rojan piştî ragihandina berpirsekî payebilind ê din, Cîgirê Wezîrê Tendirustîyê Îrac Herîrçî, serokê komîteya hikûmetê ya taybet bi vayrosê Korona, ku ew tûşî vayrosê bûye tê.

Rejîma Îranê "hewl dide ku agahîyên li dor bobelatê veşêre", rêxistina çavdêrîya ragihandinê Nûçegehanên Bê Sînor Çarşemê ragihand, û ew bi rêgirtin li ber rûmalkirina serbixwe ya bobelatê gunehbar kir.

"Desthilatdarî dibêjin ku rewş li jêr kontrolê ye lê wan qebûl nekir ku hejmarên bi dîqet ên miriyan û tûşbûnan eşkere bikin û rê li ber rojnamegeran girt ku rûmala vê mijarê bikin," rêxistinê got. "Veşartina agahîyan dibe kujer be."

Nûçegehanên Bê Sînro got ku rojnamegerê serbest Muhemed Moseîd ji hêla berpirsên hewalgirî yên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ve roja 23yê Sibatê lêpirsîn pê re hat kirin ji ber postên wî yên di mîdyaya civakî de li dor bobelatê.

Ew hat serbestberdan, lê dest li ser telîfon û kompyûterê wî hatin danîn û hesabên wî yên Telegram û Twitter hatin girtin.

li gorî polîtîka înternêtê ya Îranî, 24 kes hatin girtin û bi belavkirina gotegotan li dor bobelatê hatin sûcdarkirin, û 118 bikarhînerên înternêtê bo demeke dirêj hatin girtin û ew hatin haydarkirin.

Îranê bi veşartina rastîyê tê tawanbarkirin

"Ne surprîz e ku dê rejîma Îranê agahîyên têkildarî belavbûna vayrosa Koronayê veşêre," lêkolînerê di warê karûbarên Îranî de Fethî Seyid, di Navenda Şerq a Lêkolînên Herêmî û Stratîjî de ji Diyaruna re ragihand.

Wî bal kişand ku belavbûna tûşbûnan li Îranê hevdem bû ligel hilbijartinên dawî yên parlemanê, û da zanîn ku belavkirina agahîyan li dor belavbûna nexweşîyê dê rêjeya dengdanê kêm kiribaye.

"Dikarîn hilbijartinan gîro bikin bo parastina xelkê," wî got.

Bi her hal, dengdan pir kêm bû, û rêjeya 42.6% derbas nekir -- ku ev rêjeya herî kêm a beşdarîyê ye di her çar dehsalên dawî.

Rijdbûna rejîmê li ser birêveçûna hilbijartinan û derbaskirina kandîdên alîgirên xwe di hikûmetê de dibe bibe sedema "encamên felaketbar", Seyid got, ji ber ku dengder di navendên dengdanê de tevlî hev bûn.

Wî got ku ev hewlên veşartina agahîyên reftarên desthilatdarîyan piştî lehîyên wêranker ên sala par tîne bîra mirov, ku wan sedem û qebareya wêranîyê û hejmara miriyan û awareyan veşartin.

Berpirsên Îranî ragihandin ku ew dê ne rêkarên cudakarîyan nexweşan pêk bîne nejî tu bajarekî bigire, tevî bilindbûna hejmara tûşbûnên bi vayrosê û miriyan.

"Di şûna rêkarên cudakirin û îzolekirina bajaran, em dê tevgera çûnûhatinê ya kesên guman heye ku tûşî vayrosê bûne ya bi rastî tûşbûyî ne qedexe bikin," Wezîrê Tendirustîyê yê Îranê Seîd Namekî Çarşemê di konferanseke rojnamegerî de ragihand.

Seyid da zanîn ku ev pêngav dereng e û dibe ku ne bes be bo nehiştina belavbûna bêhtir a vayrosê.

Çend dewletan geştên asmanî bo dewletên ku tûşbûna bi vayrosê li wan hene rawestandine, û da zanîn ku "hikûmeta Îranê ev rêkar neda pêş tevî pêwistîya yekcar gelek bi gaveke wiha".

Desthilat bilez bersivê nadin

Rejîma Îranî peymanên navdewletî bin pê kirin, lêkolînerê Navenda Şerq a Lêkolînên Herêmî û Stratîjî Samî Xêt wiha got.

Wî ji Diyaruna re got ku peymanên navdewletî yên girêdayî tendurisîtya giştî, yên bo nebelavbûna nexweşîyan hatine amadekirin, li gorî wan divê hemû welat rast bixebitin, hejmara nexweşan destnîşan bikin û her tim agahîyan derbarê rewşan de nû bikin.

Xêt angaşt kir ku Îran ev yek bo parastina berjewendîyên xwe yên taybet wisa nekir.

Îran heftîya borî mirina du kesan bi Korona li bajarê Qomê ragihandibû. Ji Çarşemê de, 15 rewşên nû li wî bajarî bi tenê hebûn.

Xêt anî ziman ku li şûna rêkarine lezgîn hatibana girtin, weke rawestandina serdanan, girtina mizgeft û hewzayên zanistî (semînerên Şîyan), desthilatan tenê hinek bendên sivik Çarşemê ragihandin.

Desthilatên Îran bendin danîn ser deverên hecê yên sereke yên Şîyan, di nav de perestgeha Îmam Riza li Meşhed û ya Fatîma Meisûma li Qomê.

Wezîrê Tenduristîyê ragihand ku dê rê li ber serdanan were vekirin lê divê "dermanên paqijîya destan, agahîyên (tenduristî) yên rast û devpoş werin dayîn".

Nemakî got divê ev kes "weke komikan kom nebin, tenê nimêj bikin û biçin".

Xêt got ku ji ber rejîma Îranê nikarîbû hecîyên Çînî bixe bin çavdêrîyê, egerî heye ev sedema vedana nexweşîyê be, Xêt da zanîn jî ku kêmbûna bendan jî belkî bo parastina têkilîyên bi Çînê re bû.

Wî anî ziman ku Çîn hevkarejî sereke yê Îranê ye, û alîgirekî sereke di Encumena Ewlekarîyê ya NY de jî, wî destnîşan kir jî ku Îran bi giranî xwe dispêre têkilîyên bazirganî yên xurt bi Çînê re ku bi alozîyeke aborî re rû bi rû maye û li jêr sizayên Amerîkî fetisîye.

Xêt da zanîn ku "hiştina derîyên Qomê li ber mêvanan vekirî, ziyanê ne tenê li xelkê Îranê dike lê belê dê vîrûês belavî welatên kesên hatine hecê jî bike".

Wî destnîşan kir ku bandora vê hecê li gelek welatên mîna Îraq, Lubnan, Kuwêt, Behrên, Efxanistan, Oman û Îmaratê derket.

Yekem rewşa li Îraqê hat piştrastkirin ji welatîyekî Îranî bû ku li akademîyeke Şîyan li bajarê Necefê dixwend. Ji Pêncşemê de, Îraq şeş rewşê ku bi vayrosa COVID-19 ketine piştrast kirin, hemû jî ji Îranê bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500