Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Opozîsyona Sûrîyayê bajarokekî serekî yê Idlibê ku li ser xaçerêyekê ye vedigerîne

AFP

Çekdarên Sûrî yên Turkîya piştgirîya wan dike li tankekê siwar in li bajarokê Seraqibê li parêzgeha Idlibê di 27ê Sibatê de. [Bekr Qasim/AFP]

Çekdarên Sûrî yên Turkîya piştgirîya wan dike li tankekê siwar in li bajarokê Seraqibê li parêzgeha Idlibê di 27ê Sibatê de. [Bekr Qasim/AFP]

Çekdarên opozîsyona Sûrî Pêncşemê (27ê Sibatê) bajarokekî serekî li bakur û rojavayê welat vegerandin, yê ku di destpêka vê mehê de ji dest wan çûbû, û bi vî awayî wan yek ji destkeftîyên serekî yên êrîşa rejîmê li ser herêmê ji nav bir.

Dibe ku ev êrîşa dijber dem kurt be û hêzên Sûrî yên ku Rûsya piştgirîya wan dike berdewam vekişiyan beşine din ji asêgeha opozîsyonê, bangên zêde bo agirbestekê başguh kirin.

Biryar hebû ku Encumena Ewlekarî ya NY, ku Moskoyê bi awayekî sîstematîk destpêşxerîyên agirbestê red kirin, careke din Pêncşemê bicive ligel tirsa zêde ku Idlib rastî rewşeke mirovî ya herî xirab tê ji neh salan ve.

Pêncşemê, tundrew û çekdarên opozîsyonê yên Turkîya piştgirîya wan dike karîbûn Seraqibê vegerînin, bajarokekî sereke ye li ser xaçerêyekê li parêzgeha Idlibê yê ku di destpêka Sibatê de wan ji dest dabû.

Ajansa nûçeyan a dewletê SANA da zanîn ku "pevçûnên dijwar" di navbera artêş û "komên terorîst li ser enîya Seraqibê" hebûn.

Peyamhinêrekî AFP bi çekdarên opozîsyonê re li Seraqibê ye, ku wî ew der weke bajarokekî reşan dît avahîyên bombebarankirî û xwedîyên wan dev ji wan berdane.

Naçegehan dît ku çekdar bi hejmarên mezin di hundirê bajarok de belav in, devera ew rastî êrîşên hêzên hikûmetê tên li derdora bajarok û ji asmana ve.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku êrşên asmanî ji alîyê Rûsyayê ve hatin bicihanîn, êrîşên ku gelek rexne li wan hatin kirin ji ber mirina gelek sivîlan di pêngava bombebarabdinê de.

Medyaya dewletê "terorîst" bersûc kirin ku ew teqînan bi siwareyên bombekirî û êrîşên kujer li dijî hêzên hikûmetê yên hewl didin ku bajarokê wan di 8ê Sibatê dest danî ser vegerînin pêk tînin.

Rewangehê got ku artêşê xesarên mezin gihanidine êrîşkeran, tevî ku piştgirîya serbazî ya tê gotin ku wan ji Turkîyayê wergirtiye.

Wezareta berevanîyê ya Turkîyayê Pêncşemê got ku du leşkerên wê bi agirê hikûmetê li Idlibê hatine kuştin, ku tenê vê mehê xisarên wê gihane 19 leşkeran.

Wezaretaê li ser Twîtterê got ku Turkîyayê yekser bersiva êrîşê da û li "armancê rejîmê" Sûrî da.

Serokê Turkîyayê Recep Tayip Erdogan hişyarî da hikûmeta Sûrî Çarşemê "ku êrîşên xwe di zûtirîn dem de awestîne " û dawîya vê mehê vekişe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500