Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Kesek Swêsrî bi resen Sûrî li Bulgaryayê ji ber gunehbarîyên têkildarî terorê tê zindankirin

AFP

Zilamek li derveyî Balyozxaneya Fransayê li Sofya, li Bulgaryayê nimêj dike, di 14ê Mijdara 2015an de, weke rêzgirtin ji qurbanîyên êrîşên Parîsê yên ku DAIŞê berpirsyarîya xwe ji wan îlan kiribû. [Nikolay Doyçinov/AFP]

Zilamek li derveyî Balyozxaneya Fransayê li Sofya, li Bulgaryayê nimêj dike, di 14ê Mijdara 2015an de, weke rêzgirtin ji qurbanîyên êrîşên Parîsê yên ku DAIŞê berpirsyarîya xwe ji wan îlan kiribû. [Nikolay Doyçinov/AFP]

Dadgeheke Bulgarî kesekî Swêsrî bi pênc sal zindan caza kir ji ber sûcên têkildarî terorîzmê û qaçaxîya çekan, piştî ku ew tev çekên giran hat girtin, dema ku ew di rê de bû diçû Sûrîyayê di sala 2018an de.

Ew kes li xala pişkinînê ya serekî ya sînorê başûrî- rojhilatî yê bi Turkîyayê re hatibû girtin, piştî bavê wî desthilatdarîyên Swêsrî agahdar kiribûn ku kurê wî bi otombîleke mişt çek ji welatê Swêsrayê derketiye.

Zîrevanîya sînor a Bulgarî du tifingên maşîn, tifingeke nêçîrê, demançeyeke ji celebê SIG Sauer û cebilxane di otombîla wî de dîtin, herwiha 24 kêr û nexşeke ku rêya heta bi bajarê Idliba Sûrîyayê dîyar dike.

Wî zilamî ji dadgeha pispor a Bulgaryayê re got ku nayê bîra wî ew çawa ji Swêsrayê bi rê ketibû, û wî bi tenê xwe dît ku li Bulgaryayê di girtîgehê de ye.

Lê dadgehê ku dît ku ji ber du pirsan sûcdar e -- him terorîzm û hin qaçaxîya çekan.

Ew bi pênc sal zindan hatiye dadgehkirin, lê hîn derfet heye ku ev ceza û hukim werin guhertin.

Bulgarya xaleke derbasbûnê ya pir girîng e bo Ewropîyên ku berê xwe didan Sûrîya û Îraqê bo tevlî rêzên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bibin, lê girtinên ser sînor kêm bûne piştî ku di sala 2015an de gihiştibûn lûtkeya xwe.

Sê Sûrî ku li rûniştîyên Almanyayê bûn di sala 2017an de bi heft sal zindan li Bulgaryayê hatin dadgehkirin ji ber hewlên wan ên ku biçin Sûrîyayê tevlî şer bibin.

Di navbera salên 2015 û 2017an de, Bulgarya sê Fransî, sê Holandî û pênc Alman ji ber "çalakîyên terorî" radestî welatên wan kirin.

Di sala 2016an de, wê birayê jina kesekî ku êrîşî kovara Fransî Charlie Hebdo kiribû radestî Fransayê kir, piştî ku ew di rêya vegera bo Sûrîyayê de bo tevlî DAIŞê bibe hat girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500